Dersa Kurdî-3
Danasîn
Elî: merheba heval, Navê te çi ye?
Dîlan: merheba, navê min Dîlan ê. Navê te çi ye?
Elî: navê min Elî ye. tu çawa yî Dîlan?
Dîlan: ez baş im. Spas. lê tu?
Elî: ez jî baş im gelek spas.
Dîlan: tu ji ku derê yî Elî?
Elî: ez jî Mêrdînê me. Tu ji ku derê yî?
Dîlan: ez jî ji Wanê me.
Elî: serçavan Dîlan. Tu çand salî yî?
Dîlan: ez bîst û du salî me. Lê tu?
Elî: ez bîst û pênc salî me.
Dîlan: Tu çi karî dikî?
Elî: ez parêzer im. Tu çi karî dikî?
Dîlan: ez xwendekar im.
Elî: Bi rastî? Beşa te çi ye?
Dîlan: beş a min endezyariya makîneyê ye.
Elî: Beşa te gelek baş e. Serkeftin.
Dîlan: gelek spas.
Cînavên kesane: Ev Cînav in ên di nav hevokê de cihê kesan digirin. Mîrov dikare Cînavên kesane bike du bir; Cînavên kesane yên xwerû û Cînavên kesane yên tewandî.
Cînavên kesane yên xwerû: Cînavên xwerû di hevokê de cihê navdêrên xwerû digirin û li ser lêkerê badora wan rasterast e. lêker li gorî wan Cînavan tê kesandin.
Cînavên Kesane yên xwerû | Qertafên Kesane/ lêkera bûnê |
Koma yekem | Koma duyem | ||
Ez ——————> Tu ——————> Ew ——————> Em ——————> Hûn ——————> Ew ——————> | im î e in in in | me yî ye ne ne ne | |
Ez dirêj im
Tu dirêj î
Ew dirêj e
Em dirêj in
Hûn dirêj in
Ew dirêj in
Ez zana me
Tu zana yî
Ew zana ye
Em zana ne
Hûn zana ne
Ew zana ne
Cînavên kesane yên tewandî: Cînavên tewandî jî di hevokê de cihê navdêrên tewandî digire.
min | e / ye |
te | |
Wê(mê)/wî(nêr) | |
me | |
we | |
wan |
Bavê min bijîşk e. Apê me zana ye.
Birayê te xwendekar e. Roja we tarî ye.
Bapîrê wê kal e. Hevalên wan jîr in.
Qertafên nebinavkirî
-ek | -in |
Yekjimar: kerek, malek, sêvek, gulek, netewe(y)ek, zarokek,
Pirjimar: mirovin, malin, sêvin, gulin, neteweyin, zarokin
Li ser banî sêvek heye.
Li malê zarokin hene.
Veqetandek
Veqetandekên binavkirî
Di zimanê kurmancî de du peyv bi alîkariya hin qertafan bi hev ve têne girêdan, ji wan qertafan re veqetandek tê gotin. Bi alîkariya veqetandekê mirov dikare tiştekê ji yên din ji aliyê zayend û mêjerê cuda bike. Ji bo mînak;
Ev pênûsê kê ye?
Ê min e.
Di vê mînakê de veqetandek(ê) cihê pênûsî digire û mirov fehm dike ku ew yekjimar e û ji aliyê zayendê de jî nêr e.
Veqetandekên binavkîrî
/-ê/ yekjimar û nêr /-a/ yekjimar û mê
Xaniyê wan çarqatî ye. Hevala min hat.
Birayê min te baş nas dike. Ava kaniyê cemidî ye.
Deriyê me ji mêvanan re her tim vekirî ye. Meta min çil û pênc salî ye.
/-ên/ pirjimar
Hevalên min hatin.
Pirtûkên min pir in.
Guhên kalikê wî ker bûne.
Veqetandekên ne binavkirî
/-eke/ mê û yekjimar /-ekî/ nêr û yekjimar /-ine/ pirjimar
Hevaleke min hat. Xanîyekî biçûk hebû. Hevaline min
Guleke sor da min. Ji deriyekî fireh de derket. Darine bexçeyê me
Çenteyeke vala dît. Darekî stûr dibire. Saline dirêj
Tewang
Di zimanê kurdî de armanca tewangê nîşandana navdêran e. Bi du awayan pêk tê;
1) Bêjeyên ku ditewin hin qertafan digirin. Bi vê yekê zayend û mêjera wan diyar dibe.
Qertafên tewangê:
/-e/ :Bi vê qertafê, navdêr, Cînav û veqetandekên mê têne nîşandan.
Elî sêvê dixwe. Darê nebire dapîra zînê.
Deryayê şîv amade kir. Kîjanê wisa got. Bapîrê gulê
/-î/: Bi vê qertafê jî navdêr, Cînav û veqetandekên nêr têne nîşandan.
Kerîmî dev ji zanîngehê berda.
Ez nanî dixwim.
Ez hevalî dibînim.
Kîjanî got?
/-an/ Bi alîkariya vê qertafê jî navdêr, Cînav û veqetandekên pirjimar têne nîşandan.
Gundiyan cejna newrozê pîroz kir.
Çandan nan nexwariye.
Kîjanan wisa got?
2) Ger di bêjeyan de dengên "e" û "a" hebin, ji wan her du dendan "a", "e"ya kîteya dawîn a bêjeyê bi dengê "ê" tê guhêrîn. Lê ev rêbaz tenê ji bo bêjeyen nêr tê bikaranîn.
Bavê min çû welêt.
Şivan çû ber pêz.
Apê min ji bajêr hat.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar