( Bo heftiya bêt, bixwîne û têbigehe).
Dastana Derwêşê Evdî û evîndarîya Edûlê ; mîna Mem û Zîn, Siyabend û Xecê dastanê Kurdan yên herî navdar in. Derwêşê Evdî dastaneka Kurda ya netewî ya Evîndarî û qehremanîyê ye. Dastana Derwêşê Evdî nej i berî demeke pir kevn peyda bûye. Lê mixabin ji ber ne bûna derfeta nivîsandina li nik kurdan ew jî ketîye bin tirsa jibîrkirinê.
Dastan mîna kurteçîrok û stran maye. Li gor tê gotin 32 şêwazên Dastana Derwêşê Evdî hene. Di Edebîyata Kurdan da coreyek huner heye ku di nava Edebîyata gelên dinê da kêm tê dîtin. Ev jî her çiqas Kurdan nikarîbûne serpêhatîyên xwe binivîsînin jî, li şûna vê ji xwe re babetekê Wêjeyî bi taybet afirandine. Ev jî beklî hêj nav lê nehatîye kirin.
Mirov dikare ji vê re Helbest-çîrok bibêje.
Mirov dikare ji vê re Helbest-çîrok bibêje.
Kurdan serpêhatî, bûyer, qehremanî û kul û kederên xwe weke Helbest-çîrokan dokument kirine. Anku him bi stran him jî di navda bi awayê çîrok gotine. Wek ; Rustemê Zal, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Derwêşê Evdî, Evdalê Zeynê, Zembîlfiroş, Emê Gozê, htd. Dikare bê gotin ku gelên cîhanê, ji bona kêf û şahîyên xwe stran gotine. Lê Kurdan êş, derd û fermanên ku bi serê wan da hatine kirine stran.
Li ser Derwêşê Evdî û Edûlê li her alî Kurdîstanê bi dehan şêweyên stranan tên gotin.
Ev bi xwe jî tê wateya ku ev dastanek bi nirx û netewî ye. Ji wan stranan yek jî dengbêjê deng zêrîn Qerapêtê Xaço ye.
Hunermendê nemir strana Derwêş û Edûlê weha dibêje :
Lê lêê Edûlê...!
Lê lê Edûlê! mala bavê xerabê rojka me avêtê helkanê ne dûre
Erê dibê şevk û şemalê didaye bejn û bala di fîstanê te Edûlê!
Erê berfa nîsanê daye quba Resûle
Erê lê dibe heft xwînê mêran û mêrxasan li ba tebe
Tê rabe ramûsanekê bi ser can û cesedê min da berde
Erê di berdêla heft xwînê mêran û mêrxasan min ramûsan qebûle lê lêê oy oy !
Lê lê Edûlê! lêmala bavê xerabê, min go navê te şêrîne dîsa hefadê gula
le dibe bila heft xwînê mêran û mêrxasan li ba tebe,
Ezê bi çepilê Edûla xwe bigrim dîsanê birevînim
Ezê bavêjim mala Cemîl Axa, Cemîlê di gurdila
Erê ji sibê heta êvarê bikin raf û nêçîrê
Erê şevê emê rûnin bikin agirê dara
Erê serê sibê rabin, bixwin goştê şalûl û bilbila.
Lê lê Edûlê! ez qesem dikim bi navê Xwedê ji ber serê te ranabim
De eynî fermana min li heft dewletê ecnebîya rabe
De bila heft ... li serê min lêxin, panzde agirê mencenîqa li ser min dabin
de bila heft bav û birakê te evda xwdê suwarê hespa û zîna be
de bila bi şûra û xencera li ser can û cesedê lo min peyabin
erê bira xwûna min û tev di ava Belecûka şewitî da di nava hevûdû da ra be
Ezê qesem dikim bi navê xwedê, ezê devê xwe xana gerdenê ji hinarê rûkê te bernadim lê lê lê oy oy oy !
Edûlê digo : de nabe, nabe, nabe nabee heşaşo nabe !
de bila ava xevikê û xabûrê mala xwedî şewitî li neqeba min û te rabe
de sabûna Himisê û Hemayê, Cizîra Botayê, Bexdayê bila bibe kef û kinc rabe
erê emê herin ber avê di cemidî, hinarê sorî gulî bişon
erê ezê dikim û nakim tu car û tu carî kef û kinca devê te jê safî nabe lo lo looo!
Erê dibê şevk û şemalê didaye bejn û bala di fîstanê te Edûlê!
Erê berfa nîsanê daye quba Resûle
Erê lê dibe heft xwînê mêran û mêrxasan li ba tebe
Tê rabe ramûsanekê bi ser can û cesedê min da berde
Erê di berdêla heft xwînê mêran û mêrxasan min ramûsan qebûle lê lêê oy oy !
Lê lê Edûlê! lêmala bavê xerabê, min go navê te şêrîne dîsa hefadê gula
le dibe bila heft xwînê mêran û mêrxasan li ba tebe,
Ezê bi çepilê Edûla xwe bigrim dîsanê birevînim
Ezê bavêjim mala Cemîl Axa, Cemîlê di gurdila
Erê ji sibê heta êvarê bikin raf û nêçîrê
Erê şevê emê rûnin bikin agirê dara
Erê serê sibê rabin, bixwin goştê şalûl û bilbila.
Lê lê Edûlê! ez qesem dikim bi navê Xwedê ji ber serê te ranabim
De eynî fermana min li heft dewletê ecnebîya rabe
De bila heft ... li serê min lêxin, panzde agirê mencenîqa li ser min dabin
de bila heft bav û birakê te evda xwdê suwarê hespa û zîna be
de bila bi şûra û xencera li ser can û cesedê lo min peyabin
erê bira xwûna min û tev di ava Belecûka şewitî da di nava hevûdû da ra be
Ezê qesem dikim bi navê xwedê, ezê devê xwe xana gerdenê ji hinarê rûkê te bernadim lê lê lê oy oy oy !
Edûlê digo : de nabe, nabe, nabe nabee heşaşo nabe !
de bila ava xevikê û xabûrê mala xwedî şewitî li neqeba min û te rabe
de sabûna Himisê û Hemayê, Cizîra Botayê, Bexdayê bila bibe kef û kinc rabe
erê emê herin ber avê di cemidî, hinarê sorî gulî bişon
erê ezê dikim û nakim tu car û tu carî kef û kinca devê te jê safî nabe lo lo looo!
Li gor texmînan dastana Derwrêş û Edûlê berî nuha bi 244 salî, di sala1768 an da, li herêma Wêranşahrê di dema Paşayê Mila ya Zor Temer Paşa da bûye. Derwêş ji Wêranşahrê, gundê Oxlaqçî yê, lawkê Evdî Milhim û bi eslê xwe kurdekî êzidî ye. Ji alê Şengalê hatine hêla Wêranşahrê û hatine nav hoza Milan. Evdî û birayê xwe ji bona paşayê Milan re şer kirine û bi serketin e. Evdî Milhim dilê wî dikeve Edûlê. Edûl jî qîza Temer Paşa û misulmane. Lê dil çi olan nasnake û ew û Derwêş evîndarê hevin. Evîna wan evînek gelekî mezine. Zor Temer Paşa yê Milî li kurdîstanê li navenda Weranşahrê, di navbera Dîcle û Ferat da; ji Ruha heta Herran tev Amed û heta digihe snorê Mûsil û Helebê hukum dikir. Temer Paşa xwedanê 36 eşîr ( Konfederasyon ) û 32 hezar malên Milan e. Milan û eşîrên Tirk (Tirkmen) û Ereba dujminê hevbûn ji ber ku eşîrên Tirk û Ereb edr û av ji heywanê wan re qedexe kiribû.
Derwêş û birayê xwe Sadûn du mêrxasên û egîd bûn. Wan gelek dujminên Mila û Paşê şikandin û gelek talanê wan girt û anîn. Zor Temer Paşa dujminê dewleta Osmanîya ye. Derwrêş jî ji ber egîdê paşayî û li hember dewletê jî şer dike sed û yek sal ceza lê hatîye birîn. Ji ber ku dewletê gelek qetlîam li ser Kurdan û Kurdên êzîdî dikir Derwrêş jî her dem li hember dewletê bi kîn bû. Dewlet carekê wî û paşyê li Ruha yê digre û dixe zîndanê. Birayê Derwrêş Sadûn hêriş dikit ser zîndanê, Paşa û girtîya azad dike. Carekê jî Derwrêş û Zor Temer Paşa diherin Qereçdaxê neçîrê. Birrek suwar yên ku dujminê paşê ne li wan rast tê û dora wan digre. Derwrêş bi mêratî wan ji hev belav dike. Yên tê kuştin û yê dinê jî direvin. Paşa vedigere mal û pesnê Derwrêş dide.
Di wî demî da ji ber evîna Derwrêş û Edûlê û ku Derwêş êzidî bû, Temer Paşa Malbata bavê Derwêş sirgunî alî Şengalê dike. Ereb û Tirk sirgun kirina Derwêş û êzidiya jî wek fersend bi kar tînin û li hember Zor Temer Paşa biryara şer didin. Eşîrên Tirk û Ereban du eşîrê giranin. Paşa dikeve tengasîyê û gazî eşîrên Milan dike. Çiqas mêrxas û rîsipîyê Milan ( Xidreka, Kûra, Çûva, Hacika, Sînika, Cimika, Çemika, Kumnexşa, Berguhana, Alîreşa, Cemaldîna, Seyîda, Şerkîya, Keja, Menda, Nasira,û Dodika ) li bin kûnê Paşê dicivin. Zor Temer Paşa nameya ku Ereb û Tirkan ji bo şer şandîye dide xwendin û raya wan dixwaze û dibêje : “Ka kîjan gernas wê barê wî şerî bide ser milê xwe.”
Ji ber ku ev barekê gelek giran e, ji çi kesan deng dernayê û li ber wan aloz dibe. Paşa soz dide û dibêjê: “ Soz be kîj leheng rahêle dijminan Edûl ya wî be.”
Lê mixabin dîsa ji wan xortên ku şûr simêla wan nedibirî, deng dernayê. Edûl xwe dixemilîne û li ser sênîya zêrî sê rojan fincana qehwê digerîne, lê çi kes destê xwe navê fincanê. Paşî ji rîsipîya yek dibêje : “ Ku hûn bi ya min bikin emê bişînin pêy Derwrêş, bêy wî tu kesê ku li hember 1700 suwarê tirk û ereb bisekine tune. Bi wî awayî emê hem ji Derwrêş xelas bibin û hem jî tirk û ereban bişkînin.”
Temer Paşa wê hizrê baş dibîne û qebûl dike. Qasidekî suwar dike û dişîne Şengalê pêy Derwêşê Evdî. Gava ku Derwêş vî xeberî dibihîze, pir kêfxweş dibe û destûrê ji bavê xwe dixwaze. Lê Evdî Milhim ji ber ku berê ji destê Temer Paşa dîtîye bawer nake û dixwaze Derwêş neçe. Divêje: ‘’ Derwêş lavê min, Zor Temer Paşa xayin e. Min jî jê ra gelek merxasî kir. min jî di dema xwe da kiçek ji wan xwest lê neda min, Edûlê nade te. Neçe ev rêka çûyin û nehatnê ye.’’
Derwrêş : “Bavo , eger ez herim û ne vegerim jî lê şerefa vê yekê ji me û heft bavê me ra bese.’’
Evdo bala xwe didê ku çare li Derwêş nabe destûrê dide. Derwêş hespê xwe Hedban zîn dike şûr, rim û mertalê xwe heldigrit û ew birayê xwe Sadûn û du hevalên xwe yên dî beref Weranşhrê bi rê ketin.
Ku Derwêş giha pêş kûnê Paşê, ye 27 stûnî û peya dibe, Paşa bi xwe pêşwaziyê dike û qedrekê zêde didê. Derwêş li wir hevalên xwe yên şerî tev dîtin. Yek ji wan şervanan biraza yê Temer Paşa yê ku Edûl xwestîye Îso bû. Îso û Derwêş bibûn wek birakên hev.
Derwêş ji Îso ra got : “Ka keko tu çi dibê.”
Îso : “ Bira ! ez dizanim ku dilê te û Edûlê di hevda ye, ji alî min ve bê xem be, ez qet ne li dijim. Bi xêr û Xweşî be û xwedê miradê we bike û ez bi ruh û canê xwe bi te ra me.”
Lê hevalê Derwêş û Sadûn her çiqas li ber gerîyan ku wî ji wê rê wegerînin nikarûbûn wî razî kink u neçit şerî. Wan gotin : “ Ev rêya nevegerê rêya mirinê ye.”
Derwêş jî ji wan re got : “ Ez dizanim, heger hûn naxwazin hûn dikarin neyên, lê ezê herim.”
Piştî Derwêş û hevalên xwe biryara çûnê day, şûnda civat rûnişt. Edûl bi xemla xwe mîna xezalekê li ser sênîya zêrîn qehwe anî û gerand. Gava Derwêş çav li Edûlê ket hiş û aqilê wî çû. Edûl fincana bi xwîn gerand lê kesekî negirt. Gava hat ber Derwêşî, sekinî bi dengekî nizm got : “ Ramehêjê !” Lê Derwêşî fincan girt û bi carekê ra bi ser xweda kir. Rabû ser xwe binê guharê Edûlê ramûsa û cardî rûnişt. Zor Temer Paşa jî rabû ser pîya û hat çavê wî maç kir û pîroz kir. Dûra Derwêş çû cem Edûlê. Lê wê jî kir û nekir ew ji ya xwe venegerîya.
Suwarê Hedban Derwêşê Evdî, tirsa dilê neyara, kile çavê Edûlê û tevî 11 hevalê xwe yê cengevan berê xwe dan binîya Weranşhrê Girê Edşanê sinorê Mila û Tirkan. Gava gihan girê Edşanê serleşgerê tirkan ku navê wî Efer bû ew jî berê bibû hevalê Derwêşî û tev gelek şer kiribûn ew ji dûr va wî nas dike. Carekê Derwêş çûbû nêçîra û xezalekê birîn dike û ew ji birra xwe vediqete. Derwêş di dûv xezalalê de çû. Xezal diçe nav malê tirka. Efer jî kurê axayê wan e. Li wir Derwêş û Efer hev nas dikin û ji hev hezdikin. Dibin birakê hev. Efer canîkekî dîyarî dide Derwêş û Derwêş navê canîkî dike Hedban. Hedban dibe hespekî pir jêhatî. Di şeran da dîn û har dibe nayê zeft kirin. Derwêş gelekî ji Hedban hez dike, wî dixwerîne û maç dike.
Efer ji hevalên xwe re dibêje : “ Evê han egîtê Milane û yê Pêşî serbazê wan, biramakê min Derwêşê Evdî ye. Merxasekî hêjaye. Lê Temer wî dixapîne, ka ez herim belkî ez wî ji navbera me û Temer derxînim.”
Efer tê cem Derwêş û hevalên wî. li hev dipirsin û şûnda Efer : “ Kekê Derwêş, ez heyrana çavê te, tu xwe ji nava me û Zor Temer bide alî. Em birayê hevin, naxwazim em li hember hev şer bikin, Temer te dixapîne, tu bi serkevê jî ew Edûlê nade te, ka guh bide birakê xwe û vegere.
paş wan gotina Derwêşî ji Efer pirsî : “ Ma wekî din gotinê te hene ? “
Efer got :“ Na.”
Derwêş :“ Efer birawo! baş li min guhdarî bike, ez ne zarome, Dewêşim Dewêşê Edvî. Min ev bare bi zaneyî girt ser milê xwe. Bila ku tu baş zanibe ez Milî me û ev erde edrê Kurda, yê Mila ye ne yê Ereb û Tirka ye û tucar jî wê nebe yê wan. Min li şîretên te gudarî kir, ev meydana şere, kerem bike here cem leşkerên xwe û karê şer bikin. Yan xwedê wê bide me yan wê bide we, em binêrin gelo ka kî berxe kî berane ! Heta îro em bira bûn ji nuha û pêve dujminin. Çi ji te tê qet texsîr neke.”
Efer ji Derwêş ra got: “Derwêş ka were dev ji şer berde. Bi soz emê bi zorê Edûlê ji te ra ji paşê bistînin û bînin.’’
Derwêş li Efer nêra û jê ra got:“Ez Derwêş im, vî navî naînim ser xwe û Edûlê. Min nevê Edûl wê min ra bibêje ku xelkê ez dam te.’’
Li ser wan gotina çi hîvîya Efer nema û bi dilekî şikestî vegerîya cem hevalên xwe. Piştî çûna Efer Derwêş dîsa ji hevalên xwe ra got : “Gelî hevala ! yê ku poşman an naxwazin şer bikin bila keremkin vegerin malên xwe. Bi rastî ez na xeyidim. Yê min, min mirin daye ber çavê xwe. Serê min jî here ez venagerim.”
Li ser wan gotina hevalên wî aciz bûn û gotin : “ Ma ev çi gotine, ma qey ruhê me ji yê te çêtire. “
Derwêş û hevalên xwe şûr û rimê xwe girêdan û xwe avêtin ser pişta hespên xwe erîşî ser suwarê Tirk û Eraban kirin. Derwêş weke pilinga kete nava wan û ew ji hev bir birî kirin. Bû şingêna şûra, gujîna xwînê û nalîna birîndara. Bi qasî saetekê wana şer kirin. Gelek peyayê Tirk û Ereba hatin kuştin. Lê du hevalê Derwêş jî hatibûn kuştin. Gava navberek dan şer û li ser girê Etşanê gihan hev, Derwêş dît ku du hevalê wî tunene dîn bû, çavê wî bûn mîna gola xwînê û dîsa êrîş kir ser Ereb û Tirka. Vê carê Derwêş çi di wan nehişt. Lê dîsa sê hevalên xwe dabû ser. Bi wî awayî şerê Edşanê sê roja berdewam kir. Bi sedan Tirk û Ereb hatibûm kuştin. Lê belê bêy Derwêş û Îso tu egîtên Milan jî nemabûn. Îso jî birîbdar bûbû. Bira yê Derwêş Sadûn jî hatibû kuştin. Derwêş bi dilekî şewitî desmala Sadûn li stuyê hespê wî yê bi navê Kumêt gerand û berê hesp da mala bavê xwe Evdî Milhim. Kumêt şîhî ya û di dora Sadûn zivrî û dixwest wî bihêle. Lê dûra wek wî jî fam kiribe Sadûn mirî ye serê xwe rakir û bi çargavî berê xwe da nav êzidîya ku bên hawara Derwêş û Sadûn. Di şer da kurê Efer jî tê kuştin. Lê Efer dîsa jî bangî Derwêş dike ku dev ji şer berde. Lê Derwêş razî ne dibû. Gava bû êvar û şer betal bû Derwêş û Îso vegerîyan cîhê xwe ser girê Edşanê. Derwêş xwest Îso bişîne pê hawara Milan. Lê Îso li ber xwe da û nexwest Derwêş bi tenê bihêle. Belê Derwêşî ew razî kir û virêkir.
Serê sibê Derwêş bi tenê ajot ser leşkerê tirka. Şerekê dijwar kir û gelek ji wan kuşt in. Lê cara dawiyêdema Derwêşî ajot ser wan û çendek kuşt û birîndar kir der du simên Hedban ketin çaleka kûr û şikestin. Gava ku Derwêş ji ser pişta Hedban da hat xwar wan bi şûr û rima êrîşî ser wî kirin. Derwêş li erdê jî çendek bi şûr perçe kirin. Lê Heyf û mixabîn ew jî birîndar bû. Di vê navberê da xweha Efer nezîkî wan bû û got : “ Ma bêbext û bê şerefno ! qey eve mêrxasîya we. Heger hûn mêr bûna we yê li ser pişta hesp lêxista.”
Efer jî hat ser Derwêş û gava ew di wî halî da dît, îna
destê xwe di li dor stuyê Derwêş ra bir û dest bi girî kir.
Derwêş got: “ Megirî Efer, gotikeka me Kurdan heye, dibêje : ‘xwedê berxê nêr ji bo kêrê daye’. Ez ji te dixwazim ku tu min bigihînê serê girê Edşanê bes.”
Eferî bîrna Derwêsî pêça û nan û av danê. Derwêşî got : “ Efer daxwazîya min ya dawî ji te ewe ku tu min bibê ser girê Edşanê cem hevalên min û pişta min bide kevirekê mezin, simêle min bade, ez dizanim nuha bi gazîyê ra Edûla delal ya ku min di ber wê da canê xwe da wê bê. Lê ez naxwazim Edûla narîn min di halekê xerab da bibîne.”
Efer xwestekên Derwêş bi cîh anîn û şûnda Derwêş jê ra got:“ Efer keko aha waye ji dûrda gazîya milan ya giran tê. Heger te bigirin wê te bikujin. Tu here xwe xelas bike.”
Efer bi dilek şkestî xatir ji Derwêş xwest û bi rê ket. Derwêş kenîya û bang kir:
“ Efer birawo, min nizanî ku mêrê weke te jî digirîn.”
Efer vegerîya ser Derwêş lê nizanîbû çi bibêje. Derwêş dîsa got : “ Ka zû here birawo here. Em birakê hev yê axretê ne, ezê li vir li benda te bim. Xayîn nebe zû bê ha!”
Eferî wê carê bi dengê bilind girîya û çû. Tu nema Edûl li hespê li pêşîya suwara gazîya Mila ya giran xwe gihandin ser girê Edşanê. Edûlê bê ruh û bi girîn xwe avêt ser Derwêş. Derwêş bêy tiştekî bibêje bi destê Edûlê hişk girt û li çavê wê yê reş û belek nêrî heta ruh jê kişîya. Derwêş çûbû ser dilovanîya xwe lê di wî şerê dijwar da dawîya Tirk û ereban jî hatibû. Dawîya mayî Mila dan ber xwe. Yê revîyan, yê teslîm bûn yên din jî giş hatin kuştin. Belê Derwêş û hevalê xwe hatin kuştin, Derwêş û Edûl negihîştin hev lê di vî şerî da Tirk û Ereb ji Şam, Heleb, Mûsil û heta Bexda yê zordestî dikirin jî hatin şikestin û tifaqa Milan xurt û hêza wan mezintir bû.
Edûl girîya, li xwe xist, porê xwe kişand û Derwêş maç kir, serê wî dana ser çoka xwe, ji kezebê, bi dilê şewat û bi hêsirê çava got : ” Delal ..! “ û paşî ev lawike pê got:
Delal lo delal..!
Delalê min waye delal, delalê min waye delal, delalê min waye delal, waye delal!
Ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim lo lo Derwêşo !
Derwêşê dilê min suwar bû li derê mala bavê min peya bû,
Derwêşê dilê min rebenê suwar bû li derê mala bavê min por kurê peya bû.
Xwedê xerebike destê min ji agirê cixarê, fîncana hatin û çûyina mêvana xalî nebû,
Min dî keçika cîrana xebera nexêrê ji min ra di anî, digo lê lêê por kurê ma tu nizane
Derwêşê dilê te xeyidî bervî mal çû.
Wê gavê çavê min mîna tavîya berf û baranê ji hêsra xalî nebûn, ez nemînm, ez nemnîm, ez nemnîm lo lo delalo ax !
Ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim lo lo Derwêşo !
Derwêşê dilê min suwar bû li derê mala bavê min peya bû,
Derwêşê dilê min rebenê suwar bû li derê mala bavê min por kurê peya bû.
Xwedê xerebike destê min ji agirê cixarê, fîncana hatin û çûyina mêvana xalî nebû,
Min dî keçika cîrana xebera nexêrê ji min ra di anî, digo lê lêê por kurê ma tu nizane
Derwêşê dilê te xeyidî bervî mal çû.
Wê gavê çavê min mîna tavîya berf û baranê ji hêsra xalî nebûn, ez nemînm, ez nemnîm, ez nemnîm lo lo delalo ax !
Delalê min waye delal, delalê min waye delal, delalê min waye delal, waye delal !
Ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim lo lo Derwêşo !
Derwêşo lavo were mala bavê min bi mêvanî, Derwêşo berxo were mala bavê min por kurê bi mêvanî ax !
Ezê ji Derwêşê dilê xwe ra dînim kulavekî sorî xuristanî, ezê ji Derwêşê dilê xwe ra serjêkim mîha sor ser beranî, gava dê û bavê min gotin lê lê por kurê kanî mîha sor ser beranî, ezê bibêm şivanê me lavê xelkê bû, şev bû tarî bû, ba bû, baran bû,
ji çolê nanî, gura xwarî, ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim lo lo delaloo ax!
Ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim lo lo Derwêşo !
Derwêşo lavo were mala bavê min bi mêvanî, Derwêşo berxo were mala bavê min por kurê bi mêvanî ax !
Ezê ji Derwêşê dilê xwe ra dînim kulavekî sorî xuristanî, ezê ji Derwêşê dilê xwe ra serjêkim mîha sor ser beranî, gava dê û bavê min gotin lê lê por kurê kanî mîha sor ser beranî, ezê bibêm şivanê me lavê xelkê bû, şev bû tarî bû, ba bû, baran bû,
ji çolê nanî, gura xwarî, ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim lo lo delaloo ax!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar