»Paşeroj« yan »pêşeroj«
Di
van salên dawiyê de, di kurmanciyê de peyva »pêşeroj« ji bo destnîşankirina
dema hê nehatî – dema piştî niha – hatiye dîtin. Xuya ye eger weha bêdeng derbas bibe dê cihê xwe bigire. Bêguman
dewlemendkirina zimanî bi peydakirin û çêkirina peyvên pêwîst tiştekî baş e. Çi
xiş di hindê de jî nîne ko zimanê zindî ew e yê ko digel pêşdeçûna dem û jiyan
û teknîkê xwe bi pêş de dibe. Lê diristkirina peyveka nû di zimanî de
şehrezahiyeke taybetî pê divêt. Ko mirov bixwaze peyvekê ji bo navkirina
tiştekî çêbike divêt mirov berî her tiştî lêkolînan bike û bizanibe ka ji bo wî
tiştî yan wê wateya dilxwaz peyvek – di çi zarave û devokeka wî zimanî de be
bila bibe – heye yan na. Eger na, bi dîtina min çêtir e ko mirov vebigere bo
zimanekê dî ko ji eynî binemala zimanê mirovî ye û sûdê di peyvsaziyê de jê
bibîne. Di rewşa kurdiyê de farisî zimanê herî nêzîkî kurdiyê ye.
Û eger ew jî nebe wê çaxê mirov li zimanine din dinêre û wecê ji
peyvsaziya wî dibîne û li gor rêdarên zimanê kurdî peyvekê diafirîne.
Lê ez bi guman im ko di karê peydakirina peyva »pêşerojê« de ev
pirensîp hatibine ber çav girtin. Xuya ye di nîva dawiyê ji salên heştiyê de û
dibe ko ji kurdên kurmancîaxêvên Ewrupayê dest pê kiribe, peyva »pêşerojê« ji
bo binavkirina dema piştî niha ya ko hê nehatiye, hatiye bi kar anîn. Eger
mirov rê bide ko »pêşeroj« ji bo vê wateyê bête bi kar anîn, wê çaxê mirov mafî
dide xwe ko »paşerojê« jî bo dema buhurî (derbasbûyî) bi kar bîne. Ev jî ji
»paşerojê« re du wateyên hevdij çêdike. Ji ber ko her ji kevin de »paşeroj« bi
mebesta dema piştî niha; yê hê nehatî hatiye bi kar anîn.
Feqê Teyran di malika 223-yê ya »Şêxê Sen'an« de ya ji
berhevkirina Rudenko ya ko Memo Yetkînî wergerandiye bo tîpên latînî û »Roja
Nû« di 1986-ê de li Stokholmê weşandiye, dibêje:
Dê aşiqan meylek hebî
Guhdarê mehbûba xwe bî
Qet hayî ji paşrojê nebî
Li intîzara wesletê
Qet hayî ji paşrojê nebî
Li intîzara wesletê
Eve, ji bilî ko di soraniyê de »paşeroj« peyveke cihgirtî ye û
mana wê ji her kesekî soranîaxêv û kurmancên Behdînan, Botan û Hekariyan re
xuya ye û mebest jê dema piştî niha ye.
Di ferhenga Xal de ya ko sala 1960-ê hatiye weşandin û yek e ji
ferhengên kurdî-kurdî yên pir baş, wisa hatiye nivîsandin:
Paşeroj: rojanî lemewdiwat
Pêş: berdem, katî raburdû
Pêş: berdem, katî raburdû
Hejar, di ferhenga xwe »Henbane Borîne« de, eynî wateyê dideyê:
Paşeroj: Lewdiwa, ayinde, rojanî diwayî
Pêşo: leberêda, ber le.
Pêşo: leberêda, ber le.
Qenatê Kurdo di pirtûka xwe ya gramerê de wextî wisa dabeş dike:
Wextê bihirî, berê
Wextê niha
Wextê wê bê (paşwext)
Wextê niha
Wextê wê bê (paşwext)
Di »Hawar«, »Roja Nû« û »Ronahiya« bedirxaniyan de dema piştî niha
bi zelalî nehatiye bi nav kirin. Carna jî herweko di hejmara 2-yê ya Ronahiya
gulana 1942-ê di rûpela 18-ê de »ayend« li şûna »paşerojê« bi kar anîne.
Lê Kamuran Bedirxanî di rûpela 39-ê de, di pirtûka xwe »Turkçe
izahli Kürtçe Gramer« de »dema paşî« bo »paşerojê« bi kar aniye.
Herwiha Celadet Alî Bedir-Xanî jî di ferhenga xwe ya kurdî–fransî
de, ko hêj çap nebûye, bêjeyên »paşroj« û »paşrojî« bi kar anîne û bêjeya
»pêşeroj« di ferhenga wî de nîne.
Ji van nimûneyan jî fêm dibe ko têkiliya »paşerojê« bi dema bêt ve
heye. »pécule« bi zimanê fransî dibe »pereyên ko mirov ji bo rojên piştî îro
yanî paşerojê kom dike«. Û »paş rojî kirin« jî dibe »kom kirin yan jî parastina
tiştekê bo rojên piştî îro, yanî ekonomîk bûn«.
Bi dîtina min »paşeroj« û »pêşeroj« li gor du rêdaran hatine
afirandin:
1. Li gor dabeşkirina wextî
(zeman) bi xwe:
Dema pêşiya niha > Dema niha > Dema piştî niha
Roja pêşiya roja îro > Roja îro > Roja piştî roja îro
Roja pêşiya roja îro > Roja îro > Roja piştî roja îro
Eger em ji ya li jor peyvan dirist bikin wê encam ev be:
Dema borî = pêşeroj > Niha = îro > Dema bê = paşeroj
Di zimanên hindo-ewropî de sê demên bingehî hene; ango dema bê,
dema niha û dema borî. Sebebê vê ew e ko em zemanî weke xeteka rast fêm dikin.
Dema niha niqteyek e li ser vê xetê, paşeroj dema li piştî niqteyê ye û dema
borî dema li pêşiya niqteyê ye. Demên gramera me bersiva vê dabeşkirina polên
zemanî ne.
Ev grafîk gelekê xweş diyar dike ka »paşeroj« çi dem e.
2. Li gor peywendiya wextî bi tişt, cih û kesan re:
> Rojên ko mirovî li paş xwe hiştine (rojên ko derbasbûne)
> Rojên mirovî yên niha
> Rojên ko li pêşiya mirovî ne (yên ko dê bihên)
> Rojên ko li pêşiya mirovî ne (yên ko dê bihên)
Ji xwe bi gotin jî em dibêjin:
Ez nikarim niha biryarê bistînim, dê niha hizra xwe kim û dê »paşê« biryarê bidim. Niha gera min e û »paşê« gera te ye. Berê ez û »paşê« tu. Yek dipirse dibêje: şevaheng çawa ye, yê din bersivê dide û dibêje: pêşiyê baş bû û niha jî xerab nîne lê em dê bizanin ka »paşê« çawa be.
Ez nikarim niha biryarê bistînim, dê niha hizra xwe kim û dê »paşê« biryarê bidim. Niha gera min e û »paşê« gera te ye. Berê ez û »paşê« tu. Yek dipirse dibêje: şevaheng çawa ye, yê din bersivê dide û dibêje: pêşiyê baş bû û niha jî xerab nîne lê em dê bizanin ka »paşê« çawa be.
Bêguman ew »paşeroja« ko li destpêkê cihê xwe di zimanê kurdî de
girtiye li ser bingehê dabeşkirina demê hatiye ava kirin. Lê, em bibêjin ev jî
çewt e, divê em bizanin ko vê cihê xwe girtiye û pêwîst nake em yeke weha peyda
bikin ko wê ji binyat bi çewt bide nasîn. Mirov di rewşeke weha de dikare
xebatê ji bo sazkirina hevwateyan bike lê ne dijwateyan ji eynî peyvê re.
Min ev nimûne li vir bi nav kir ji bona ko em ji evro pê ve bo dema
piştî niha hem peyva »paşerojê« wekî berê bi kar bînin û hem jî dev ji
bikaranîna »pêşerojê« di cihê wê de berdin. Û hem jî bona ko ew kesên destan di
zimanî de wer didin di van pirsan de pir li ser xwe bin û bi awayekî şehreza
qelemên xwe di nava karên ji vî rengî de bajon.
SIDQIYÊ HIRORÎ