2014-11-26

Badînan yan Behdînan


Badînan yan Behdînan


Cografî

Badînan dikeve nav paralelên 41° û 42° - 44° û 45°, merîdyenên 36° û 37° - 37° û 38°
Ji aliyê bakûr ve Botan û Hekarî dikevin ser sinorê vê deverê. Başûrê rojhelatê vê deverê bi devera Soran ve tête girêdanê. Başûrê rojavayê vê deverê dikeve ser sinorê parêzgeha Musilê. Li aliyê rojava dikeve ser sinore deverên Hêsîçe (Heseke) û Qamişlo yên Kurdistana rojava. Rûberê vê deverê di navbera 20.000 ta 30.000 km2. Ev devere ya dewlemend e ji layê cografî ve. Herwesa ev devere ji çiya, deşt, gelî û rûbaran pêk têt.
Li vê deverê bi 10an çîyayên navdar hene wekî çîyayên Metîn, Gare, Spîrêz, Şaraniyê, Pîris, Meqlob, Elkoş, çîyayê Şirîn, çiyayê Şengalê, çîyayê Akrê û heta domahiyê.
Deştên navdar jî ev in: deşta Silêvaneya, deşta Sindiya, deşta Dubanê, deşta Feydiyê û çendîn deştên dî.
Herweku tête zanîn Kurdistan bi giştî ya dewlemende di warê çavkaniyên avê da. Herwesa çendîn rîbarên navdar jî li vê deverê hene weku rûbarên: Dîcle, Hîzil, Ro-Şîn, Zêyê Mezin, Xabûr, Nihnik, Xazir, Sîrwanê Mezin û gelek rîbarên dî.
Bi giştî li devera Badînan hemî corên dar û barî lê şîn di bîn. Lê yên bernîyas weku: sêv, tirî, hejîr, hinar, xox û heta domahiyê. Zêdebari hemî corên keskatî yê.


Devok (zarave)

Xelkê vê deverê jî weku badînî (behdînî) têne navkirin. Herwesa têne naskirin bi Kirmancên Kurdistana başûr. Navê devokê (zaravayê) wan jî her Badînî ye. Devoka Badînî nêzîkî devoka Botanî û Hekariyê ye. Ji ber ku ev hersê devere nêzîkî êk in. Lêbelê, mixabin ji ber egerên sîyasî û parçebûna Kurdistanê mirov hest pê diket ku ev devere jêk dîrin û di warê kargêrî (îdarî) de ji êk cuda ne. Lê herçende jêk cuda ne jî belê bazirganiyeke bi hêz di navbera wan da heye.

Kargêrî
Daniştiyên vê deverê di navbera 1.000.000 ta 1.500.000 in. Li parêzgeha Duhokê bi tinê nêzîkî 920.000 kesan dijîn. Ji wana 241.000 li malbendê (merkezê) parêzgehê dijîn, yan mirov dişêt bêje 26,19% ji daniştiyên parêzgehê li bajêrê Duhokê bi xwe dijîn. Duhok dikeve navenda devera Badînan. Duhok nêzîkî 75 kîlometran ji Kurdistana bakûr dîre.
Parêzgeha Duhokê ji 6 qezayan pêk têt:

Bajêrê
Zaxo dikeve ser sinorê Kurdistana bakûr bi dûratiya nêzîkî 8 km. Zaxo dergehekê zor giring e di warê aborî de ji bo devera Badînan bi taybetî û Kurdistana başûr bi giştî. Daniştiyên bajêrê Zaxo pêtirin ji 80.000 mirovan. Bajêrê Akrê dikeve rojhelata devera Badînan. Akrê tête hejmartin êk ji bajêrkên mezin yên devera Badînan. Daniştiyên devera Akrê nêzîkî 200.000 mirovan in. Bajêrkê Sêmêlê dikeve rojavayê bajêrê Duhokê bi dûratiya 8 km. Herwesa rêjeyeke berçav li vî bajêrkî akincî ne. Bajêrkê Amêdiyê di serdema Mîrnişîna Badînan de peytextê vê Mîrnişîna navhatî bû û malbendê edeb û zanîna vê deverê bû. Ta îro jî şûnwarên vê dibistanê mayinê mîna Fêrgeha Qobadî û çendîn fêrgehên dî li vê deverê. Zêdebarî vê çendê hejmara daniştiyên bajêrkê Amêdiyê nêzîkî 6000 mirovan in. Şêxan bajêrkekî teze rizgar kirîye. Ev bajêrke dikeve navbera Etrûşê û Akrê de. Akinciyên evî bajêrkê navhatî pêkhatîye ji bisilimanan, êzidîyan û kiristiyanan.
Herwesa devera Şengal dihête hejmartin êk ji deverên giring yên Badînan. Lê ev devere nehatibû rizgar kirin ta piştî cenga rizgariya Iraqê li sala 2003. Li dîv çend jêderan tê zanîn ku hejmara daniştiyên bajêrkê Şengal nêzîkî 40.000 kesan in. Herwesa jimareka zor ji bajêrk, komelgeh û gundan ser bi sinorê devera Badînan ve ne.

Ayîn
Di nav devera Badînan da gelek ayînên cida hene weku Bisilman, Zerdeştî , Êzidî, Kirîstiyan û Ermenî. Herwesa tê zanîn Cihî ji berê li vê deverê di jiyan. Lê rêjaya Bisilmanan rêjeya herî mezine li devera Badînan. Rêjeya Bisilmanan nêzîkî 70% ta 75%. Çonkî li bajêrên mezin weku Duhok, Zaxo, Akrê piraniya herî mezin ya akinciyan ji ayînê Bisilmanan pêk têt. Ayînê Êzidiyan têt hejmartin ko ayînê 2 yê ye li vê deverê, ji ber ko rêjeyeka berbiçav li vê deverê di jîn. Hejmara wan li devera Badînan di navbera 500.000 ta 600.000 kesane. Piraniya Êzidiyan daniştiyên devera Şengal û Şêxan in. Herwesa ayînê Kirîstîyana ji kevin da akinciyên vê deverê ne. Mirov di şêt bêjit li ser demê Imbratoriya Aşûriya ta nûke li vê deverê di jîn. Ev ayîne yê berbelave li çendîn deverên ciyaciya yên Badînan. Piraniya akinciyên Kirîstîyanan li bajêrên Duhok û Zaxo di jîn. Ermenî olekê dî yê taybete ji ayînê Kirîstîyana. Wekî tête zanîn piraniya wan li bajêrê Zaxo di jîn.

Mêjo
Herwesa Badînan ya navdare bi mîrnişîna Badînan ya ko di navbera çerxên 13 û 14 de li ser destên Behaeddîn Şemdînî hatiye avakirin. Wekî tête zanîn ko ev mîrnişîne bi hêztirîn mîrnişîn bû li deverên Kurda di wî serdemî da. Mîrnişîna Badînan Hikomranî di kir di navbera salên 1376 ta 1843. Herwesa leşkerekê(40.000) bi rêk û pêk hebu. Paytextê vê mîrnişînê Amêdiyê bo. Bajêrê Amêdiyê di kevite navbera çîyayên Metîn û Gare.
Dîrok dîdevana çerxê 20 ye û karesatên devera Badînan. Badînan li salên 80 yan ketibû ber şepolên kêmyabaran û enfalan. Bi 1000an mirovên bê goneh bibun qorbaniyên van karesatên enfalan yên hovane. Bi 100an mirov bune qorbaniyên kîmyabaranan û bi 1000an gund hatine wêrankirin.

Navê Behdînan
Dema ola îslamê hatiye Kurdistanê li herêma Behdînanê bi heman navê êlekê/eşîrekê kurd hebûye. Di tomarkirinên rojavayiyan de navê vê êlê wekî Bedhînî derbas dibe. Dibêjin vê êlê gelek dereng misilmanî qebûl kiriye, bi sedan salan li ser olan Zerdeştîtî mane.
Misilmanan bo henekên xwe bi wan bikin, biçûk bixin, ji Bedhînî kirine Bêdînî (behdînî) yan Gebern. Ev êl kurd-îranî bûye, ji ber ku wê demê gelên îranî tevlîhev bûne, dîroknasên farisan, wan wekî faris jî tomarkirine ku ev ji ber siyaseta Îranê ye.

Pisr:

1- Navê pênc çiyayên devera Behdînan binvîse:


2- Navê pênc deştên devera Behdînan binvîse:


3- Navê pênc rûbarên devera Behdînan binvîse:


4- Navê wê devoka/diyalêkta li Behdînan pê têt axivtin çiye?


5- Kîjin ew bajêrên mezin li Behdînan?


6- Kîj bajêr li ser demê xwe paytextê Mîrgeh/mîrnşîna Behdînan bûye?


7- Li devera Behdînan kîj ayin/dîn tên peyrew kirin yan perisandin?



8- Kî bû mîrgeha Behdînan avakirî?


9-



2014-09-17

Dastana Xec û Siyabend

Siyabend û Xecê                                                                                                         



 
Li ser çiyayê Sîpanê Xelatê xortekê nêçirvan digeriya. Navê vî xortî Siyabend bû. Siyabend ji gundê Silîvê bû. Loma jê re digotin Siyabendê Silîvî. Siyabend xortekê çeleng û bedew bû. Dilê wî ketibû Xecê. Xecê jî keçeke pir bedew bû. Wisan bedew bû, ku çavê kê lê ketba hiş û aqil ji serê wî diçû. Siyabend pir xizan bû. Nikaribû kuqelenê Xecê bide û ji xwe re bîne.

Dilê Xecê jî ketibû Siyabendî. Bavê Xecê kurdekê dewlemend bû. Wî dizanî, ku dilê Xecê û Siyabend di hev de heye. Wî jî Siyabend qebûl dikir, lê ji temahiya dinê, dixwest keça xwe bide yekî, ku qelenekê pir bistîne. Mirov ji mêranî, mêrxasî û bedewiya Siyabend têr nedibû. Siyabend û Xecê herdu jî dengbêj bûn. Dema ku wan bi dizî hevûdu didîtin, dilê wan geş dibû, kêfa wan dihat, bi hev re henek dikirin û dikeniyan. Lê dema ku qala qelen dibû, Xec digiriya. Siyabend li ber dilê wê dida û nedihişt ku ew bigirî. Wî digot,"bi çi awayî dibe bila bibe, dixwaze bila bi rindiyê be, dixwaze bila bi xirabiyê be; hetta dixwaze bila kuştin jî tê de hebe, ez ê dîsa Xecê ji xwe re bînim".

Rojekê qîz, bûk û xortên êla Zîlan kom bûn û çûn bindarûkê. Paşî, Siyabend û Xecê jî çûn. Gava ku Siyabend û Xeca zer tên wê derê, hemû ecêbmayî dimînin, devê wan xwar dibe û li wan dinêrin. Li ser çiyayê Sîpanê Xelatê ewqas qîz, bûk û xort civîyabûn, ku nedihatin hejmartin. Lê gava ku dibû govend û dengbêjî, kes qasî Siyabend û Xecê nedibû.

Gelek kurên axayan, began û dewlemendan dihatin, ku Xecê ji xwe re bixwazin, lê Xecê ew qebûl nedikirin.
Çend sal ketin navberê, rojekê Siyabendî Xec revand û bir ser çiyayê Sîpanê Xelatê. Siyabend û Xecê sê roj û sê şevan li wir bi hev şa bûn. Ew pir bextewer bûn, ku mirada wan bi hev bûbû. Roja çaran, ber bi nîvroyê bû. Herdu di nav kulîlkan de rûniştibûn. Xewa Siyabênd hat. Serê xwe danî ser çoka Xecê û di xew de çû. Dema ku Siyabend di xewa şêrîn de bû û Xec bi porê wî şa dibû; bi carekê de dengek hat. Xecê nihêrî, ku di besta biniya wan de nêriyê kûvî direve û sê pezkûviyan jî daye dû wê. Ji wan yekî, ew pezkûviya delal ji yên din veqetandiye û daye ber xwe dibe. Lê yên din nawêrin herin cem.
Dema ku Xecê ev yeka dît, girîya. Hêsirên wê ji ser sûretê wê yê sor dilop dilop gêr bûn hatin xwarê. Hêsirek hat kete ser rûyê Siyabend. Siyabend, ji xewê rabû ser xwe. Wî bala xwe dayê, ku Xec digirî, pirs kir:
- Xecê, tu çima digirî, ma tu poşman bûyî? Bila li ber destê Xwedê be, bila bi qewlê mêrê berê be; me heta niha mîna xwîşk û bira bi hev re derbas kiriye. Ku tu poşman î ez te dibim mala bavê te...
Xecê got:
- Siyabend, tu çima wisan dibêjî? Na, ez ne poşman im. Ez heta roja mirinê ji te dûr nakevim.
Siyabend:
- Ku wisan e, tu çima digirî?
Gavek berê nêriyekî, pezkûviyeka rind dabû ber xwe û dibir. Du-sê heb jî ji dûr ve li pey wan diçûn û newêrîbûn xwe bidana ser. Ew nêrî mêrxasekê mîna te bû. Ji şabûnê û ji eşqa dil giriyê min hat.
Siyabend:
- Ka, bi kîjan alî ve çûn?
Xecê destê xwe dirêj kir û got:
- A bi vî aliyê han de çûn.
Siyabend, rabû ser xwe, şûr û mertalê xwe girêdan. Tîr û kevanê xwe hildan û got:
- Li ser vî çiyayê Sîpanê Xelatê ji min mêrtir kesek tune. Ez nêçirvan im. Çawan pezkûvî werin di cem min re derbas bin.
Siyabend li pey pezkûviyan ket û çû.
Nêzîkî pezkûvî bû. Tîrkevanê xwe kişand, dirêjî wî kir, ku lêxe; nêriyekî xwe wek mirovekê çeng kir û hat cem Siyabend. Şaxê xwe li Siyabend xist û ew avêt binê gelî.
Xecê her ma, Siyabend nehat. Te digot qey dilê wê zanibû, ku tiştek bi serê wî de hatiye. Xec, lezekê şûnde li pey Siyabend çû. Li vî alî û wî alî geriya, Siyabend tunebû. Xec gelek geriya şunde, hat binê gelî. Çawan ku giheşt binê gelî, wê dît ku Siyabend li wir e û dinale. Çû hindav Siyabend, ku çi bibîne! Darek di pişta wî re çûye û di sîngê re kiriye der. Xecê li ser derd û kulan re got:

Serê çiyayê Sîpanê Xelatê bi mij e
Binê çiyayê Sîpanê Xelatê bi mij e.
Kê dîtiye, kê bînaye,
Ku nêçir, nêçirvan bikuje.
Gakûviyo, te studirêjo weke bejna mino,
Çawan te ji hev kir destê jin û mêro,
Studirêjo weke dara sûkê,
Çawan te xirab kir bextê xort û bûkê.
Siyabend li Xecê vegerand:
Xecê, Xeca min a delal,
Çawan nebû mirazê min û te,
Me ê ji xwe ra li serê Sîpanê Xelatê,
Çêkira kûnekî rind û delal.
Xecê meke, melûrîne,
Hêstiran di ser sûretê sor de nebarîne...

Siyabend û Xecê gelek stranan li ser hev dibêjin. Xecê jî li wir xwe ji zinar diavêje jêr.
PIRS
-         Wateyên peyvên xîç li jêr bizane.

1. Çiyayê Sîpanê Xelatê li ku ye?
2. Çima ji Siyabend re dibêjin Siyabendê Silîvî?
3. Xec, keçeke çawan bû?
4. Siyabend, xortekî çawan bû?
5. Çima Siyabend nikaribû qelenê Xecê bide?
6. Çima bavê Xecê, Xec nedida Siyabênd?
7. Mirov çawan dizane, ku dengê Siyabend û Xecê xweş bû?
8. Dema ku wan bi dizî hevûdu didît, çi dikirin?
9. Dema ku qala qelen dibû Xecê çi dikir?
10. Siyabend, Xec revand bir ku?
11. Çima Siyabend û Xec li ser çiyayê Sîpanê Xelatê bextewar bûn?
12. Kengê xewa Siyabend hat û çawan raket?
13. Dema ku Siyabend di xewê de bû, Xecê li besta jêrîn çi dît?
14. Çi Siyabend siyar kir?
15. Gelo ma Xec poşman bûbû, ku digirîya?
16. Dema ku Xecê got, " a bi vî alî han de çûn", Siyabend çi kir?
17. Dema ku Siyabend kir ku li pezkûvî xe, pezkûvî çi kir?
18. Dema ku Siyabend paş de nehat Xecê çi kir?
19. Xecê di binê gelî de çi dît?
20. Çi bi serê Siyabend de hatibû?

2014-04-29

Paşeroj

»Paşeroj« yan »pêşeroj«

Di van salên dawiyê de, di kurmanciyê de peyva »pêşeroj« ji bo destnîşankirina dema hê nehatî – dema piştî niha – hatiye dîtin. Xuya ye eger weha bêdeng derbas bibe dê cihê xwe bigire. Bêguman dewlemendkirina zimanî bi peydakirin û çêkirina peyvên pêwîst tiştekî baş e. Çi xiş di hindê de jî nîne ko zimanê zindî ew e yê ko digel pêşdeçûna dem û jiyan û teknîkê xwe bi pêş de dibe. Lê diristkirina peyveka nû di zimanî de şehrezahiyeke taybetî pê divêt. Ko mirov bixwaze peyvekê ji bo navkirina tiştekî çêbike divêt mirov berî her tiştî lêkolînan bike û bizanibe ka ji bo wî tiştî yan wê wateya dilxwaz peyvek – di çi zarave û devokeka wî zimanî de be bila bibe – heye yan na. Eger na, bi dîtina min çêtir e ko mirov vebigere bo zimanekê dî ko ji eynî binemala zimanê mirovî ye û sûdê di peyvsaziyê de jê bibîne. Di rewşa kurdiyê de farisî zimanê herî nêzîkî kurdiyê ye.
Û eger ew jî nebe wê çaxê mirov li zimanine din dinêre û wecê ji peyvsaziya wî dibîne û li gor rêdarên zimanê kurdî peyvekê diafirîne.
Lê ez bi guman im ko di karê peydakirina peyva »pêşerojê« de ev pirensîp hatibine ber çav girtin. Xuya ye di nîva dawiyê ji salên heştiyê de û dibe ko ji kurdên kurmancîaxêvên Ewrupayê dest pê kiribe, peyva »pêşerojê« ji bo binavkirina dema piştî niha ya ko hê nehatiye, hatiye bi kar anîn. Eger mirov rê bide ko »pêşeroj« ji bo vê wateyê bête bi kar anîn, wê çaxê mirov mafî dide xwe ko »paşerojê« jî bo dema buhurî (derbasbûyî) bi kar bîne. Ev jî ji »paşerojê« re du wateyên hevdij çêdike. Ji ber ko her ji kevin de »paşeroj« bi mebesta dema piştî niha; yê hê nehatî hatiye bi kar anîn.
Feqê Teyran di malika 223-yê ya »Şêxê Sen'an« de ya ji berhevkirina Rudenko ya ko Memo Yetkînî wergerandiye bo tîpên latînî û »Roja Nû« di 1986-ê de li Stokholmê weşandiye, dibêje:
Dê aşiqan meylek hebî
Guhdarê mehbûba xwe bî
Qet hayî ji paşrojê nebî
Li intîzara wesletê
Eve, ji bilî ko di soraniyê de »paşeroj« peyveke cihgirtî ye û mana wê ji her kesekî soranîaxêv û kurmancên Behdînan, Botan û Hekariyan re xuya ye û mebest jê dema piştî niha ye.
Di ferhenga Xal de ya ko sala 1960-ê hatiye weşandin û yek e ji ferhengên kurdî-kurdî yên pir baş, wisa hatiye nivîsandin:
Paşeroj: rojanî lemewdiwat
Pêş: berdem, katî raburdû
Hejar, di ferhenga xwe »Henbane Borîne« de, eynî wateyê dideyê:
Paşeroj: Lewdiwa, ayinde, rojanî diwayî
Pêşo: leberêda, ber le.
Qenatê Kurdo di pirtûka xwe ya gramerê de wextî wisa dabeş dike:
Wextê bihirî, berê
Wextê niha
Wextê wê bê (paşwext)
Di »Hawar«, »Roja Nû« û »Ronahiya« bedirxaniyan de dema piştî niha bi zelalî nehatiye bi nav kirin. Carna jî herweko di hejmara 2-yê ya Ronahiya gulana 1942-ê di rûpela 18-ê de »ayend« li şûna »paşerojê« bi kar anîne.
Lê Kamuran Bedirxanî di rûpela 39-ê de, di pirtûka xwe »Turkçe izahli Kürtçe Gramer« de »dema paşî« bo »paşerojê« bi kar aniye.
Herwiha Celadet Alî Bedir-Xanî jî di ferhenga xwe ya kurdî–fransî de, ko hêj çap nebûye, bêjeyên »paşroj« û »paşrojî« bi kar anîne û bêjeya »pêşeroj« di ferhenga wî de nîne.
Ji van nimûneyan jî fêm dibe ko têkiliya »paşerojê« bi dema bêt ve heye. »pécule« bi zimanê fransî dibe »pereyên ko mirov ji bo rojên piştî îro yanî paşerojê kom dike«. Û »paş rojî kirin« jî dibe »kom kirin yan jî parastina tiştekê bo rojên piştî îro, yanî ekonomîk bûn«.
Bi dîtina min »paşeroj« û »pêşeroj« li gor du rêdaran hatine afirandin:
1. Li gor dabeşkirina wextî (zeman) bi xwe:
Dema pêşiya niha > Dema niha > Dema piştî niha
Roja pêşiya roja îro > Roja îro > Roja piştî roja îro
Eger em ji ya li jor peyvan dirist bikin wê encam ev be:
Dema borî = pêşeroj > Niha = îro > Dema bê = paşeroj
Di zimanên hindo-ewropî de sê demên bingehî hene; ango dema bê, dema niha û dema borî. Sebebê vê ew e ko em zemanî weke xeteka rast fêm dikin. Dema niha niqteyek e li ser vê xetê, paşeroj dema li piştî niqteyê ye û dema borî dema li pêşiya niqteyê ye. Demên gramera me bersiva vê dabeşkirina polên zemanî ne.






Ev grafîk gelekê xweş diyar dike ka »paşeroj« çi dem e.

2. Li gor peywendiya wextî bi tişt, cih û kesan re:
> Rojên ko mirovî li paş xwe hiştine (rojên ko derbasbûne)
> Rojên mirovî yên niha
> Rojên ko li pêşiya mirovî ne (yên ko dê bihên)
Ji xwe bi gotin jî em dibêjin:

Ez nikarim niha biryarê bistînim, dê niha hizra xwe kim û dê »paşê« biryarê bidim. Niha gera min e û »paşê« gera te ye. Berê ez û »paşê« tu. Yek dipirse dibêje: şevaheng çawa ye, yê din bersivê dide û dibêje: pêşiyê baş bû û niha jî xerab nîne lê em dê bizanin ka »paşê« çawa be.
Bêguman ew »paşeroja« ko li destpêkê cihê xwe di zimanê kurdî de girtiye li ser bingehê dabeşkirina demê hatiye ava kirin. Lê, em bibêjin ev jî çewt e, divê em bizanin ko vê cihê xwe girtiye û pêwîst nake em yeke weha peyda bikin ko wê ji binyat bi çewt bide nasîn. Mirov di rewşeke weha de dikare xebatê ji bo sazkirina hevwateyan bike lê ne dijwateyan ji eynî peyvê re.
Min ev nimûne li vir bi nav kir ji bona ko em ji evro pê ve bo dema piştî niha hem peyva »paşerojê« wekî berê bi kar bînin û hem jî dev ji bikaranîna »pêşerojê« di cihê wê de berdin. Û hem jî bona ko ew kesên destan di zimanî de wer didin di van pirsan de pir li ser xwe bin û bi awayekî şehreza qelemên xwe di nava karên ji vî rengî de bajon.
                
        SIDQIYÊ HIRORÎ



2014-04-09

ROJNAMEYA KURDISTAN

No1, 1898

Rojnameya Kurdistan, No1, 1898, Qahîre

Sed hezar şukir û hemd ji xudê tealî re em misilman xelq kirin. Û zanîna îlm û meirifetê re hiş û zeka da me. Derheqa elimandina ilim û meirîfetê re gelek ayetên celîle û ehadîsê şerîfe henin, dinyayê de çiqas misilman hebin, gund û bajarên hemiya de mekteb û medrese û cerîde henin. Dinyayê de çi dibe çi nabe cerîde dinivîsin. Heyfa min têt ji kurda re, kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiş û zika ne, camêrin, dînên xwe de rast û qewîne, xurtin û dîsa, weke qewmên dî nexwendane, ne dewlemendin. Dinyayê de çi dibe cîranê wan musquf çaveye, wî çi bike nizanin. Luma rêya xudê dee min ew cerîde yaha nivîsî bi izna xudê teala paş niho her pazde roja de carekê ezê cerîdekê binivîsim. Navê wê min kiriye (Kurdistan) wê cerîdeyê de ezê behsa qenciya ilim û meirîfeta bikem. Li kuderê mirov dielime, li kuderê medrese û mektebên qenc hene ezê nîşa kurda bikem, li kuderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çava şer dikin, ticaret çawa dibe, ezê hemiya hikat bikim. Heta niho kesê cerîdekî hulê ne nivîsiye. Ew cerîdeya min a ewiliye luma wê gelek kêmayî hebîtin. Hemî tişt wekî nû çêdibin kêmin paşî, hinekî diçe dikeve rê de, ewe êdî ezê dest meqsedê bikim. (We minellahê tufîq).
Hezretê pêxember eliyhel selewat û elselam gotiye: (El ulemaê weresetel enbiya), anku ulema warisên enbiyane ji terefê xudê de meimurin weiz û nisîhetê biden xelkê, riya qenc nîşa wan biken, luma gelî ulmayên kurda, çawa ewin weiz û nesîheta nimêjê didin welê divê ewên mîr û axa û kaurmancin dinasin wan teşwîqa zanîna ilim û meirifetê biken. Riya qenc nîşa wan biken, heke evên wê neken gunehê hemiya stuyê we ye.
Dîsa hezretê pêxember eleyh elselam gotiye: '' El ilim ilman ilim elebdan we ilim el edyan'' anku, ilim du du ne, yek jî bidnaye, yek jî ilim, dîn û îmanêye, ilim bedena hekîmiyê ye. Gelî mîr û axanao heya niho kî ji we guh daye wî emrê pêxember? Kî ji we zaroyên xwe, birayên xwe, mirovên xwe rê kirine dane xwendin? Kî ji we gundê xwe da, bajêrê xwe da mekteb, medresek daye çêkirin? Gelî elmano ûn çire wan hedîsa ji mîr û axa re naxûnin? ûn çira cerîdeyên erebî naxwînin, da ûn bizanin dinyayê de çi dibe.

Dîsa hezretê pêxember eleyhe el selam gotiye: ''Elkasib hebîb ellah'' anku mirovê kesb û karê bike xudê teala hej wan dike. Ew mirovê nexwenda be nizane cerîdeya bixwîne, ew mirovê cerîdeya nexûne nizane li kuderê ticaret qenc dibe. Cerîdeyên niho tên nivîsandin behsa hemî tişta diken , mirovên wan bixûntin wê bizanibe malê destê wî de li kuderê pera dike.

Wan salên hade İstanbulê mektebek hatiye çêkirin, navê wê mektebê mekteba Eşîraye, xeyirî zaroyên eşîra zaroyên kesê qebûl naken, ji Bexda û Şamê, ji Yemenê, Şimir û Enzê hemî zaroyên xwe rêdikin İstanbûlê wê mekteba eşîra de dixwînin. Her sal du heyva diçin malên xwe paşî dîsa tên şeş, heft sala de alimên qenc ji wan derdikevin. Paşî dên diçin gund û bajêrên xwe dewlet her heyva pere dide wan dibin meimûr, hêdî hêdî dibin muteserif, dibin walî. Gelî mîr û axano gunehê zaroyên we stûyê we be, ûn jî zaroyên xwe rêkin bidin xwendin, dewlemendên we bila gunda de mekteba çêkin, riya xudê de xêra bikin.

Dîsa hezretê nebî eleyhe elselam gotiye: '' Elherb xidet'' gelî mîr û axa û kurmancino, dinya zane kurd camêrin li wî zemanê ha de şer bi camêriyê tinê nabitin, top û tifengên we ecêb derketine, hevqa dûr diçin, cîhê mirov dengê wan nebihîsit gule di berikên wan diçin mirova dikujin.


Rojnamevaniya kurdî


Rojnamevanî, anku hebûna rojname û kovaran.
Destpêkirna rojnamevaniya kurdî vedigerit bo berî 116 salan berî nuke, dema ku bo yekemîn car rojnameyeka kurdî derçûyî, ew jî bi navê KURDISTAN, li roja 22 Nîsana 1898. Li vê rojê her sal kurd li hemû cihan ahengên pîrozkirna bîrewriya rojnamevaniya kurdî saz dikin. Rojnameya Kurdistan li despêka xwe li bajêrê Qahire, paytextê Misirê derdiket. Xudanê wê jî Miqdad Medhet Bedirxan Paşa bû. 
                       


                                    Hindek nimome ji rojname û kovarên ku li Kurdistanê derdikevin.


Rojnameya Kurdistan, rojnameyeka bi zimanê kurdî bû û bi tîpên erebî derdiket û her car du hezar dane ji her hejmarekê bê beramber bo xelkê Kurdistanê di hatin hinartin.
Piştî ku Osmaniyan givaştin li ser Misrê kirîn, Bedirxaniyan rojnameya “Kurdistan” derbasî Ewropayê kirin, li bajêrên Cenêva, London û hindek cihên dî derxistin. Piştî Medhet Bedirxan Paşayî, birayê wî Evdirehman Bedirxan barê derxistina rojnameyê hilda ser milên xwe. Di çar salan da, di rewşeka dijwar da 31 hejmarên rojnameyê derketin.
Îro bi hezaran rojname, kovar û pirtûk li hemû deverên cîhanê bi zimanê kurdî derdikevin, bi taybet piştî ku parçeyek  ji Kurdistanê azad bûy, rojnamevaniya kurdî jî pêtir azadiya xwe dît.


¨     Van peyvan bike di cihên vala da.

rojname                     yekemîn    sal             Qahire      Xudan

ziman       Osmaniyan                Bedirxaniyan            derxistin

hilda                          hezaran                      azad
 
 









Rojnamevanî yan rojnamegerî, anku hebûna _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ û kovaran.
Destpêkirna rojnamevaniya kurdî vedigerit bo berî 107 salan dema ku bo
 _ _ _ _ _ _ _ _ _ _  car rojnameyaka kurdî derçûy, ew jî bi navê KURDISTAN, li roja 22 Nîsana 1898. Li vê rojê her _ _ _ _ _ _ _ _ _ _  kurd li hemû cihan bi girêdana semînar û helbest û vekolînan, bîrewriya rojnamevaniya kurdî saz dikin. Rojnameya Kurdistan li destpêka xwe li bajêrê _ _ _ _ _ _ _ _ _ _, paytextê Misirê derdiket. _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ ê wê jî Miqdad Medhet Bedirxan Paşa bû. 
Rojnameya Kurdistan, rojnameyeka bi _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ ê kurdî bû û bi tîpên erebî derdiket û her car du hezar dane ji her hejmarekê bê beramber bo xelkê Kurdistanê di hatin hinartin.
Piştî ku _ _ _ _ _ _ _ _ _ _  givaştin li ser Misrê kirîn, _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ rojnameya “Kurdistan” derbasî Ewropayê kirin, li bajêrên Cenêva, London û hindek cihên dî _ _ _ _ _ _ _ _ _ _. Piştî Medhet Bedirxan Paşay, birayê wî Evdirehman Bedirxan barê derxistina rojnameyê _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ ser milên xwe. Di çar salan da, di rewşeka dijwar da 31 hejmarên rojnameyê derketin.
Îro bi _ _ _ _ _ _ _ _ _ _  rojname, kovar û pirtûk li hemû deverên cîhanê bi zimanê kurdî derdikevin, bi taybet piştî ku parçeyek  ji Kurdistanê _ _ _ _ _ _ _ bûy, rojnamevaniya kurdî jî pêtir azadiya xwe dît.

¨     Van peyvan biguhore bi wan yên ku xîçek li bin.

virêkir      2000    dizivrît     heyva çar     şar    herf      beş  belaş
 
 





1.     Rojnameya kurdistan li bajêrê Qahire dirdiket.  _ _ _ _ _ _ _ _ _
2.     Îro parçek ji welatê me azade.  _ _ _ _ _ _ _ _ _
3.     Rojnameya kurdistan bi tîpên ererbî di hat nivêsîn.  _ _ _ _ _ _ _ _ _
4.     Hejmara yekê ji rojnameya Kurdistan li 22 Nîsanê 1898ê derket. _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _

5.     Destpêkirna rojnamevaniya kurdî vedigerit bo berî 107 salan. _ _ _ _ _ _ _
6.     Rojnameya kurdistan her car du hizar dane bê pare bo xelkê Kurdistanê di hate hinartin. _ _ _ _ _ _ _ _ _    _ _ _ _ _ _ _ _ _    _ _ _ _ _ _ _ _ _.


CÎNAV YAN PRONAV


¨     Navdêrên binîxîçkirî bi wan cînavên ku lê tên biguhore.





grûb 1 (xweser)
grûb 2 (tewandî)


ez
tu
ew
em
hûn
ew
min
te
wî/wê
me
we
wan


Hogir diçit bajêrî

Azadî şekirk xwar.

Narîn çû Silêmaniyê.

Nêrgiz ji bêrê têt.

Dilşad li kîve ye?

Aram û Befrînê gundor xwar.

Dilgeş paysiklê di hajot.

Kurd ji welatê xwe dikin.

Zelalê bo min û Perwînê got,

 

Dijmin çi ji me dixwazit?

Dilberê trumbêl hajot.

Rêzan û Karzan diçin dersa Kurdiyê

Şîlanê lîstokek da min.

Alanî  lîstokek da min.

Serdar, Simko û Şewbo çûn mal.

Aram û Viyan diçin dibistanê.

Kurmanciya Alanî pir baş e.

Mamê min hat mala me.

·       Van peyvan Şirove bike.




Rojname                     _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _
                
Kovar                         _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _
                
Rojamevanî                _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _
                
Semînar                      _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _
                
Helbest                       _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _
                
Vekolîn                      _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _
                
Bîrewrî                       _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _
                
Rewş                          _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _
                
Pirtûk                         _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _
                
Dever                         _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _
 
 
Hussein Hirori