2013-04-24

Dibistana Me


G2





Dibistanê dest pê kir. Mamosteyê me yê sala par êdî ne li vire ye. Yekî nû hatiye. Min carekê ew dîtibû, wî avahiya dibistanê nûjen dikir.  Min silav kir wî, Wî jî kir kenî. Paşî wî berdewamiya karê xwe kir. Min ji wî re got, ku gundê me pir hejar û belengaz e. Li gundê me, ji her tiştî bêhna hejariyê tê. Kanî, xanî, dibistan…

Dema me bi kurdî axaftin kirba, mamostay bi darî li me dixist. Wî, carnan dev û difna me di xwînê de dihêla. Mamoste hinek şagirt jî wek ajan neqandibûn. Ajanên mamoste di nav gundî de digeriyan. Dema me bi kurdî axivtiba, mamoste sizayên giran dida me, carnan jî em diavêtin derve û bi seetan li ser befrê dida rawestandin.

Dibistana me ji avahiyekê kevin pêk dihat. Hemû axa dîwaran peqiyabû, hinek jî ketibû ser erdî. Hemû pol di odeyekê de bûn, me hemûyan di wê odeyê de ders werdigirtin. Ji ber ku em pênc- pênc li kêleka hev rûdiniştin, divê yek ji me li ser piyan maba. Dema zivistan dihat, ji banê dibistanê bi ser me de dilop dihatin. Me jî xwe ji ber dilopan dida aliyê zûha. Ji bo ku em sopê dadin, me dar û êzing ji malên xwe dibirin dibistanê û bi wan xwe germ dikirin. Dema derfetê me ji bo germbûnê tiştek nebû, mamosteyê me bi me hereket didan kirinê, da ku em hinekê xwe germ bikin. Piraniya me nekarîbû ji xwe re pirtûkên dersê bikiriya. Me pirtûk ji hev qer dikirin. Me pirtûkên xwe yên sala berê didan şagirtên ji xwe piçûktir. Hinekan ji me nekarîbûn pênûsan jî bikirin. Ji xwe me çi çante jî nebûn.

Li dibistana me ava vexwarinê nebû. Elektrik(kareba), telefon, tewalêt,  kitêbxane htd...
Dema şagirt têhnî dibûn, ew direviyan heta malên xwe ku li wê derê avê vebixwin.






Pexşanê bixwîne û bersîva pirsan binivîse!

1.  Divê mamoste çima avahiya dibistanê nûjen bikit?





2.  Çima şagirtên kevin pirtûkên xwe dane şagirtên nû?






3.  Dibistanên îro û yên berê bide ber hev, dibistana ku tu îro lê perwerde dibî û ya berê. Çi
ferq di navbera wan de heye?






4- Wan peyvên nû bizane.

nûjen dikir: renovera
hejar û belengaz : fattig
li me dixist: slå
şagirt: elev
ajan: spion
 neqandibûn: utse
sizayên giran: tuffa straff
pol: klassrum
dilop: dropp
aliyê zûha: torr sida
sope : brasa
dar û êzing: ved
derfet: rast
hereket kirinê: röra på sig
Piraniya me: majoritet
 Nekarîbû: kunde inte
pirtûkên dersê: böcker
qer dikirin: låna
pênûs: penna

…………………………………………………………………………………….

…………………………………………………………………………………….

…………………………………………………………………………………….

…………………………………………………………………………………….

…………………………………………………………………………………….

…………………………………………………………………………………….

…………………………………………………………………………………….

…………………………………………………………………………………….

…………………………………………………………………………………….

…………………………………………………………………………………….

…………………………………………………………………………………….

…………………………………………………………………………………….

…………………………………………………………………………………….

…………………………………………………………………………………….

…………………………………………………………………………………….

…………………………………………………………………………………….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar