2013-01-30

Noh pêximber

G1

Nûh di Tewratê de


Çaxê Xwedê erd û ezman afirandin, her tişt qenc bû.

Lê mirovan zû ne li gor daxwazên Xwedê dikir û gava Xwedê li wan nihêrt, ew poşman bû. Xwedê li erdê nêrî û dît ku çiqas xera bûye. Erd tije zordarî bûbû, çimkî hemû mirovên li ser erdê, riya xwe xera kiribûn.

Xwedê got: «Gerek e hemû mirovên ku guhê xwe nadin min, bên cezakirin.Ezê mirov, heywan û teyrên ezmên ji ser rûyê erdê xîş bikim.»

Di wan rojan de di hemû dinyayê de mirovek bi tenê hebû ku bi dilê Xwedê bû. Ew zilamek rast û qenc bû û ji Xwedê ditirsiya. Navê wî Nûh bû.

Xwedê ji Nûh re got: «Dawiya hemû mirovan hat. Çimkî ji rûyê wan, erd tije zordarî bûye. Ezê wan ji rûyê erdê helak bikim. Ji xwe re gemiyekê çêke. Di gemiyê de odan çêke û gemiyê ji derve û ji hundir ve zift bike. Divê gemî 133 metre dirêj be, 22 metre fireh be û 16 metre bilind be. Gemiyê sê qat çêke, banê wê jî çêke û deriyê gemiyê bixe tenişta wê.Ezê tofaneke mezin rakim û her tiştê ku bîhna jiyanê di wan de heye, wê helak bibe. Li ser rûyê erdê, hemû wê bimirin. Lê ezê peymana xwe bi te re girê bidim. Tu û kurên te û jina te û bûkên te, hûnê bikevin gemiyê.»

Nûh li gor emirê Xwedê ji darên mezin gemî çêkir û zift lê xist, da ku av nekeve wê. Gelek odên wê hebûn û banê wê hebû, pencere û derî di tenişta gemiyê de bûn.

Hingê Xwedê ji Nûh re got: «Ji her cûreyê teyr, dewar û heywanan dido dido – nêr û mê – bibe gemiyê, da ku ew bi te re sax bimînin. Û ji hemû heywanên helal ji xwe re heft heft – nêr û mê – bistîne. Û ji her cûreyê xwarinê bi xwe re bibe, da ku ji bo we û wan bibe xwarin. Piştî heft rojan ezê 40 roj û 40 şevî baranê bibarînim; ezê her tiştê jîndar ji ser rûyê erdê xîş bikim.»

Nûh jî her tişt wek ku Xwedê jê re gotibû kir.

Çaxê Nûh 600 salî bû, di meha diduyan de, di roja 17ê mehê de, hemû kaniyên kûrahiyê derbûn û çaviyên ezmên vebûn û baran 40 roj û 40 şevî li ser erdê barî.

Çaxê tofanê dest pê kir, tam di wê rojê de, Nûh û kurên wî Sam, Ham û Yafet û jina Nûh û her sê bûkên wî ketin gemiyê. Piştre Xudan derî girt. Û wek ku Xwedê li wî emir kiribû, ji her cûreyê heywan, dewar û teyr, dido-dido li ba Nûh di gemiyê de bûn. Lê hemû mirovên ku guhê xwe nedidan Xwedê li derve man.


Li ser erdê 40 rojî tofan çêbû. Av zêde bû, gemî ji erdê rabû û gemî li ser rûyê avê diçû. Av li ser erdê zehf gelek bilind bû û hemû çiyayên bilind nixumandin. Av heft metre din jî bilind bû û çiya nixumandin.

Her tiştê ku li ser erdê diliviya – teyr, dewar û heywan û her tiştê ku li ser erdê dişêle – û her mirov helak bû. Hemûyên li bejê tevde fetisîn; her tiştê jîndar ku li ser erdê bû, tev hatin xîş kirin. Tenê Nûh û yên ku bi wî re di gemiyê de bûn man.

Av 150 rojan li ser erdê bilind ma. Hingê Xwedê Nûh û hemûyên ku pê re di gemiyê de bûn, anîn bîra xwe û ba li ser erdê rakir.Kaniyên kûrahiyê û çaviyên ezmên hatin girtin û baran sekinî. Hin bi hin av ji erdê kişiya û di roja 17ê meha heftan de gemî li ser çiyayên Araratê rûnişt.

Piştî 40 rojî, Nûh pencera gemiyê vekir û qirik şand derve. Heta ku av li ser erdê zuwa bû, ew vir ve û wir ve firiya.

Hingê Nûh kevok jî şand, ku bibîne ka av ji ser rûyê erdê kişiyaye an na. Lê kevokê cih ji xwe re peyda nekir û vegeriya ba Nûh, çimkî av hê jî li ser tevahiya erdê bû. Nûh destê xwe dirêj kir, ew girt û anî gemiyê ba xwe.

Piştî heft rojên din wî carek din kevok şand. Êvarê kevok zivirî ba Nûh û va ye, peleke zeytûnê ê nû jêkirî di nikilê wê de bû. Hingê Nûh zanî ku av ji ser rûyê erdê kişiyaye.

Piştî heft rojên din wî cara sisiyan kevok şand, lê ew hew lê vegeriya.

Çaxê Nûh 601 salî bû, di roja 27ê meha diduyan de, erd bi tevahî zuwa bû. Hingê Xwedê ji Nûh re got: «Hûn hemû, tu û jina xwe, kurên xwe û bûkên xwe ji gemiyê derkevin. Hemû teyr, dewar û heywan û hemûyên ku li ser erdê dişêlin derxe, da ku ew li ser erdê belav bibin û zêde bibin.»

Îcar Nûh û her sê kurên wî û jina wî û bûkên wî derketin û hemû heywan û her teyr û her tiştê ku li ser erdê dilive, hemû jî ji gemiyê derketin.


Hingê Nûh ji Xudan re qurban pêşkêş kir. Wî ji keviran gorîgehek çêkir û çend heywanên helal û çend teyrên helal anî, serjêkirin û li ser gorîgehê şewitandin, kir gorî. Xudan ew gorî qebûl kirin û bi wan kêfxweş bû û ji xwe re got:

«Fikrên dilê mirov ji zaroktiya wî ve xerab in, lê dîsa jî ez ji rûyê mirov carek din erdê naxim bin nifirê. Êdî wek ku min kir, ez carek din li her tiþtê jîndar naxim.

Heta ku erd bimîne, çandinî û dirûn, sar û germ, havîn û zivistan, roj û şev xilas nabin.»


Xwedê Nûh û kurên wî bimbarek kirin û ji wan re got: «Zêde bibin û rûyê erdê tije bikin. Tirs û heybeta we wê bikeve ser hemû heywanên erdê û hemû teyrên ezmên, hemûyên ku li ser axê dişêlin û ser hemû masiyên deryayê; ew ji we re hatin dayîn. Ez her heywana ku dilive didim we ku ji bo we bibe xwarin; wek ku min giya û fêkî dane we, ez niha her tiştî didim we. Lê belê goştê bi xwîn nexwin. Çimkî jiyan di xwînê de ye.

Bi rastî, kî xwîna we birijîne, ezê hesabê wê jê bixwazim; ezê wê ji her heywanî û ji her mirovî bixwazim.

Her kî xwîna mirov birijîne, Xwîna wî wê bi destê mirov bê rijandin. Çimkî Xwedê mirov di sûretê xwe de çêkir.

Hûn berdar bibin û li ser erdê zêde bibin.»

Hingê Xwedê weha ji Nûh û kurên wî re got: «Ez peymana xwe bi we û bi dûndana we re û bi hemû heywan, teyr û dewaran re,qayîm dikim. Êdî tofana ku erdê helak bike, hew çêdibe. Nîşana peymana ku ez dixim nav xwe û we û her afirînê jîndar ê ku bi we re ye, her û her ji bo hemû nifşan ev e:

Min keskesor xistiye ewran, ewê di nav min û erdê de bibe nîşana peymanê. Kengê ez ewran bînim ser erdê û keskesor di ewran de bê dîtin, ezê peymana di nav xwe û we û her cûreyê afirînên jîndar de, bînim bîra xwe. Êdî ji bo helakkirina her tiştê jîndar, qet carek din av nabe tofan. Kengê keskesor di ewran de hebe, ezê wê bibînim û ezê peymana herheyî ya di nav min û we û her cûreyê afirînên jîndar de, bînim bîra xwe.»

Nûh di Încîlê de


Di Peymana Nû de 8 caran behsa Nûh tê kirin.

Îsa Mesîh got ku rojên berî ku ewê dîsa bê vê dinyayê, wê wek rojên Nûh bin. "Di wan rojên beriya tofanê de, mirovan dixwar û vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin; heta wê roja ku Nûh ket gemiyê, wan nizanibû ku wê çi bibe heta ku tofan rabû û ew hemû bi xwe re birin. Çaxê Mesîh wê dîsa bê, wê bi vî awayî be. Hingê du mirov wê li nav zeviyê bin, yek wê bê birin û yek bê hiştin. Du jin wê bi destar bihêrin, yek wê bê birin û yek bê hiştin. Loma hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê we wê kîjan rojê bê." (Metta 24)

Baweriya Nûh tê qebûlkirin: "Bi baweriyê, Nûh, gava ew li ser tiştên ku hê nedihatin dîtin ji aliyê Xwedê ve hat hişyarkirin, bi tirsa Xwedê ji bo xilasiya mala xwe gemiyek çêkir. Bi vê baweriyê wî dinya sûcdar derxist û bû wêrisê wê rastdariya ku ji baweriyê tê." (Îbranî 11:7)

 

Çîroka Pêxember Nûh li gora ola Îslam ê


KEŞTÎYA HZ. NUH

Ji Hz. Adem û Hava gellekî zarok çê bûn û ewna jî hêdî hêdî zêde bûn. Dû mirina wan neslê wan bi destê zarokê wan berdewan kir. Bi vî avayî pirr pirr salan şûva bêhejmar mîrov serê erdê peyda bûn. Lêbelê ewna ji ser rîya rast der ketin û pirr bednav û bê exlaq bûn. Hev dixistin, hevdira tiştê nebaş digotin û car caran jî hevûdin dikuştin. Wana him Xwedê ra niyaz nedikirin, him ji bo qencîyên ku Xwedê dabû wan jî şûkir nedikirin. Wana bi temamî Xwedê bîra xwe kirî bûn . Wana wer bawer dikir ku, ewna hê hewceyê Xwedê nînin û qet nedixwestin ku tistekî ji wî bibihîsin. Bi ser da jî bi xwe ra ji daran, an jî keviran pût çê kirûn û ber wana da hustîyê xwe xar dikirin û secde dikirin. Bawer dikirin ku va pûtana wana ra alîkarî dikin an jî zerarê didin wana. Lêbelê tenê Xwedê ku, yê mîrê erd û ezmanan e, babetî perestinê ye. Ji ber ku wî, hemû heywan, av, dar û zozan ji bona ku mîrovan ra xizmetê bikin afirandî ye. Wî aqil daye însanan ku bila ser vî kaînatê raman bikin. Wî bi çêyîyên bêhêjmar însan ra alîkarî kirîye û dike. Tav, hîv û stêr daye bin xizmeta wan ku mîrov wextê bipîvên û rê û dirbê xwe bikanin derbixînin. Lêbelê mîrovan dîsa jî dilovanîya Xwedê înkar kirin û pûtên xwe ra secde kirin. Ji bona va mîrovên nebaş Xwedê wana ra pêxamber Nuh şand ku, wana va kirênê wanî nebaş dûrbixîne. Hz. Nuh mîrovekê pirr baş, xwedî teqwa bû û Xwedê pirr bawerî dikir.

Xwedê wîna ra çi got, Nuh wer kir. Wî bi salan gûnd bi gûnd her derî gerîya û kuderê mîrovek dît, jê ra bi dengekî bilind got:

“Ey gellê min, Xwedê afrandarê we ye û tenê ew nîmetên baş dide we. Dîsa vegerin Xwedê û tenê Wîna ra secde bikin û ji tenê Wî alîkarîyê bixwezin. Ji pûtan ra secde kirinê biqedînin. Ewna tenê dar û kevirin. Ez tenê dixwezim ku şîretekî baş bidim we, min guhdarî bikin, bawerîya xwe bi Xwedê bînin, ez tistêkî din ji we naxwezim.”

Nav wan da mîrovên dilpak û baqil ji Hz. Nuh ra aha gotin: ”Bi rastî jî gotina Nuh e. Em pûtên mirî ra, ku yên me bi destê xwe çê kirîne ra secde dikin. Ew rast dibejî. Îro şûva werin, em Xwedê ra secde bikin û ji van pûtana dûr bikevin.”

Lêbelê mîrovên dewlemend, qure û xwînsar jî, ku pirahîyê da bûn, nedixwestin guhdarîyê Hz. Nuh bikin û li dij wî derketin: ”Na, va pûtana Xwedê men e ! Em tu carî wana bernadin. Tu kî yî ku em gotina te bikin? Tu mîrovekî belengaz û lawaz î. Lêbelê em mîrovên baqil û sehîkerin. Eger wusa nebûna em dewlemend nedibûn. Em naxwezin guh bidin te.“

Lê Hz. Nuh bêzar ne bû. Tim û tim diçû cem wan û ew dawetî rîya rast dikirin û digot :“ Dest ji van pûtên xwe berbidin!“ Ewna jî lewma pirr diqahrîyan û digotin: “Na tu dînî, çî yî? Me tiştekî aha hettanî îroj qet nebîhîstî bû. Ey Nuh, te çi bîye, te aqlê xwe wanda kirîye?“

Hz. Nuh jî aha bersiv da:“ Min çewt fam nekin, ez dîn ninim. Xwedê ez we ra pêxamber şandim. Ji ber ku hûn li ser rîya rast derketine û ji putên ku we pê destên xwe çê kirîne ra secde dikin. Va li cem Xwedê tiştekî pir nebaş e.” Mêrivekî nav van mîrovan da pirr qahrîya, pê xwe nekanîya û Hz. Nuh ra got:“ Tu mîroveki neçarî. Ma ji bona çîyê te Xwedê te ji mera pexamber bişîne? Ma mîrovekî te baştir û te dewlementir ji bo vî kara tune bû?“

Hz. Nuh gellekî pozxîn bû: “Belê, ez mêrivekî neçarim. Lêbelê Xwedê qûlê xwe ku, yên bi dil bi Wî girêdayîne pir hez dike. Gava hûn va qezîyana nebijin û gotina min bikin, wê gavê Xwedê we jî hez dike, we dike cenneta Xwe. Ew afirandarê we ye. Ew rûhê we digrî û we roja qîyametê dîsa hişyar dike. Xwedê wê rojê we hemû tiştan dipirse.”

Dû qisedana Hz. Nuh ewna hinekî ber xwe ketin û yêkî ji wan got: “Nuh, ricayek me ji te heye, gava tu tenê mîroven dewlemend û sozdar dor xwe kom bikî, we demê dibe ku em dû te werin. Tev mîrovên neçar û qilêr em naxwezin hev ra bibin. Em naxwezin bidû te tev wana bibin yek, va ji bona me pirr çetin e.“

Bi êşên ji dil Hz. Nuh vî mêrivê poz bilind ra wusa bersiv da: “ Çi sucê mîrovên neçar hene ku neçarî ji wan qewimî ye? Ewna jî xwedî dilekê paqîjin, dilê wan tenê Xwedê ra qûltî kirin û guhdarî kirinê ra hazîrin.“

Ser vê gotina ewna pirr hêrs ketin û bi hevra gotin: “Gava wusa ye, me dûr bisekine. Te teklîfa me qebûl nekir, lewma qet pêwîst nîne ku tu dîsa tev me ser vê mijarîya qezî bikî. Em gotina te nakin.»

Feqet Pêxamber Nuh nedixwest ku dest jê ber bide. Dîsa jî hema hema her roj diçû cem wan û ewna dawetê Îslamê dikir. Guh neda wan û bê razan berdewam kir ku, wan bîne ser rîya rast: ”Ji Xwedê borandinê bixwezin! Ew we diborîne û xelat dike, ser erdê jî rewşa we baş dibe. Zevîyên we berdar û hasilata we pirr dibe, gellekî zarokan jî dide we. Lêbelê gerek hûn bîra xwe nekin ku Xwedê we afirandîye. Bi rastî va ji bona Xwedê tiştekî pir hêsane, hela carekî mêze dora xwe bikin, Wî tav, hîv û hemu histêrik jî afirandîye. Wî hemû xweza daye bin emrê we. Hey gellê min, ma hûn ji bona feqîrîya min naxwezin min bawer bikin? Qet ne be bawerîya xwe Xwedê binin. Wî hemû va çêyîtîya û dewlemendîya we ra dîyarî kirîye. Gava hûn hê şîretên min guhdarî nekin, wê demê cezayê Xwedê we ra dibe heq. Ez mirovek ji we me û naxwezim hûn bên ceza kirinê. Gava tofana Xwedê were, wê demê tu kes nikane xwe ber xilas bike!”

Mîrovên yê nedixastin dengê Hz. Nuh bibên, destê xwe dan ser guhên xwe. Hinekan jî pê kincên xwe devrûyê xwe vedişartin ku Hz. Nuh wana nebînî. Hz. Nuh derket hember wan û wan ra got:“ Hîna cezayê Xwedê nehatîye û pirr dereng nine, zu gotina min bikin û îmana xwe ji min bînin!”

Wan devrûyê xwe ve kirin û dadan Hz. Nuh: ”Tu tenê dixazî me bitirsînî. Nuh, tu pirr pêşta terî! Here û tofanê Xwedê mera bîne ! Dema em dîsa gotinên wusayê tirs û xirab te bibîhîsin, em te şûnê da bikujin! Ji bona te îroj şuva tiştê herî baş, bê dengî ye! »

Dû çûyîna wan Hz. Nuh destê xwe vekir û dua kir : »Ey Xwedêyê min, min ew dawetê rîya te kirin. Lêbelê wan guhdarîya min nekirim. Min heqqê cezayê te da ewna agahdar kirin, lêbelê wan pê min henekê xwe kirin. Va mîrovana hê terin hê nebaş dibin û naxazin guhdarî min bikin. Ey Rebbê min, ez ditirsim ku yê dû vana tên jî mîna wan nebaş bibin, belkî jî vana nebaştir dibin. Min, bavê min, dîya min, mêr û jinên guhdarî min kirine ef bike. Xwedayê min, wa hemû însanê din jî helak bike.»

Xwedê xastina Hz. Nuh bîhîst û got: ”Pozxîn nebe, Nuh. Metirse jî. Ez gerekî va însanê bê îman giştîke bixendiqînim. Tenê tu û yê tera dilsozin gerek bifilitin. Min te ra çi got, wer bike! Keştîkekê mezin çê bike û benda emrê min bisekine.“

Hz. Nuh hema dest pê çe kirina keştîyê kir. Karekê pir mezin û çetin bû. Şev û roj bê westayî keştî çê kir. Wexta mirovan bihîst ku Hz. Nuh keştîyekê pirr mezin çê dike gişt komî serê Nuh bûn û pê henekê xwe kirin, gotin: “Tu li vir çi dikî dînê dur? Tu hê naxazî pexambertîyê bikî? Her hal karên xeratan xweş ya wî çu û pexambertî cî hişt. Keştîyek nava çolê da? Keştîyek ser erdê zaha? Gerek keştî çer bê av here? Mirov niha dibînî ku tu dînî!“ Hz. Nuh wiha bersiv da :“Bisekinin û sebir bikin! Gerek hun demekî kin da bibînin, çi dibe“

Wana got: “Na! Nuh, gerek em tu tiştekê nebînin. Belê, tu mirovekê dînî.“

Roj zu derbaz bûn. Wexta çêkirina keştîya mezin qedîya, Xwedê Hz. Nuh ra got:“ Niha jî tev malbat xwe û mîrovên dû te hatin bikeve keştîyê. Hemû cinsên heywanan da jî cot bi cot tev xwe bigre.“

Hz. Nuh tev malbat û mîrovên îman bi wî hanî bûn dest bi kar kirin. Cotek deve, qatir, pez, xezal, gûr, rovî, zurefe, fîl, meymun, mirîşk, xarxarik, qang, kevok, şêr û bi hezaran heywanên mezin û piçuk hanîn kirin keştîyê. Gellekî av û xarin jî, ji bona malbata xwe û heywanan girt keştîyê. Wî ji bona heywanan keştîyê da axûrên piçuk jî çê kir û heywan kirinê. Hemuyan ra cî hebû û tu cîns heywan derva nema. Hz. Nuh dû fermana Xwedê tev malbata xwe sîyarî keştîyê bû. Derî û şibaqê keştîyê rind kîp kirin û ser roja mezin ku Xwedê xebera cezayê dabû sikinîyan. Pirr derbaz nebû ew roj hat : Bahakê pirr xurt ewrên giran û tarî tev xwe hanîn. Tav ket talda ewran û hemu der tarî bû. Brûsk vedijîyan û girmîya ewran hemû dûnya dilerzîya. Carê da tofanê dest pê kir û bi çengan baran barîya. Tev baranê her alîyê erdê da jî avê kil da. Hemû mal û melal, rê, baxçe, bostan û daristan jî ketin bin avê. Hîna insanan fam kir ku kareseta Hz. Nuh xeber da bû hat. Berê xwe dan çîyayên bilind ku xwe xilas bikin. Lêbelê her diçû baranê zêde dikir. Avê keştî rajand û bilind kir, bahê jî da ber xwe. Her alîyê da qêrîn û dengê mîrovan dahat guhê wan. Bela wan hati bû û kesekê nedikanîya xwe biparêzîne.

Hz. Nuh pencirê da temaşeyê der dikir ku hela çi dibe. Carekîda lawê xwe dît. Wî bavê xwe bawer nekirî bû û neketibû keştîyê. Wî jî dikir derkevî serê çîyakekê ku xwe biparêzine. Hz. Nuh ban lawê xwe kir û got: “Lawê min, çi dibe tev me were, were ser keştîyê. Mewe hevalê bê bawermendan.” Feqet lawê wî jî wûsa bersiv da: “Na, ez bi xwe dikanim derkevim serê çîyan û xwe biparêzim.” Feqet Hz. Nuh jê dest ber ne da û got:“ Îroj tenê mîrovên ku yê Xwedê jê ra hatîye rehmê tên pariztinê û dikanin stargehkê ba Wî bibînin.“

Hîna Hz. Nuh gotina xwe neqedandi bû ku, pêlgekê mezin ew girt û bir.

