2012-11-28

GR 2

KULÎLK



Şermîn û Kawa di dibistana seretayî de dixwînin. Şermîn diçit qonaxaa 4ê. Kawa jî di pola  Şermînê de ye. Ew ji bo rojnameya dibistanê hem dinivîsînin hem jî di gel kesên dî heypeyvînan çêdikin. Navê rojnameya wan Kulîlk e. Kulîlk wek keskesorê rengîn e. Her cûre nivîs û wêne di Kulîlkê da hene. Nûçe, hevpeyvîn, metelok, çîrok, xaçerêz û gelek wêneyên rengereng…

 Ew dixwazin ku li ser jiyana zarokên wekî wan, yên ji welatên dî hatine, binivîsin. Wan ji Nalînê pirsî, ka ew dişêt hindek qala jiyana xwe û malbata xwe bikit.

Ji ber vê yekê, Nalînê ew daxwaz kirin mala xwe. Şermîn û Kawayî ji pêş da pirsên xwe  damade kirin. Paşî çûn mala Nalînê. Deyka Nalînê ew bi keyfxweşî pêşwazî kirin. Wê xêrhatina wan kir û cîh nîşanî wan da. Malbata Nalînê ji Lubnanê koçberî Almanyayê bibû. Deyka Nalînê serpêhatiya xwe ya koçberiyê bo Şermîn û Kawayî  vegêra. Lê wan bi tenê gotinên Nalînê nivîsandin û girtin kasêtê. Malbata Nalînê jî wek Şermîn û Kawayî ji ber şer û xeteriya jiyanê hatibûn Almanyayê. Malbata wan jî mîna malbata Şermînê û Kawa bi koka xwe Kurdistanî ye. Lê deyka Nalînê bi tenê çend peyvên kurdî dizanît. Bapîr û dapîra Nalînê ji ber zilm û zorê koçberî Beyrûtê bibûn.

Nalînê pirsên Şermînê û Kawayî bersiv dan. Wê gelek wêneyên xwe, yên ji Beyrutê, nîşanî wan kirin û bîranînên xwe kirin. Wêneyê gundê xwe û wêneyek xwe jî da Şermînê û Kawa. Ji ber ku Nalîn da di rojnameya Kulîlkê da derkevit, keyfa wê gelek hat. Piştî du seetan Şermîn û Kawayî ji bo Nalîn û malbata wê  sipasiyên xwe pêşkêş kirin û çûn.


A- Van peyvan bizanibe!

çe, hevpeyvîn, metelok, çîrok, xaçerêz, qalkirin,  serpêhatî, şabûn, dibistana seretayî, qonax, pol.






B- Bersiva pirsan bide.

1.)   Di rojnameya Kulîlk de çi babet hene?

-----------------------------------------------------------------------------------------------------------

2.)   Şermîn û Kawa di kîj rojnameyê de dinivîsînin?

------------------------------------------------------------------------------------------------------------
3.)   Deyka Nalînê Şermîn û Kawa çawa pêşwazî dikit?

      -----------------------------------------------------------------------------------------------------------

Ç- Cihên vala bi peyvên lê hatî dagire û hevokan temam bike.

1.) Kulîlk wek …………………………. rengîn e. Her cûre nivîs û wêne di ……………… de hene. Nûçe, hevpeyvîn, metelok, çîrok, xaçerêz û gelek wêneyên rengereng…

2.) Şermîn û Kawa ji pêş da ……………. xwe ………… kirin. Pişî çûn mala Nalînê.

3.)  Malbata …………………..ê   ji Lubnanê koçberê ………………………. bibû.

4.) Nalînê pirsên ………………… û ……………….. bersiv dan. Wê gelek wêneyên xwe, yên ji ……………………., nîşanî wan kir û bîranînên xwe kirin.

5.)  Piştî du seetan Şermîn û Kawa ji bo Nalîn û malbata wê  ……………… xwe pêşkêş kirin û çûn.

D- Bersivên rast bi (x) işaret bike.

1.) Ji bo rojnameya dibistanê kîj nerast e?
O  Di rojnameya dibistanê de wêne hene.
O  Di rojnameya dibistanê de nûçe hene.
O  Di rojnameya dibistanê de çîrok tune ne.

2.) Şermîn û Kawa  diçin kîj dibistanê û kîj qonaxê?
O  Ew diçin dibistana seretayî, qonaxa 3ê.
O  Ew diçin dibistana navendî, qonaxa 3ê.
O  Ew diçin dibistana seretayî, qonaxa 4ê.

3.) Navê rojnameya dibistanê çi ye?
O Beybûn
O Kulîlk
O Nefel 




4.) Şermîn û Kawa  ji kîve hatine?
O Ji Afganistanê
O Ji Hindistanê
O Ji Kurdistanê

5.)Kî diçin mala Nalînê?
O  Xezal û Delal diçin mala Nalînê.
O  Şermîn û Keya diçin mala Nalînê.
O  Şermîn û Kawa diçin mala Nalînê.

6.) Kîj hevok rast e?
O Malbata Nalînê ji Tirkiyê koçberî Almanyayê bûye.
O Malbata Nalînê ji Ermenistanê koçberî Almanyayê bûye.
O Malbata Nalînê ji Lubnanê koçberî Almanyayê bûye.

7.) Malbata Nalînê çima hatiye Almanyayê?
O Malbata Nalînê ji ber şer û xeteriya jiyanê hatiye Almanyayê.
O Malbata Nalînê ji ber befr û baranê hatiye Almanyayê.
O Malbata Nalînê ji ber kêf û xweşiyê hatiye Almanyayê.

8.) Malbata Nalînê ji kîve koçberê Lubnanê bûye?
O Malbata Nalînê ji Îraqê koçberê Lubnanê bûye.
O Malbata Nalînê ji Îranê koçberê Lubnanê bûye.
O Malbata Nalînê ji Kurdistanê koçberê Lubnanê bûye.

9.) Bajêrê Beyrûtê li kîj welatî ye?
O  Bajêrê Beyrûtê li Almanyayê ye.
O  Bajêrê Beyrûtê li Kurdistanê ye.
O  Bajêrê Beyrûtê li Lubnanê ye.

10.) Şermîn û Kawa  digel Nalînê çi dikin?
O  Ew hevpeyvînê çêdikin.
O  Ew civînê çêdikin.
O  Ew wêneyan çêdikin.

E- Kîj rast e, kîj şaş e?
Hevokên rast bi tîpa R, hevokên şaş jî bi tîpa Ş nîşan bike.

 1.)  c c  Şermîn û Kawa ji Amedê ne.
 2.)  c c  Kulîlk, navê rojnameya dibistana Şermîn û Kawa ye.
 3.)  c c  Deyka Nalînê bi kurdî dipeyîve.
 4.)  c c  Nalîn xwîşka Kawa ye.
 5.)  c c  Kawa birayê Şermînê ye.
 6.)  c c  Kawa diçit qonaxa 5ê.
 7.)  c c  Kawa û Şermîn ji Kurdistanê ne.
 8.)  c c  Şermîn û Kawa li Almanyayê dijîn.
 9.)  c c  Şermîn diçit qonaxa 4ê.
10.) c c  Şermîn û Kawa ji Beyrûtê ne. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar