Heftiya 49
Nûçeyekî ji cihekî peyda bike û bersiva van pirsan bide:
1- Çiye?
2- Li kîve rûda ye?
3- Boçî?
4- Gengî?
5- Kî/kîne?
2012-11-28
GR 2
KULÎLK
Şermîn û Kawa di dibistana seretayî de dixwînin. Şermîn diçit qonaxaa 4ê. Kawa jî di pola Şermînê de ye. Ew ji bo rojnameya dibistanê hem dinivîsînin hem jî di gel kesên dî heypeyvînan çêdikin. Navê rojnameya wan Kulîlk e. Kulîlk wek keskesorê rengîn e. Her cûre nivîs û wêne di Kulîlkê da hene. Nûçe, hevpeyvîn, metelok, çîrok, xaçerêz û gelek wêneyên rengereng…
Ew dixwazin ku li ser jiyana zarokên wekî wan, yên ji welatên dî hatine, binivîsin. Wan ji Nalînê pirsî, ka ew dişêt hindek qala jiyana xwe û malbata xwe bikit.
Ji ber vê yekê, Nalînê ew daxwaz kirin mala xwe. Şermîn û Kawayî ji pêş da pirsên xwe damade kirin. Paşî çûn mala Nalînê. Deyka Nalînê ew bi keyfxweşî pêşwazî kirin. Wê xêrhatina wan kir û cîh nîşanî wan da. Malbata Nalînê ji Lubnanê koçberî Almanyayê bibû. Deyka Nalînê serpêhatiya xwe ya koçberiyê bo Şermîn û Kawayî vegêra. Lê wan bi tenê gotinên Nalînê nivîsandin û girtin kasêtê. Malbata Nalînê jî wek Şermîn û Kawayî ji ber şer û xeteriya jiyanê hatibûn Almanyayê. Malbata wan jî mîna malbata Şermînê û Kawa bi koka xwe Kurdistanî ye. Lê deyka Nalînê bi tenê çend peyvên kurdî dizanît. Bapîr û dapîra Nalînê ji ber zilm û zorê koçberî Beyrûtê bibûn.
Nalînê pirsên Şermînê û Kawayî bersiv dan. Wê gelek wêneyên xwe, yên ji Beyrutê, nîşanî wan kirin û bîranînên xwe nû kirin. Wêneyê gundê xwe û wêneyek xwe jî da Şermînê û Kawa. Ji ber ku Nalîn da di rojnameya Kulîlkê da derkevit, keyfa wê gelek hat. Piştî du seetan Şermîn û Kawayî ji bo Nalîn û malbata wê sipasiyên xwe pêşkêş kirin û çûn.
A- Van peyvan bizanibe!
Nûçe, hevpeyvîn, metelok, çîrok, xaçerêz, qalkirin, serpêhatî, şabûn, dibistana seretayî, qonax, pol.
B- Bersiva pirsan bide.
1.) Di rojnameya Kulîlk de çi babet hene?
-----------------------------------------------------------------------------------------------------------
2.) Şermîn û Kawa di kîj rojnameyê de dinivîsînin?
------------------------------------------------------------------------------------------------------------
3.) Deyka Nalînê Şermîn û Kawa çawa pêşwazî dikit?
-----------------------------------------------------------------------------------------------------------
Ç- Cihên vala bi peyvên lê hatî dagire û hevokan temam bike.
1.) Kulîlk wek …………………………. rengîn e. Her cûre nivîs û wêne di ……………… de hene. Nûçe, hevpeyvîn, metelok, çîrok, xaçerêz û gelek wêneyên rengereng…
2.) Şermîn û Kawa ji pêş da ……………. xwe ………… kirin. Pişî çûn mala Nalînê.
3.) Malbata …………………..ê ji Lubnanê koçberê ………………………. bibû.
4.) Nalînê pirsên ………………… û ……………….. bersiv dan. Wê gelek wêneyên xwe, yên ji ……………………., nîşanî wan kir û bîranînên xwe nû kirin.
5.) Piştî du seetan Şermîn û Kawa ji bo Nalîn û malbata wê ……………… xwe pêşkêş kirin û çûn.
D- Bersivên rast bi (x) işaret bike.
1.) Ji bo rojnameya dibistanê kîj nerast e?
O Di rojnameya dibistanê de wêne hene.
O Di rojnameya dibistanê de nûçe hene.
O Di rojnameya dibistanê de çîrok tune ne.
2.) Şermîn û Kawa diçin kîj dibistanê û kîj qonaxê?
O Ew diçin dibistana seretayî, qonaxa 3ê.
O Ew diçin dibistana navendî, qonaxa 3ê.
O Ew diçin dibistana seretayî, qonaxa 4ê.
3.) Navê rojnameya dibistanê çi ye?
O Beybûn
O Kulîlk
O Nefel
4.) Şermîn û Kawa ji kîve hatine?
O Ji Afganistanê
O Ji Hindistanê
O Ji Kurdistanê
5.)Kî diçin mala Nalînê?
O Xezal û Delal diçin mala Nalînê.
O Şermîn û Keya diçin mala Nalînê.
O Şermîn û Kawa diçin mala Nalînê.
6.) Kîj hevok rast e?
O Malbata Nalînê ji Tirkiyê koçberî Almanyayê bûye.
O Malbata Nalînê ji Ermenistanê koçberî Almanyayê bûye.
O Malbata Nalînê ji Lubnanê koçberî Almanyayê bûye.
7.) Malbata Nalînê çima hatiye Almanyayê?
O Malbata Nalînê ji ber şer û xeteriya jiyanê hatiye Almanyayê.
O Malbata Nalînê ji ber befr û baranê hatiye Almanyayê.
O Malbata Nalînê ji ber kêf û xweşiyê hatiye Almanyayê.
8.) Malbata Nalînê ji kîve koçberê Lubnanê bûye?
O Malbata Nalînê ji Îraqê koçberê Lubnanê bûye.
O Malbata Nalînê ji Îranê koçberê Lubnanê bûye.
O Malbata Nalînê ji Kurdistanê koçberê Lubnanê bûye.
9.) Bajêrê Beyrûtê li kîj welatî ye?
O Bajêrê Beyrûtê li Almanyayê ye.
O Bajêrê Beyrûtê li Kurdistanê ye.
O Bajêrê Beyrûtê li Lubnanê ye.
10.) Şermîn û Kawa digel Nalînê çi dikin?
O Ew hevpeyvînê çêdikin.
O Ew civînê çêdikin.
O Ew wêneyan çêdikin.
E- Kîj rast e, kîj şaş e?
Hevokên rast bi tîpa R, hevokên şaş jî bi tîpa Ş nîşan bike.
1.) c c Şermîn û Kawa ji Amedê ne.
2.) c c Kulîlk, navê rojnameya dibistana Şermîn û Kawa ye.
3.) c c Deyka Nalînê bi kurdî dipeyîve.
4.) c c Nalîn xwîşka Kawa ye.
5.) c c Kawa birayê Şermînê ye.
6.) c c Kawa diçit qonaxa 5ê.
7.) c c Kawa û Şermîn ji Kurdistanê ne.
8.) c c Şermîn û Kawa li Almanyayê dijîn.
9.) c c Şermîn diçit qonaxa 4ê.
10.) c c Şermîn û Kawa ji Beyrûtê ne.
GR 1
EVÎNA VEKUŞTÎ
Ez û ew bi hev re, di yek odê de dijîn, li welatekî Ewrupaya rojhilat, di xaniyekî xwendenkaran de ku têde keç û kur bi hevre ne. Tiştê li vî welatî ji me re baş peywendiyên civakî nêzîkî yên cem me ne. Mebesta min; mirov dikare li vir bi hêsanê dostaniyê bi xelkê re bike, bi taybetî xurtên biyanî yên wekî me bi keçên vî welatî, nemaze eger gencekî jêhatî û pirç reş be. Hevalê min Karwan ne bes xwendenkarekî zîrek bû lê her weha ciwanekî bejin bilind û bîst û sê salî bû. Keçên zankoyê ji dû wî venedibûn, her yekê dixwest pê re bide û bistîne lê beruvajî piraniya me wî pûte bi wan ne dida. Bi gotineke din rê li ber wan digirt li dema digote wan "min dezgirtiya xwe heye û dê bibe jina min." Bi rastî wî bi wê evîna xwe ya şaryayî ser li me û bi taybetî li min gêjkir û henekên xwe jî bi me, yên ku jinên me ne kurd in, dikirin. Tiranên xwe bi hindê dikirin ku jinên me zimanê me nizanin û kultura me nasnakin û her ji ber hindê jî nikarin, li gor gotina wî, me çi cara fêmbikin. Vê rexneya wî weke satoreke dev xweş dilê min dihincinî. Hêj ez li enstîtuya zimanê polonî bûm, çiwar sala berî niha û hema min çend peyvekên polonî ji xwe re giritbûn, dema min keçeke çavşîna ewrupayî naskirî û bi dû ketîm.
Çaxê ez nuke hizra xwe di hindê de dikim ez digehim wê rastiyê ku dibe min lezkiribe. Raste ew bi awayê xwe yê ewrupî hez ji min dike û ez jî weke xwe hez ji wê dikim.
Lê îro di jiyê xwe yê 30 salî de û dibe ev ji kartêkirina Karwanê jî be, ez hest bi hindê dikim ku evînî bi tenê ji min re bes nîne. Ez niha dixwazim ew qîza hez ji min dike min fêm jî bike. Dibe jî ev ji hindê dihêt ku min piraniya jiyê xwe li welatê xwe derbaskiriye û kultura me reh û rîşalên xwe di kûratiyên min de dahêlane û ez nikarim dev jê berdim û nikarim kultureke din bi hemû ve li ser xwe qebûlbikim û weha ruha berxwedanê li hember tiştê biyanî di nava min de xurtdibe. Li vir gotinên Karwanî weke tava geş rastiya xwe tîne pêş çavên min. Çimkî ji bona ku keçik min fêm bike divê kultura min jî nasbike û ji bo ku kultura min baş nasbike divê zimanê min jî bizanibe. Ne bes ev lê carna dûrtir jî diçe û pirsa zarokan û paşeroja wan xuyadibe û ez dibêjim xwe " çilo dibe zaroyên min zimanê min nezanin?!" Her çende gotinên Karawanî dijwar û cergbir bûn lê kêm tişt min di nava xwe de hest bi hindê dikir ku rast bûn.
Carekê bi xurtine kurd bi cirre çû û gote yekî ji wan ku jina wî ewrupî ye:
– Hey pa we gel û welat rizgarkir? Li welatî kes û kar û xizim û niyasên we dibêjin kurên me li derveyî welatî dixwînin û dê piştî timamkirina xwendina xwe bi zanîn û têgehiştinên xwe ve vegerin ve welatê xwe. Belê, ew li benda me ne ku em bi serbilindî biçin ve da ku ew jî bi me serbilind bibin. Ew nizanin ev xurte li vir mijûlî çi ne, nizanin ew mijûlî jiyaneke din in, ne bes xwe bi alkuhol û ketina dû keçan kuşt lê jinên ewrupayî jî anîn û zarok jê çêkirin. Bi hindê jî bes nekir û dev ji armanca hatina xwe bo derve, dev ji xwendina xwe berda. Ma qey hûn fihêt û şerim jî nakin. Hûn ji nav miletê xwe yê hejar û bindest dihên, li vir dibin kadir û şehreza û bo van civakên pêşkeftî û serbixwe ku pêwîstiya wan bi me tuneye kardikin li wî çaxê ku miletê me di taryatiyê de ye û tê tepeserkirin û ji her aliyekî ve dirbên jinavbir û qutbirîker dadiweşinê.
Min bi xwe çi rexneyek li ser gotinên wî nebû, dibe jî ji berku wan rexneyên wî di piraniyê de ji min nedigirt. Ew jî ji ber ku jina min ya ne kurd pîçek zimanê min dizane û hewil dide xwe nêzî kultura min jî bike. We ya rast bivê, di nav me kurdan de, kes nabêje mastê min yê tirşe û ez jî naxwazim xwe di kirasê xeletiyê de bibînim, evca hindî ji min bihêt dê ji xwe re pinîbikim bona ku kêmaniyên min xuya nekin.

Ez dizanim weha nebaş e û divê yê bisteh bim û xeletiya xwe destnîşanbikim û bibêjim ku ev çewtiya min e û xwe jê dûr bixim, lê...hema di navbera min û we de bimîne ez jî serhişkek im.
Wêneyê dezgirtiya Karawnî bi dîwarî ve li hindav textê wî yê nivistinê di mezelka wî de di xaniyê xwendenkaran de daleqandî bû. Her bêhnekê da mêzekitê û bêjit:
– Lo tênbide rûçikên wê yên sur û sipî, reşçavên wê yên mezin, zeviya pirça wê ya reş... lo baş hizra xwe di dêmê wê yê bêguneh de bike... nexêr keçê te nadim bi sed hezar keçên vî welatî! Li benda bêhinvedana havînê bû ku biçe welatî û li wê derê dezgirtiya xwe biveguhêze û paşî, piştî ku dibin jin û mêrên hevudu, wê bi xwe re bîne vî welatî bona ku ew jî bixwîne û weha dikarin nêzî hevudu û her pevre bin. Ya rast dilê gelek xurtên kurd li vê derê kete wê dîtin û pilana Karwanî. Karwanî wekir ku li cem piraniya gencên kurd, jineke kurd...veger bo welatî bûn peyvên rojane û ketin di hizirkirin û bizavê de ji bo bicîanîna wan. Lê hemû jî man li benda Karwanî ku ew pêngava yekem bavêje.
Havîn hat û Karwan çû welat û li berbû du mehan li wir bimîne, şahiya xwe bike û paşî bi wê re bivegere ve vî welatî bo berdewmbûnê li ser xwendina xwe. Wî di hizra xwe de weha danîbû ku pizîşkiyê bixwîne û paşî weku pizîşkekî li her parçeyeke Kurdistanê be akincîbibe û xizmeta xelkê xwe yê bindest û perîşan bike.
Agirê Karwanî kete bin piyên xurtine din jî û wan jî xwest wekî wî bikin. Hineka ji wan, her li ser babetê jinanînê ji welatî, kaxez ji malbatên xwe re şandin, xwestin dîtin û pêşniyazên wan bizanibin û hinek jî man li benda encamên hewildana Karwanî.
Hê mehek li ser çûna wî derbas nebibû li dema me ji nişkave dîtî ku Karwan vegeriya ve. Çirîseyê serên me girtin û em mendehoşkirin û têkşilqandin. Ne bes ji ber ku zû hat ve lê bêtir ji ber ku bi tena serê xwe, bê jin û navçav mon û dilşikestî zivrî ve. Ne ew Karawnê caran e, ne girnijîn û axiftin û peyivîna caran e. Belê, gelek tiştên ciwan û bi jiyan di dêm û reftar û kerekterê wî de weke xwe nemabûn geş û çirmisî bûn.
Pirsiyarên xwendekarên kurd yên ku ew nasdikir ji her aliyekî ve gihaştine wî:
– Çima tu bi tenê hatiye ve? – Boçî tu weha xemgîn û bêdengî? – Jiber çi tu ho zû vegeryaye ve? – Dê rastiyê ji me re bibêje nê te bi vê bêdengiya xwe dil li me şewitand! Piştî heyamekî xweş ji xwevederkirinê ji hevalan û bêdengiyê Karawanî rastî ji me re got "Di partiya ku ez tê de endam jihevqetiyanek çêbû. Babê keçikê jî ku di eynî partiyê de bû bi kurên xwe ve çû digel aliyê cudabûyî û ez mam digel yên kevin. Dibe hûn bawernekin lê her ji ber wê egerê bi tenê ku ez bi terefê wan re nînim xwe bi dijminê min dizane û her ji ber hindê jî wenekir keça wî şû bi min bike. Dostîniya xwe jî digel mala me qutkir. Belê, wisa bi hêsanî li cem me dibin dijminên hevudu. Ma ezê xwelî pêwer çi bikim? Keç revandin ne ji sexleta min e û ez wê nakim.
Keçik jî naxwaze bide sergotina babê xwe. Wilo û bi gotineke babê kiçê viyana me giha riyeke girtî.
Karwan pir li ber xwe ketibû û dema ev digot diyardibû ku di hundurê xwe de pir diêşiya. Îro dostê wî yê pir nêzîk bitlê vodkayê ye, kêf û kenî û laqirdî û dembûrandine bi keçên vî welatî û wî dil jî nemaye li ser xwendinê û bo zanîna we wî dev ji partiya xwe jî berdaye û dibêje "Ez neketibûm di partiyê de bona ku dijminatiyê xelkê xwe bikim lê ji bona ku xizmeta wan bikim û heke ew partî wê xizmetê neke û heke ji dest min neyê ez di riya wê partiyê de, di nav wê de wê xizmetê ji xelkê xwe re bikim ma boçi ye ez tê de dimînim."

Pirs ji çîrokê:
- 10 peyvan binvîse ku bo te di nû bin û bi rexve wateya wan binvîse?
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
- Kî – kîne kesê/n serekî di çîrokê da?
- Kengî û li kîve rûnadên çîrokê peyad bûne?
Prenumerera på:
Inlägg (Atom)