Baran şev û roj dibarîya û av bilind dibû. Mal, dar û ber, çîyayên herî bilind jî ketin bin avê. Erd nedahat dîtinê. Her der bû behr. Hemu tişt ku, yê nedikanîyan avê da jîyana xwe berdewam bikin mirîyan. Bê însan û heywanê keştîyê da serê erdê kes nema. Av hîna bilind dibû û bahê jî behra reş û tarî nav hev dixist. Keştî jî tev pêlê avê diçu û dahat, radijîya.

Hêdî hêdî baran sekinîya, ewrên tarî belav bûn, bah sekinî û car caran jî tavê xwe nav ewran da nîşan dida, ezman sayî bû. Erd demekê dirêj bin avê da ma. Heyan rojekê keştî derkê ket û cîyê xwe da sekinîya avê ew gerand. Keştî serê çîyakê sekinîya bû û navê wî jî çîyayê Agrîyê. Wexta Hz. Nuh ji keştîyê der ket pir dilxweş bû. Wî Xwedê ra şukir kir ku ew û malbata xwe bi keştî vê tofana hatin paraztinê. Wexta kurê wî hat bîra wî ew gellekî xemgin bû û got: “Ey Xwedayê min, ew jî malbata min bû. Hemû gotinê te rastin. Tu dadgerî heri mezinî.»

Xwedê jî wî ra got: »Ey Nuh, lawê te ne malbata te bû. Ew mîrovekê bê bawermend bû. Gerek tu ber însanê bê bawermend nekevî. »

Hz. Nuh desta ji Xwedê ef kirin xast. Xwedê jî duayên wî qebul kir.

Hêdî hêdî hemu tişt mîna belê dibû. Dar û kulîlk dîsa hêşin bûn, heywanan jî lotik dan xwe û serê erdê belav bûn. Zarokên Hz. Nuh dîsa bûn xwedî zarok û zêde bûn. Mêr û jin dîsa serê erde belav bûn, dîsa bûn xwedî bostan, baxçe mal û melal, zevî hajotin û Xanî çê kirin.

Bi vî avayî Xwedê mîrovên ku yê fermanên wî tînin şûnê û rindîyê dikin xelat dike. Û mîrovên kû xwe şaş dikin û Xwedê bîra xwe dikin, putan ra jî secde dikin (hustîyê xwe xar dikin) cezayê xwe dikşînin. Gava mirov tiştekî nebaş kir û pê hesîya, gerek ew poşman bûna xwe bîne zimîn. Wusa nekirin dibe sebeba cezakirina wî û ji bona poşman bûne dibe ku dereng be.

,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,

 

Pirs:

 

Tewrat, kitêba kêye?

Boçî Nuhî  gemî  çêkir?

  ji mirovan di gel wî siwar bûn?

Piştî  çend roja û li kîve gemiya Nohî dada? Ew cih li kîve dikevit?

Ew çi heywan bû Nohî  virêkirî da bizanit ka hişkatî diyar bûye?

Çend caran navê Noh di Încîlê da hatiye? Û Incîl kitêba kêye?

 

2013-01-10

G1

Simkoyê Şikak




Simkoyê Şikak an Smayîl Aẍayê Şikak an jî Simko (z. 1887 Kela Çariyê - m. 30'ê pûşperê, 1930 Şino) serhildêr û rêberekî kurd ê ji êla şikakan bû. ‎ Smayîl Aẍayê Şikak, yê ku pirranî bi navê Simko (an jî Simkoyê Şikak) di nava ‎kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêbera ye ku di dîroka azadîxwaziya gelê ‎Kurdistanê de xwedî rûmet û xebateke berbiçav e. Girîngiya serhildana Simkoyê ‎Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, di vê rastiyê de ye ku piştî şerê cîhanê yê ‎yekem nêzî %50 ji axa rojhilatê Kurdistanê li jêr desthilatdariya dewleta ‎navendiya Îranê rizgar kir û mîna desthilatdarekî kurd karê xwe yê hukimdariyê ‎dimeşand. Ev karê han (ku Simko karî hemû hêzên êl û eşîretên kurdan li dora ‎hev bicivîne), di wê serdema ku sîstema feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin ‎nîrê aẍatiyê de bû, karekî wiha hêsan nebû.
Nasnameya êla Şikak
‎Kela Smayîl Xanê Mezin (bapîrê Simko yê mezin, bavê Elî Xanê bapîrê Simko) li ‎nêzî çemê Berandizê li herêma Urmiyê ye û ev keleh wek şûnewarekî dîrokî di nava kurdan de weke ziyaretgehekê tê hesibandin.
Şikak di rojhilatê Kurdistanê de piştî eşîreta Kelhûr (li herêma Kirmaşan), ‎mezintirîn eşîreta vê para axa Kurdistanê ye ku di çaxê desthilatdariya Qacarî ‎û Pehlewiyan de li Îran û Kurdistanê xwedî rolekî aktîv yê siyasî bûne.
Piştî ku Mihemed Xanê Qacar (damezrînerê silsîleya Qacariyan) bi ji navbirina ‎desthilatdariya Zendiyan, desthilatdariya hemû Îrana mezin girt destê xwe, ‎fermandarê kurd Sadiq Xanê Şikak jî hevkarê wî bû. Lê Mihemed Xanê Qacar ‎zor û sitemkariya xwe gihand radeyekê ku heta li dijî mirovên mîna Sadiq Xanê ‎Şikak jî kete liv û lebatê û hewilên ji navbirina wî jî dane. Sadiq Xan ku xwedî ‎hêzeke zêdetir ji 10.000 kesan bûye, bi kuştina Mihemed Xanê Qacar jî hatiye ‎tawanbarkirin ku di sala 1797'an de li bajarê Şuşa (Şoş) di nava xîveta xwe de tê ‎kuştin.[1] Sadiq Xanê Şikak yekemîn kes e ku navê wî di serûkaniyên dîrokî de ‎weke fermandarekî kurd yê girêdayî êla Şikak hatiye nivîsandin. Piştî wî malbata ‎Simkoyê Şikak di qada siyasî ya herêma bakurê rojhilatê Kurdistanê de, xwedî ‎navekî xuyakirî ye. Ji wan kesayetiyan Smayîl Xanê Mezin, Cazê (jina Smayîl ‎Xanê Mezin û dayika Elî Xan), Elî Xan, Mihemed Paşayê kurê Elî Xan, Cewer ‎Axa û Simkoyê Şikak ku tev bi nemerdî û awayê xapandinê ji aliyê Îraniyan ve ‎hatine kuştin.
Êla Şikak ji du tîreyan (Kardarî û Ebduyî) pêk tê:
Ji van her du tîreyan tev di bin desthilatdariya Pisaxayan de bûne ku di çaxê ‎serhildana Simkoyê Şikak de û di bin rêbertiya wî de, bi awayê konfederasyona ‎eşîretan hevgirtinek bihêz di navbera eşîreta Şikak, Milan, Herkî, Ertûşî, Dirî û hinekên din de hat ‎çêkirin.
Mîna ku mezin û rihspiyên eşîreta Şikak didin diyarkirin, esilê wan ji Cizîra ‎Botan hatiye û navê yekemîn kesê vê malbatê Ebdu bûye ku bi neh kurên xwe ‎re ji wir ber bi herêma Urmiyê û Soma ya Biradostê koç kirine. Li gorî hevpeyvîneke di sala 1993'an de ‎bi apê Evdî re hatiye çêkirin. (Ew şervanekî çaxê şoreşa Smayîl Xan bû ku ‎heya roja şehîdbûna wî li bajarê Şinoyê, pêre bû.) Apê Evdî li ser koka malbata ‎Smayîl Xanê Şikak wiha dibêje: ‎“Ebdula Veg (Ebdu an jî Evdu) xwediyê neh kuran bû ku ji Cizîrê hatin Somayê. ‎Kurekî Evdu Begê yê bi navê Îbrahîm Aẍayê Çep hebû ku pir mêrxas bû. Ji wî ‎re kurek çêbû ku jêre Smayîl Aẍayê Mezin digotin. Ango bapîrê mezin (bavê ‎bapîr) ê Simkoyê Şikak bû. Elî Xanê kurê Simkoyê mezin xwediyê 6 kuran bû: ‎Ehmed Aẍa, Mihemed Aẍa (bavê Simko û Cewer Aẍa), Temer Axa, Îbrahîm Aẍa, ‎Hecî Aẍa û Qasim Aẍa. Mihemed Aẍa jî xwediyê 6 kuran bû: Cewer (Ceifer) ‎Aẍa, Smayîl Aẍa ango Simko, Şukir Aẍa, Ehmed Aẍa, Xurşîd Aẍa (di şerê bi asûriyan ‎re li Dîlemanê hate kuştin) û Elî Xan (di çaxê şandina bombeya ku ji aliyê ‎dewleta Îranê bi navê şirînî ji bo kuştina Simko hatibû şandin, li çariyê şehîd ‎bû).”[2]
Di Rojhilatê Kurdistanê de ji çaxê serhildana Kela Dimdimê heya roja îro, hemû ‎rêberên kurd bi navê çareserkirina pirsgirêka kurd û hevdîtinê, hatine ‎xapandin û di bi awayekî dûr ji exlaqê siyaset û mirovanetiyê ji aliyê ‎desthilatdarên Îranê ve, hatine kuştin.
Ji serokên êla Şikak Simkoyê Mezin (Smayîl Xan), Elî Xan, Cewer Axa û Simkoyê ‎Şikak tev bi navê hevdîtin û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bi nemerdî ji aliyê ‎desthilatdarên Îranî ve hatine kuştin. Mihemed Axayê Şikak jî piştî kuştina kurê ‎wî (Cewer Axa) çû Stenbolê ku ji sultanê Osmanî (Sultan Ebdulhemîd) dawa ‎hevkariyê ji bo tolhildana xwîna kurê xwe bike. Li wir rêzek taybetî jêre hat ‎girtin û nasnavê Paşa dane wî. Lê bi hewldanên berdevkên Îranê, Mihemed ‎Axa negihişt armanca xwe û wek jêder didin xuyakirin ew li Stenbolê bi ‎komployekê hatiye kuştin. An jî ji ber têkiliyên wî yên bi malbata Bedirxanî û ‎mezinên din yê kurd li Stenbolê, ji wir hatiye dûrxistin û di jiyana dûrî ‎Kurdistanê de wefat kiriye.[çavkanî pêwîst e]
‎Kuştina Cewer Aẍa
Cewer (an jî Ce'fer) Axayê Şikak ku li sala 1905'an de li Tewrêzê hat şehîdkirin[3] di nava êla Şikak de wek cîgirê bavê xwe dihate hesibandin. Bi ‎awayekî fermî bi destûra dewleta Qacarî li herêmên rojavayê gola Urmiyê ‎hukimdarî dikir. Cewer Axa ji ber hinek taybetmendiyên xwe yê mîna mêrxasî, ‎merdayetî û destvekiriyê di nava çîna feqîr û hejarên herêmê de pir dihat ‎hezkirin. Sedem jî ew bû ku wî parek ji wê talana ku ji dewlemendan distand, ‎di nava feqîr û hejaran de belav dikir. Ji bona wê jî Cewer Axa ji aliyê jêredên ‎ewropî û gerîdokên Rojavayî ve wek Robin Hoodê Kurdan hatiye binavkirin.[çavkanî pêwîst e] ‎ Sala 1905'an dema ku Muzeferedîn Şahê Qacar, bi seferê çû Ewropayê, li ‎bajarê Tewrêzê kurê xwe Mihemed Eçlî Mîrza wek cîgirê xwe hilbijartibû. Wê ‎demê Huseyîn Qulîxan (Nizamûl Seltene) jî kiribû waliyê giştiyê ‎Azerbaycanê.[4] ‎ Dîroknivîsê azerbayecanî Ehmed Kesrewî di vê derbarê de dibêje: “Nizamûl ‎Seltene bi awayekî fêrmî Ce´fer Axayê Şikak vexwînd bajarê Tewrêzê û jê ‎dawa kir ku ji bo gotûbêja li ser pirsgirêkên sinorê dewleta xwe û dewleta ‎Osmanî bi hevre bişêwirin. Herwiha wan soz da Cefer Axa ku dewlet yê li wî ‎xweş be û daxwazên wî jî yê bên bicîkirin. Lê piştre ferman da Mihemed ‎Husên Xanê Zerxam (Qeredaxî) ku Ce´fer Axa vexwîne bo seraya xwe û bi ‎awayekî ku ew pênehesin, wî û mirovên pêre bikujin“. ‎ Havîna sala 1905'an piştî ku Cewer Axa bi mezinên êla xwe re şêwirî, di gel ‎heft siwarên xwe yên ku di karê şervanî û mêrxasiyê de zîrek û netirs bûn, ji ‎Kela Çariyê ber bi bajarê Tewrêzê meşiyan. Heft kesên hilbijartî ku bi Cewer ‎Axa re çûn ev bûn: ‎ Mistefa Newrozî (Xalê Mistê), Xalê Mîrzê (xalê Cewer û Simko), Sedo, ‎Hacî (Haco), Caço, Seyîd Mihemed (Seydo) û Qasim (Qaso). ‎ Piştî 40 rojan ji aliyê welîehdê Îranê Mihemed Elî Mîrza ve fermana kuştina ‎Cewer Axa bi telegrafekê, gihişt destê Nizamûl Seltene û ew di seraya dewletê ‎de hat kuştin. Ji heft kesên ku bi Cewer Axa re bûn, pênc kesan karî bi şerekî ‎giran xwe ji bajarê Tewrêzê bigehînin kela Çariyê û xebera bûyerê bigehînin ‎kurdên herêmê. Mihemed Axa ji bo tolhildanê bi riya Sultan Ebdulhemîdê ‎Osmanî çû Stenbolê, lê nekarî raya wan ji bo vî karî bikişîne aliyê xwe. Wek ‎hat gotin ew bi komployên konsulosê Îranê, êdî ji Stenbolê venegerî ‎Kurdistanê û bi her awayê ku bû, hat wenda kirin.[çavkanî pêwîst e] ‎ Kurdan ku bi şêweyek aktîv di şoreşa meşrutexwazên Îranê (1905 - 1911) de, ‎xebat dikirin, ji vî karê Nizamûl Seltene nerazîbûna xwe dan xuyakirin. Herwiha ‎azadîxwazên din yên Îranî li bajarên mina Tewrêz û Tehranê jî ev karê dewleta ‎Îranê şermezar kirin. ‎ Li pey kuştina Cefer û Mihemed Axayê bavê wî, Simko ku xortekî ciwan bû, li ‎ser daxwaz û şêwra rihspiyên eşîreta Şikak, bû cîgirê birayê xwe yê mezin. ‎ Ev di rewşekê de bû ku du hissên niştimanperwerî û tolhildanê di dil û mejiyê ‎Simkoyê ciwan de gelek bihêz bûn. ‎
‎Destpêka Serhildana Simkoyê Şikak û Sedemên Bingehîn


Simko bi şervanên xwe re, di nîvî de. Herwiha du biyanî jî li cem in
Piştî şoreşa Şêx Ubeydelayê Nehrî (sala 1880'an), serhildana Smayîl Axayê Şikak di ‎rojhilatê Kurdistanê de şoreşa herî mezin û domdirêj tê hesibandin. Di çaxê vê ‎şoreşê de bû ku kesayetiya tehqîrbûyî ya kurd wek neteweyekê, hinekî bişkivî û ‎hissên millî di nava kurdên vê perça Kurdistanê de zêdetir ji berê zindî bûn.[çavkanî pêwîst e] ‎Kurdan karî wek netewe hebûna xwe di hemû Îranê de bidin selmandin û ‎berevajî xwesteka şovînîstên faris, hurmeta xwe ya civakî û siyasî wek ‎mîrasekî dîrokî biparêzin. Ji bona wê jî nivîskar û dîrokzan Kirîs Koçêra, ‎Simkoyê Şikak bi weke bavê nasyonalîzma kurdî ya di rojhilatê Kurdistanê de binav ‎dike.
Li gor gotina mezinên Evduyiyan Simko di çaxê şehîdbûna Cewer Axa de xurtekî ‎‎18-19 salî bûye. Yanî sala ji dayibûna wî 1887 an jî 1888'ê zayînî ye. Herwiha Tahirxanê Kurê Simko dide diyarkirin ku dema bavê wî li bajarê Şinoyê hatiye ‎şehîdkirin, temenê wî 42 an jî 44 sal bûye. Simko ku ji aliyê Xalê Mîrzê û ‎mezinên din yên êla Şikak ve wek cîgirê bav û birayê xwe yê mezin hatibû ‎hilbijartin, di dilê xwe de ji bêbextî û nemerdiya desthilatdarên dewleta Îranê, ‎kînek mezin ji wan girtibû.[çavkanî pêwîst e] Wek tê gotin Simko di ciwaniya de xurtekî şervan, ‎netirs û di liv û lebatên wî de hissa tolhildanê gelek bihêz bûye. Ji ber wan ‎hemû derd û belayên ku bi ser malbata wan de hatibûn, mirovekî kêm axiftin ‎û xemgîn bûye û gelek bi xwe re ponijiye.
Hissa tolhildanê jî bi sedemên dîrokî ve girêdayî bû. Simko baş dizanî ku ji ‎bapîrê wî yê mezin Smayîl Xan bigire heya birayê wî Cewer Xan tev bi nemerdî ‎ji aliyê berpirsyarên dewleta Îranê ve hatine xapandin û kuştin. Ji bona wê baş ‎dizanî ku desthilatdarên Îranî li wî jî nagerin û yê rojekê bela xwe li wî jî bidin. ‎Çimkî Simko xwedî hêzeke mezin ya leşkerî bû û wek mezinê eşîreta Şikak di ‎nava kurdan de mirovekî bi qedir û rûmet bû. Wî dizanî ku Îranî dixwazin wî jî ‎weke bira, bav û bapîrên wî, bikujin. Lê ferqa di navbera Simko û bira û bavê ‎wî de, di vir deye ku bîr û rayên Simko yên siyasî (wek rêber û kesayetiyek ‎siyasî yê kurd) ji bo azadî ya Kurdistanê bêtir geş bûn.[çavkanî pêwîst e] Çaxê ku cîgirê waliyê ‎Azerbayacanê (Mukerrem el Mulik) di sala 1919'an bi hevkariya ermeniyan, ‎bombeyek çêkirin û di nava qotiyekê de bi navê şiranî ji Simko re şandin[5], ‎neyartiya Simko bi dewleta Îranê re derbasî pêvajoyek siyasî û eşkeretir bû.
Têkiliya Simko bi du kesayetiyê kurd Ebdulrezaq Bedirxan û Seyîd Teha Gîlanî ‎‎(neviyê Şêx Ûbeydulahê Nehirî) re, şoreşa di bin desthilatdariya Smayîl Xanê ‎Şikak de, di rojhilatê Kurdistanê de û heya radeyekê jî li bakurê Kurdistanê, ‎berfirehtir kiriye.[6] Lê wek jêder û şahidên zindî dibêjin Seyîd Teha Gîlanî heya ‎dawiyê bi Simko re nemaye û navbera wan li ser awayê têkiliya bi îngilîzan re, ‎têk çûye.
Kirîs Koçêra di derbarê têkçûna Simko bi dewleta Îranê re dibêje: ”Bi vê hindê ‎re ku Simko kîna xwe ya li hemberî Îranê venedişart, gotibû ku bizava min li ‎dijî Îranê tolhildan jî têde bû, çimkî bav û bapîrên min, xizim û kesên min yên ‎nêzîk û cotek birayên min, tev bi destê karbidestên Îranê hatine kuştin. Lê bi ‎vê re jî Simko gelek caran behsa vê rastiyê kiriye ku armancên şoreşa wî ji bo ‎berjewendiyên netewî bûne û tenê ji bo tolvekirinê nebûye. Di vê derbarê de ‎Simko gotiye: Hemû kes dizane ku gelê kurd heya niha çi bi ser de hatiye. ‎Mirovên wan yên mezin yên weke Smayîl Xan û Elî Xan bi şêweyek gelek ‎zalimane ji aliyê Îraniyan ve ji nav çûne. Ez niha ji bo gelê Kurd têkûşînê ‎dikim, lê tolhildana ji zordar û bedkaran hê jî maye û ji bîr nabe”.[7]
Mîna ku di roja îro de ji bo hemû serokên kurd eşkera bûye, Simko jî zû ‎pêhesiyaye ku dewleta navendiya Îranê mafê azadî û wekheviyê heta di nava ‎sinorên Îranek yekgirtî de jî nade gelê kurd.
Simko ku gelek kes hereketa wî bi bizavek eşîretî û herêmî dihesibînin, li gor ‎pîvanên wê çaxê mirovekî zana bûye û haya wî ji siyaseta Îran û cîhanê ‎hebûye. Simko bi nameya ku bi riya serleşkerekî îngilîzî ji Zefer el Dulê re ‎şandibû, vê rastiyê baştir dide selmandin. Simko di pareke nameya xwe ‎de dibêje: ”Em pir baş dizanîn ku hinek netewe di cîhanê de hene ku hejmara ‎wan nagehe çaryeka kurdan, lê ew gihiştine xweziyên xwe ku mafê ‎otonomiyê ye. Li almanan binêrin ku çawa ev karê han di nava xwe de ‎pêkanîne. Birastî ger netewa kurd di Îranê de negihije mafê xwe, êdî mirin û ‎neman jêre baştire ji jiyan û mayînê. Di vê roja ku em têde dijîn, dewleta Îranê ‎bixwaze an jî nexwaze, em mafê xwe yê otonomiyê dixwazin. Êdî ev xweziya ‎hemû mirovekî kurd e û ji xelkê me re jî jiyaneke nûye[8]
Ev name dide diyarkirin ku Simko mirovekî dûrbîn bûye û ji bo standina mafê ‎rewayê gelê kurd bi armancên mezin û pîlanên nû dest bi xebata xwe ya siyasî ‎kiriye. Herwiha tenê naveroka vê nameya dîrokî (ku bêgoman di arşîva milliya ‎Îranê de hatiye parastin) ji bo wan nivîskar û lêkolînvanên neteweperest ku tenê bi ‎awaykî negatîv behsa kesayetiya siyasî û serhildana Simkoyê Şikak kirine. ‎
‎Destpêka Şerên Giran


Rojhilatê Kurdistanê
Simko xwedî hêzeke leşkerî ya pirr mezin bû. Hejmara pêşmergeyên wî carna gehiştiya 20.000 ‎kesan. Lê tevahiya van şervanan mîna artêşeke hevgirtî û di bin ala partiyeke siyasî de xebata ‎xwe nekirine. Her eşîrek di bin serokatiya mezinekî wê eşîretê de bûye û rengekî taybetî ji bo ‎nasandina eşîret û hêza xwe hilbijartine. Bo nimune rengê ala hêza di bin serokatiya Simkoyê Şikak ‎de sor bû.[9]
Ji bilî wan şerên biçûk ku di navbera hêzên Simko û Îranê de qewimîne, çend ‎şerên mezin ku bûyera wan di dîroka rojhilatê Kurdistanê de cih girtiye, ‎girîng in.
Ji wan şeran ên girîng ev in:
Piştî ku hêzên kurdan bajarê Urmiye ji destê leşkerên Îranê derxistin, Urmiye ‎wek paytexta desthilatdariya kurdan hat hilbijartin û Têmur Aẍayê Şikak ji ‎aliyê Simko ve weke hakimê bajar hat wezîfedarkirin. Di şerê Gulmanxaneyê de jî ‎hêzên kurdan bi girtina Gulmaxanê rêya ku bajarê Urmiye bi Tewrêzê ve girê ‎dida, girtin. Di şerê Şekeryazî de jî fermandarê hêza dewleta Îranê Emîr Erşed ‎hat kuştin. Emîr Erşed birayê Mihemed Husên Xanê Zerxam (Qeredaxî) bû ku di ‎seraya xwe de Cewer Axa kuştibû. Lê di dawiyê de kurdan nekarî li hemberî ‎hêzên dewletê li berxwe bidin û bajarê Urmiyê ku bi qasî çar salan di dsetê ‎kurdan de bû, ket jêr desthilatdariya hêzên Îranî. Di şerê Miyanduawê de ‎kurdan bi şikênandina hêzên artêşa Îranê, serkeftinên mezin bi dest xistin. Lê ‎karê herî girîng û dîrokî kuştina xayînê navdar Xalo Qûrban bû. Xalo Qûrban ku ‎ji kurdên Hersînê ye, yek ji wan fermandarên şoreşa Mîrza Kuçik Xanê Cengelî ‎bû ku li dijî dewleta navendiya Îranê li bakurê Îranê serî hildabû. Xalo Qûrban ‎bi hevkariya cotkar û çend fermandarên din yên mîna Kerîm Xan, Xalo Hişmet ‎û Baba Xan karî di nava bizava Cengeliyan de heya pileya komîseriyê jî biçe. Lê ‎piştre Xalo Qûrban ji Mîrza. K. Xanê Cengelî qetiya û di bazara xwefirotinê de ‎ket xizmeta artêşa Riza Pehlewî. Xalo Qûrbanê kurd, bi hevkariya artêşa Îranê ‎karî şoreşa Cengeliyan toşî şikestê bike û di dawiyê de serê serokê şoreşê bi ‎xelat ji Riza Xanê Pehlewî re bir koşka Tehranê. Li hemberî vê xizmeta wî ew ‎bû fermandarekî artêşa Îranê.[10]
Riza Şahê Pehlewî xayinê kurdan Xalo Qûrban şand meydana şerê li dijî ‎serhildana Simkoyê Şikak. Lê vê carê di şerê Miyanduawê de ev bi destê şervanên kurd hat kuştin.
Di şerê azadkirina bajarê Mehabadê de fermandarê giştiyê şer Simko bixwe bû ‎ku Seyîd Teha Şemzînî (Gîlanîzade) jî hevkarê wî bû. Piştî şerekî giran bajar ket ‎destê kurdan û 600 jandarmên Îranî ku di bin serokatiya parêzgar Melîkzade de ‎bûn, tev hatin kuştin. Di çaxê şerê Sarî Tacê de jî ku li sala 1922'an li herêma ‎Salmasê (Dîleman) qewimî, hêza kurdan nekarî li hemberî hezên Îraniyan ‎berxwedanê bike. Şer heya dagîrkirina kela Çariyê berdewam bû. Piştî ku kela ‎Çariyê hat girtin, Simko û hezar kes ji siwariyên xwe derbasî bakurê ‎Kurdistanê bûn û ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatin bêçek kirin. Lê ev ne dawiya ‎şerên kurd û dewleta Îranê bûn. ‎
Şehîdbûna Simkoyê Şikak li bajarê Şino
Li ser şehîdbûna Simko ‎goman heye ku hinek axayên kurd xiyanet li wî kirine û ew neçar kirine ku ji ‎bo hevdîtinan xwe bigihîne bajarê Şinoyê. Berdevik û desthilatdarên Îranê ku ‎hertim bi riya xapandin û xiyanetê xwe nêzî siysetvanên kurd kirine, dîsa jî bi ‎navê hevdîtinên çareseriyê, Simko hat razîkirin ku bê bajarê Şinoyê û bi ‎serleşker Muqedem re hev bibînin. Ji bona wê jî wan bi rêya Têmûr Axa ku ‎demek bû, bi birîndarî di destê dewletê de hêsîr bû, nameyek ji Simko re ‎şandin ku wê demê li gundê Barzan bû. Simko bi çend siwarên xwe re hatin ‎çiyayê Qendîlê û li wir jî bi Xurşîd Axayê Herkî re ber bi bajarê Şinoyê ve meşiyan. ‎Li wir fermandarê bajarê Şino serheng Sadiq Xanê Nûrozî ew bir mala xwe. Lê ‎hatina serleşker Muqedem derew bû û ew li benda derfetekê bûn ku Simko bi ‎tenê bikişînin derveyî bajarê Şinoyê û wî li wir bikujin. Di dawiyê de jî bi ‎hînceta pêşwazîkirina ji serleşker Muqedem li derveyî bajarê Şinoyê bi wê ‎davika ku jêre danîbûn, di êvariya 30'ê pûşpera 1930'î de hat şehîdkirin. Herçend di ‎şer de Simko û siwarên wî gelek kes ji serbaz û leşkerên dewletê jî kuştin, lê ‎wî nekarî vê carê xwe ji destê wan rizgar bike. Termê Simko sê rojan li bajarê ‎Urmiyê neveşartî danîn ku gel lê binêre û kurdan jî pêbihesinin ku serokê wan ‎hatiye kuştin. Berpirsyarên dewleta Îranê ji bo zanîna wê hindê ku sedî-sed ‎bizanibin Simkoyê Şikak kuştine, jina Simko ya bi navê Fexriye Êqibalî (azerî ‎bû) anîn ser termê wî û wê jî bi nerihetî ji wan re got:” Belê ev mêrê min ‎Smayîl Axa ye. Ez ji rûyê tiliya wî ya birî dizanim ku berî çend salan ji ber jehra ‎marê ku pêvedabû, bi destê xwe bi kêra xwe birîbû.” [11]
Dema ku xebera kuştina Simko gihişt koşka paşatiya Îranê heya heftiyekê ‎şahî û kêfxweşî hatin lidarxistin û hemû kuçe û kolanên bajarê Tehranê bi ‎ronahî û gulan hatin xemilandin. Riza Pehlewî mezintirîn dijminê xwe di ‎Kurdistanê de ji holê rakiribû.
Şehîdbûna Simko bû sedem ku heya ‎pêkhatina komara Kurdistanê ya di bin serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed de bêdengiyek xemgîn li rojhilatê Kurdistanê hakim be.‎
Xebat û Hewldanên Simko


Şêx Mehmûdê Berzencî
Simko di çaxê desthilatdariya xwe de gelek xebitiye ku bi dewletên biyanî re têkeliyên siyasî ‎pêkbîne. Di vê navê de bi taybetî ew xebitiye ku bi dewleta Îngilistan û YKSS'ê re ‎têkiliyan deyne û bala wan bo ser çareserkirina pirsgirêka kurd bikişîne. Lê wan ji ber ‎berjewendiyên xwe yên aborî û girîng nebûna cihê jeopolîtîk yê axa Kurdistanê, bihayekî wisa ‎nedane pêşniyarên vî serokê kurdan. Simko bi rêya Seyîd Teha Gîlanîzade pirr xwestiye ku ji ‎bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pêkanîna dewleteke kurdî bi berpirsyarên îngilîz ên li Îraqê ‎hevdîtinan pêk bîne, lê di vê daxwaza xwe de bi ser neketiye. Herwiha ew ji Şêx Mehmûdê Berzencî ‎bi gilî û gazinc bûye ku baweriya xwe bi dewleta tirkan re tîne. Ji bona wê jî ew di derbarê îngilîz ‎û tirkan de wiha dibêje: “Îngilîz û tirk her du ji bo çaresekirina pirsgirêka serxwebûn û serbestiya ‎Kurdistanê derewan di gel me de dikin, ew me dixapînin. Îngilîz dixwaze tevaya kurdan mîna ‎xulam û berdeyan ji bo armanc û daxwazên xwe yên çewt bikar bînin û bixebitînin, mîna ‎meymûnan me ji xwe re bireqsînin û ew jî bi me bikenin. Ew dixwazin me li hemberî neteweya me ‎şermezar bikin, ev ne karê min e, ez xiyanetê li gelê xwe nakim. Tirk û îngilîz her du ji hev xirabtirin, lê ji herkesî zêdetir kurd ji bona xwe xirabin, kurd pişta hev ‎nagirin, hînî xizmetkariyê bûne, baweriya wan bixwe tune û mezinatiya hevdu napejirînin.”[12]
Simko bêtirî hertiştî ji xiyaneta axa û begên Kurd dilşikestî bû ku di rojên xweş de mîna mêşa li ‎dora şirînî, kêliyekê ji wî dûr nediketin, lê di rojên tengaviyê de xwe ji wî dûr dixistin. ‎ Xaleke girîng a hewldanên Simko ew e ku wî di çaxê desthilatdariya xwe ‎li bajarê Urmiyê de xebatên rewşenbîrî û çandî dan meşandin. Yekemîn car di dîroka rojhilatê Kurdistanê de Simko ket wê fikirê ‎ku di warê ragehandinê de jî pêngavek bê avêtin. Di sala 1912'an de li bajarê Xoy, Ebdulrezaq Bedirxan bi ‎piştgiriya siyasî û diravî ya Simkoyê Şikak kovareke mehane bi navê Kurdistan weşand. Herwiha li ‎bajarê Xoy dibistaneke kurdî jî, ji bo zarokên kurd vekirin. Salên piştî şerê cîhanî yê yekem yanî ji sala 1919'an heya ‎têkçûna şoreşê rojnameya bi navê (Roja Kurd) û piştre tenê bi navê Kurd ku organa fermî ya ‎dewleta wî bûye, hatiye weşandin. Roja Kurd an jî Kurd rojnameyek heftane bûye. Sernivîserê ‎vê rojnamê nemir Mela Mihemedê Turcanîzade bû ku karê amadekirina rojnameyê di weşanxana ‎Xêyret de li bajarê Urmiyê dimeşandin. Herwiha Simko ji bo agehdariya ji rewşa siyasî û leşkeriyê ‎hemû herêmên di bin desthilatdariya xwe de, ji telefonê mifa standiye û bi vî awayî pêwendiyên ‎hemû fermandarên eniyên şer bi kela Çariyê re hebûne.
Beriya ku Simko bi awayekî berfireh dest bi şer û şoreşa li dijî dewleta Îranê bike, bi hevkariya ‎Ebdulrezaq Bedirxan û çend giregirên din yên kurd komelek bi navê Cîhandanî li bajarê Xoyê ‎damezrandibûn, ku komelek rewşenbîrî bû û bêhtir xebatên çandî û rewşenbîrî dimeşandin.
Simko pir xebitiye ku bi kesayetî û bizavên ku li dijî rejîma Îranê serî hildane, têkiliyên siyasî ‎deyne. Ew bi şoreşgerê azerbayecanî Mihemed Xiyabanî re di nava peywendiyan de bûye. Herwiha ‎Simko û serdarê şoreşa bakurê Îranê Mîrza Kuçik Xanê Cengelî xebitîne ku di navbera şoreşa ‎Kurdistan û bakurê Îranê (Gîlan) de dan û standinên siyasî pêkbînin, lê gûherandinên siyasî ev derfet ‎nedaye wan ku vî karê dîrokî bigehînin encamê.






Mêraniya Simkoyê Şikak û nemerdiya Riza Şahê Pehlewî


Riza Şahê Pehlewî
Riza Mîrpenc ku bi hevkariya îngilîzan ji pileya serleşkeriyê bû şahê Îranê, di sala 1925'an de ji bo ‎serlêdanekê çû Azerbayacan û Kurdistanê. Armanca wî ya herî mezin ew bû ku riyekê ji bo bi dawî ‎anîna serhildana Simko peyda bike û desthilatdariya xwe li hemû Îranê birêk bike. Serleşkerên Îranî ‎pir dawa ji Riza Şahê Pehlewî kirin ku dev ji vê sefera xwe berde, lê ew razî nebû û xwest ku ji ‎nêzve Simko bibîne. Xuyaye ku hemû di wê baweriyê de bûn ku Riza Şah êdî ji wê seferê venagere ‎û yê bi destê Simko bê kuştin. Dema ew bi 62 kes ji fermandar û hêza xwe ya taybetî ve nêzî ‎bajarê Salmasê dibe, di yekemîn dîtinê de 5000 siwariyên Simkoyê Şikak bi rûyekî sar û girij ‎pêşwaziyê li şahê Îranê dikin û rêzek taybetî jêre nedigirtin. Simko jî wek serokekî kurd bi kincên ‎kurdî li hemberî şahê Îranê sekinî û bi pêşwaziyek sar û bi serê lêvê bixêrhatina wî kir. Piştre herdu ‎bi hevre çûne karwanserayekê û li ser pirsgirêkên herêmê axivîn. Wek tê gotin Riza Şah pir ‎tirsiyabû ku Simko wî û hemû kesên wî bikujin. Ji bona wê jî heya berê sibê ji tirsa nerazabû.[çavkanî pêwîst e] Ew herdem li benda wê hindê bû ku siwarên Simko hêrişî wan bikin û ‎tevde bên kuştin. Herçend piştî ewqas bûyerên tal ku Simko bi çavên xwe dîtibûn, êdî baweriya wî ‎bi desthilatdarên Îranê nemabû, lê derfetek dîrokî ji dest da û wê şevê Riza Şahê Pehlewî nekuşt û ‎ew ji destê wî filitî.
Simko piştre di hevdîtinekê ya bi serleşker Ebdulah Tehmasbî re gotibû: ”Mezintirîn şaşiya min di wê şevê de ew bû ku min Riza Şah nekuşt”. Wê şevê Riza Şah ji serleşker ‎Tehmasbî dawa kir ku karekî bikin û Simko mijûl be û çax derbas be û roja din zû ji wir ber bi ‎Urmiyê hereket bikin. Wan bi lîstika texte nerd wê şevê Simko mijûl kirin û roja din Simko ‎pêhesiya ku Riza Şah ji destê wî derketiye û derfetek zêrîn ji destê xwe daye.[çavkanî pêwîst e]
Dema ku Riza Pehlewî bi hevkariya hêzên biyanî desthilatdariya xwe li herdera Kurdistanê bihêz ‎kir, bi awayê ku li jor hat gotin ji bo hevdîtinên siyasî Simko vexwendin bajarê Şinoyê û li wir ew ‎bi bêbextî hat kuştin.
...................................................
Bo heftiya 4
Evan peyvan ji tekistê pênasekê bideyê:



Dimdim

Xalo Qûrban


Riza Şahê Pehlewî


Roja Kurd