2011-09-28

Dildar bi kurtî - Sammanfattning

Dildar
-         Navê wî Yunis Reûf e
-         Li koye ji dayk bûye.
-         20/2/1918 hatiye dinê.
-         Ji egera êşekê di jiyê 4 saliyê da lal dibit.
-         Di gel jiyana wî ya sext lê herdem yê razî bû û bawerî bi qenaetê hebû.
-         Di 9 saliyê da ew dest bi xwandinê dikit ku xweziya wî  bû ya herî mezin bû.
-         Sal bo salê hseta wî ya neteweyî dijwartir dibû.
-         Ji sala 1933 wî dest bi xwendina pirtûkên edebî û dîrokî kir.
-         Helbestên Hacî qadirê Koyî û Nalî bûn binyat bû helbestên wî yên evînî û niştîmanî.
-         Xwandina amadeyî li Kerkûkê bi domahî înaye.
-         Li sala 1937 di gel hindek hevalên xwe Hizba Hiwa damezrandiye.
-         Helbestên xwe di kovara Gelawêj da belav dikirn.
-         Dirûşma wî ya taybet eve bû ” Madem ez kurdim, divê kurd ji hemû kesî zîrektir û baştir bin”.
-         Dildar bi marşa neteweyî ” Ey Reqîb” tê naskirin û ew nîşan didit ka helbstên wî çewanin.
-         Li sala 1945 kolîja mafperweriyê li Bexda temamkiriye û bûye parêzer.
-         Dema komara Kurdistan li Mehabadê hatiye damezrandin, biryar hate dan ku Ey Rqîb bibe marşa fermî ya Komarê.
-         Li roja 22/11/1948ê Dildarî wexera dawiyê kir.

Ey Reqîb

Ey Reqîb her, mawe qawmî Kurd ziman
Nay
şikênê danerî topî zeman
Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qet nanewê alakeman

Ême roley, rengî sor û
şoreş în
Seyrîke xwênawî ye rabirdûman
Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qet nanewê alakeman

Ême roley, Mîdya û Key Xusrew în
Dîniman, ayînman her nî
ştîman
Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qet nanewê alakeman

Lawî Kurd helsaye ser pê wek dilêr
Ta be xwên nex
şî bika tacî jîyan
Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qet nanewê alakeman

Lawî Kurd her hazir û amade ye
Canfîda ye, canfîda, her canfîda,
Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qet nanewê alakeman

2011-09-26

Bo heftiya 40
- Coreyekê nivîsînê jêbigre û roja 5/10 liser baxive. yekem kesê babetî di helbijêrit, tinê wî maf heye liser baxivit û yên dî divêt bo xwe babetek dî jêbigrit.

Coreyên nivîsînê

ROMAN

Roman ji nivîsên dirêj pêk tên. Di naveroka xwe de bûyerên bûyî yan jî nêzîkê bûyînê cihdigire. Lê belê li dewrûberê bûyereke diyar diçe û tê û bûyerên ku di romanê de diqewimin bi berfirehî têne vegotin. Her wiha di romanê de raxistina kitekitan heye. Ji ber vê çendê jî takekesên ku di nav romanê de cih digirin gelek in û di derbarê wan de vegotinên navîn ên nasandinê têne dîtin. Bi gotineke dîtir, xwendevan bi qasî ku wan takekesan hetanî xalên zirav ên jiyana wî binasin, kitekit û berfirehiya wan tê vegotin. Li ba vê yekê vegotina xwezayê jî di romanê de cih digire. Ev jî şêwazek e ku dihêle xwendevan xwe di atmosfera wê bûyer û wan kesan de hîs bike. Her wiha hinek roman hene, kitekitên nasandina xwezayê bi berfirehî di xwe de dihewînin, hinek jî hene kêm dihewînin. Ev xal bi nivîskar ve girêdayî ye. Lê belê dayîn û nedayîna vê xalê ji bo romanekê nabe kêmasî, lê bi heman şêweyê dikare bibe xala dewlemendtirîn.

Li ser esasê rêbazê romanên weke romantîk, natûralîst, realîst, sûrrealîst hene. Dîsa bi gora mijara xwe jî romanên weke evîn, civakî, dîrokî, serûwen û polîsiye hene.


Kurteçîrok

Kurteçîrok ji aliyê vegotinê ve dişibe romanê. Lê belê ji romanê kurtir e û di hinek xalên sereke de ji romanê vediqete. Weke xaleke girîng li kêlek romanê kurteçîrok seranser e. Yanî berfirehiya vegotina takekesan an jî bûyeran nîn e. Carna demeke kurt a jiyana mirov dibe mijara kurteçîrokê, carna jî xewnek an jî xeyalek. Vegotina kurteçîrokê girêdayî nivîskar e. Di kurteçîrokê de armanc dayîna ramanekê ye an jî heke hûnandin li ser takekesekî be, aliyekî wî tê destnîşankirin. Ev di heman demê de taybetmendiyê kurteçîroka klasîk e.

Kurteçîroka nûjen ne weke klasîk e. Kurtir e û kitekitên ew taybetmendiyê takekes bi hendazetî tê hûnandin. Weke mînak di kurteçîrokên Marqûez de ew aliyê takekes pir tê nepixandin, heta nivîskar wisa lê dike ku dilêr dertê raserî rastînê. Li hember vê di kurteçîrokên Çehov de takekesekî diyar tune, di ser de jî carna bûyer jî tun in.

Di kurteçîrokê de hûnandina ziman û şêwaz pir girîng e. Ji ber vê çendê gelek nivîskar hene, şêwaza hûnandina zimanê kurteçîroka xwe li ser bingehê helbestê datînin. Helbet ev sînorekî pir zor e û ji bo vê yekê hostayî divê.




 Pexşan

Pexşan, bi gotineke giştî nivîsên sivik in. Helbet ev sivikbûn ne di hunera nivîsê de, di şêwaz û bîçimê wê de ye. Mirov dikare bibêje ku her tişt dikare bibe mijara pexşanê. Di pexşanê de dîtina li ser tiştekî heye. Lê vê bîçimê dîtinê, nabe ku mirov bi zorê yan jî bi gotinên misoger bi xwendevan bide pejirandin. Dîsa nivîskarê pexşanê, nakeve hewldana îspatkirina tiştekî. Bi zimanê xwe yê xweşik, wisa dike ku xwendevan bêyî ku bertekekê bi xwe re rabihîse, xwe berdide herîkîna wê nivîsê. Ji ber vê çendê hûnandina zimanê pexşanê gelek çetîn e. Serweriya ziman dixwaze. Hêza şiroveyê dixwaze. Dîsa li ba van herduyan, pênaseyên balkêş dixwaze. Ger di pexşanê de pênaseyên nedîtî nebînayî tunebin, zehmet e ku ew pexşan bala mirovan bikişîne.
Di pexşanê de nivîskarê weke Montaigne ku firensiz e û Bacon ku ew jî îngilîz e, sereke ne. Lê belê di roja îroyîn de ev beşê nivîsê gelek pêş ketiye û di aliyê mijarê de jî dewlemend bûye.


 Pêkenok

Pêkenok bûyerên rojane, bi şêweyekî ku mirovan dikenîne tê hûnandin. Di pêkenokê de xweşkirina dilê mirovan esas tê girtin. Bi piranî di pêkenokê de ramanek heye û armanc tê kirin ku ew raman bi rengekî rexneyî bê dayîn.

Zimanê pêkenokê bi rengekî sivik û henekî tê hûnandin. Ger ziman giran were rêstin, hinge dibe ku ew pêkenok ji armanca xwe derbikeve.

Weke cureyekê nivîsên rojnameyê jî pêkenok têne nivîsandin. Ew zêdetir bûyerên rojane ji aliyê rexneyê ve hildidin dest û bi awayekî ramana rast nîşan didin. Di van nivîsan de ziman weke ku bi yekê/î re sohbet tê kirin têne hûnandin.


Gotar

Ev nivîsên rojaneyî ne. Di van nivîsan de aliyê agahî dayînê li pêş e. Lê belê divê di van nivîsan de nivîskar ew raman, bûyer an jî kirûya ku hildide dest, bi rengekî zanistî ispata wan deyne holê. Ji bo vê yekê jî delîl, îspat û dane divên. Ger di hundirê meqaleyekê de ev hersê xal bi têrayî hebin, wê gavê xwendevan bi rengekî hêsanî dikare bawerî bi wê nivîsê bîne. Çima ku armanca meqaleyê dana bawerkirina xwendevanan e.

Mijara meqaleyê ne bisînor e. Dîsa di aliyê şêwaza nivîsê de pîvanên diyarkirî nîn in. Dikare bi rengekî rojaneyî û di heman demê de jî, bi awayê felsefîk, ramyarî, hunerî, çandî, zanistî û dîrokî bê hûnandin. Di meqaleyê de xala sereke ne mijar e, şêwazê dana wê ramanê ye ku di hundirê nivîsê de peyda dibe.


Rexne

Rexne ew nivîs in ku di derbarê berhem, afirandin, bûyer an jî ramanekê de têne nivîsandin. Bingehîn armanca van nivîsan rexnekirin e. Lê belê di vir de xala herî girîng ew e ku rexneyên bê kirin divê li ser bingehê zanistî bin. Bi gotineke dîtir, rexne divê xwe bide rûniştandin li ser esasê rastînan. Çima ku hedefa rexneyê çewtî û şaşiyan danîna holê ye. Ji ber vê çendê bi alîkariya rexneyê em dikarin çonayetiya berhem, afirandin, bûyer an jî ramanê fam bikin. Ger tiştek bi aliyên baş û xirab muhasebeya wê bê kirin, dikare baştirîn bê fêmkirin. Rexne vê yekê pêk tîne.


Di rexneyê de bêalîbûn esas e. Nabe ku nivîskarê rexneyê alîgir be. Ger aligirî û terefgirî di xwediyê nivîsê de hebe, gengaz e ku xwendevan bi awayekî çewt were bizanebûnkirin.

Di nivîsên rexneyî de divê mirov baldarê van xalan be. Di nivîsên rexneyî de heqaret nabe, êrîşkarî û gotinên derveyî ehlaqa civakê nabe. Dîsa divê li hember jiyana mirovan rêzdarî hebe di nivîsê de. Nabe ku mirov berê nivîsê ji hedefê wê bizivirîne ser kesayeta xwedî. Her wiha ger bê xwestin çewtiya tiştekî bê nîşandan, divê ev yek bi delîl û îspatan, an jî bi divêtiyên ku dikarin mirov qane bikin were kirin. Heke di rexneyê de darezên subjektîf hebin, çonayetiya wê nivîsê dikeve. Em tiştekî bi ecibînin, ne ecibînin, gava ku em lê rexneyê bikin divê em xwe ji şayişên takekesî dûr bigirin. Hetanî di destê me bê divê em bi rengekî zanistî dane, delîl, ispat û divêtiyên xwe deynin holê.


Serpêhatî

Ev nivîs ji hêla wan kesan ve tê nivîsandin, ku li der û deveran digerin û di derbarê wan deran de agahiyê didin xwendevanan. Di van cure nivîsan de piranî ew cihên xweşik û bedew bi rengekî balkêş têne danîn û di derbarê wan de penase têne çêkirin.


Çîrok

Çîrok, cureyê wêjeya devkî ye. Di nav gel de ava bûne û bi vegotina devkî ji nifşan derbasî nifşan bûye. Çîrokên kurdî yên gelêrî ji bo vê yekê mînak in. Ew çîrok di vê sedsala dawî de bi saya nivîskarên kurd derbasî ser nivîsê bûne.

Di çîrokan de xalên balkêş sê lib in. A yekê bûyerên di çîrokê de peyda dibin, afirandinên xeyalî ne, girêdana wan yekser bi rastînê ve tune ye. A diduyê dilêrên çîrokê bi temamî ew kesên şayese ne, xwedî hêzeke derveyî-mirovî ne. A sisêyan jî cih û dema wan ne diyar e. Weke taybetiyekê di çîrokê de yên qenc hene û li hember wan jî yên xirab. Timî jî di dawiya çîrokê de serkeftin dikeve destê qencan. Ên xirab têne cezakirin. Helbet ev hilbijartineke bizanebûn e. Çima ku di çîrokê de esas e ku bi mijarê ramaneke giştî bê dayîn. Ev jî li ser navê qencî û başiya mirovan tê kirin. Ji ber vê çendê jî çîrokên her gelî bi gor jiyan û çanda wî gelî mijaran hildane dest û ew ramana ku xwestine bidin destnîşan kirine. Lewma mijarên ku di yekûna wan de hiltê jor, ew mijarên gerdûnî ne, ku bûne malê temamê cîhanê.
Bîranîn

Bîranîn vegotin û şiroveyên qonaxekê dihewînin. Buyerên wê qonaxê bi şêweyekê balkêş tê derbirandin. Dibe ku nivîskarê bîranînê bûyerên jiyana xwe vebêje û dîsa dibe ku yên jiyana yekî din. Lê belê çendî ku ev nivîs qonaxekê diderbirînin jî, ne nivîsên zanistî ne. Tenê ji bo qonaxekê dikarin bibin belgeyên dîrokî.


Jînenîgar

Ev nivîs vegotina jiyana kesekî dihewînin. Di nivîsên jînenîgar de ji destpêkê hetanî wê rojê kitekitên jiyana wî kesê ku bûye mijara gotinê tê vegotên. Ji ber ku di nivîsê de qala kesekî tê kirin, ji ber vê çendê jiyana wî kesî bi gelek aliyan ve tê hilkolandin. Armanc danasîna wî kesî ye. Di nivîsên wisa de kronolojî cihekî girîng digire.

Dibe ku jînenîgar ji hêla xwedî ve û di heman demê de ji hêla yekî din jî bê nivîsandin.


Name

Name ji bo kesekî tê nivîsandin. Di van nivîsan de bûyer, xwestek, helwest, xweşikahî û tiştên hestî cih digirin. Vegotineke hêsan di xwe de dihewînin. Di nameyê de dibe ku qala tiştekî an jî gelek tiştan bê kirin. Ji van nameyan re tê gotin nameyên wêjeyî. Ji ber vê çendê şêwazê nivîsandina wan nabe ku weke nameyên takekesî, kar û taybet be. Çima ku di rojname an jî pirtûkan de dertê pêşberî xwendevanan, aliyên wêjeyî di hundirê xwe de dihewînin. Çendî ku hîtab ji bo kesekî be jî, armanc raderbirîna xwe gihandina gelek kesan e.


 Rojane

Di hundirê rojê de çi qewimî be, ew tê nivîsandin di rojaneyê de. Di rojaneyê de ji bo ku bê zanîn ka kengê hatiye nivîsandin, li qismê jor dîroka wê rojê tê nivîsandin. Ev nivîs di nav cureyên nivîsê de nivîsa herî serbest e. Dibe ku ew roj çi qewimîbin bi rengekî yekser û dîsa dibe ku bi rengekî şirove bêne nivîsandin.

2011-09-14

Bixwîne û têbigehe! " bo roja 28/9"

Dildar 
Helbestvanê Netewî û Danerê Marşa “Ey Reqîb”

Yunis Reûf Dildar 

( 20.02 Şûbat .1918 Koyê_ 12.11. 1948 Hewlêr)


Her kes di jiyana vê cîhanê de bi karê xwe û xebata ku daye meşandin, tê naskirin. Ger ew kar û xebat bi kêr û ji gelên civakê re kêm-zêde bi feyde be an jî şûnewarekî hunerî û pîroz be, êdî xwedîyê wê jî pêre navdar dibe. Ew bi huner an jî karê xwe di dîrokê de dibe xwedî navekî bêmirin.
Bo nimûne: Selahedînê Eyyûbî bi comerdî û şervaniya xwe, Pêşewa Qazî Mihemed bi cesart, zanîn û berxwedana xwe, Leyla Qasim û Mezlûm Dogan bi canfîdayî û berxwedana xwe ya dîrokî, Şêx Ûbeydullahê Nehrî bi dûrbînî û siyasetmedariya xwe, Meryem Xan, Hesen Zîrek û M A Cizîrî bi deng û hunermendiya xwe, Mamosta Pîremêrdê şaêr jî bi sirûda Newrozê tê naskirin.
Dildarê evîndarê serxwebûn û serfiraziya netewa Kurd jî bi helbesta xwe ya naskirî„ Ey Reqîb“ an jî “marşa netewîya Kurd”an di nava hemû Kurdên Kurdistana mezin de navekî naskirîye. Gelo Dildar kîye û jiyaneke çawa derbs kiriye?

Rewşenbîrê Azadîxwaz û Siyastemedarê Ciwan

Yunis Dildar helbestvanê nîştimanperwer û xwediyê sirûda (Ey Reqîb) e. Mixabin ew kêm jiya û di jiyana xwe ya şexsî da xwedî qedereke reş bû. Bexteweriyê ti carî li deriyê wî neda.
Navê wî yê rastîn „Yunis Reûf Dildar“ e. Kurê „Mehmûdê Mela Seid“e ku li Koyê(başûrê Kurdistanê) bi navê malbata„ Xadim Elsecadeyin“ tên naskirin. Navê dayika wî jî“ Zehwe Xûrşîd Efendî“ ye.
Yunis di 20. 02 Şûbata sala 1918an de dema ku li Kurdistanê giranîyek mezin di rojeva jiyana xelkê da bû li bajarê Koyê hat dinê. Ji zarokatiyê ew zarokekî jîr û jêhatî bû. Carna behsa hinek bûyerên çaxê zarokatiyê ji dayika xwe re dikirin û dayika wî jî wiha jêre digot:“ Role fikrit zor tîje... emanet çûn le bîr mawe_ Lawo hizra te gelek bilind e, vana çawa li bîra te mane?“.
Belê çavên Dildar hertim li pey peydakirina rastiyan digerîn. Hê zarok bû ku malbata wan ji Koyê koçkirin.
Dildar di temenê çar saliyê de nexweşiyeke giran digire û piştî rabûna ji nava nivînan jî ji ber teisîra nexweşiyê lal dibe. Bi awayekî ku heya dawiya jiyanê jî zimanê wî hinekî giran bû û nedikarî baş biaxive.
Nexweşiya Dildar demekê li „Kela Hewlêr“ê di bin çavdêriya doxterekî da tê çareser kirin. Di derbarê jiyana wan salan de Dildar di bîranînên xwe de wiha dibêje:“ Tevî ku em feqîr û di xaniyên kirayê da rûdiniştî jî lê qenaet û razîbûn dirûşma me ya jiyanê bû. Ez li ser vê qenaetê hatim perwedekirin, min li cihê şirîniya jiyanê, tehlî kişandin e... yanî dikarim gelek bi hêsanî bi mercên jiyana xwe re, xwe rêk û pêk bikim û bi nexweşiyan li hev bikem.
Beriya şerê cîhanê malbata wan li bajarê Koyê dewlemend bûn, lê ji ber zor û stemên leşker û kar bi destên dewleta Osmanî rewşa aboriya Kurdistanê têk çûbû. Dildar di nava hejarî û xembariyê da mezin dibe. Ew di bîranînên xwe de behsa hêsirên dayika xwe dike ku ji bo birayê xwe yê îdamkirî, dirijandin. Bi vêre Dildar hêdî-hêdî derdên bindestiya netewa xwe jî nas dikirin. Hikayet û çîrokên „Fatime Seyîdî“(1) û dayika wî ya dilovan, Dildar dibirine nava deryayek kûr ku bixwe re bifikre û derdora xwe baştir nas bike.
Beriya her xwîndingehekê wî ji zimanê dayika xwe dersên Kurdayetiyê wergirtin. Berevajî piraniya zarokan Dildar ji bo çûyîna xwîndingehê digiriya û hertim ji dayika xwe re wih digot:“Ez jî dixwzim mîna hemû zarokên din herim mektebê... hûn çima min naşînin dibistanê?“.
Sala 1926an dema ku ew ji Hewlêrê vedigerîn bajarê Koyê Cewadê birayê wî ji ber nexweşiyekê dimire û ji wê salê pêde jî Dildar di sala 1927an de di temenê 9 saliya xwe da dest bi xwîndina xwe ya dibistanê dike. Bi vê re ew gehiştibû mezintirîn xweziya xwe.
Sal derbas bûn û Yunis baştir xwe nas kir. Di hundirî mejjîyê wî da şoreşek mezin çêbibû. Hez dikir ku di nava kulanan de bazbide û bi dengekî bilind bêje:“ Ez Kurdim, ez Kurdim...“.
Vê şoreşê xirûr û xeyretek wisa mezin dabûyê ku nedikarî wesfa wê bike. Xwenaskirina wî ya yekê Kurdbûna wî û ya duyê jî ew hîn bû ku çawa silehê bikar bîne. Van du tiştan bi temamî şoreşek gelek bihêz di hizr û ramanên wî da pêkanîn. Gelo pirs di vir daye ka çima çek, sileh û Kurdbûn?! Çima Kurdbûn li gor pîvanên wê demê ji Kurdekî re girîng bû?
Belkî sedemek ew bû ku hingî hissên netewî mîna îro geş û bihêz nebûn. Kurd neçar bûn ku tenê bi şer û tifingê hebûna xwe mîna netewekê li hemberî hêrêşên gelên din biparêzin.
Dildar û Pirtûk
Ji sala 1933an Dildar dest bi xwîndina dîwana Hacî Qadirê Koyî kir û qesîdeyên şaêrên mîna Ewnî, Racî, Asî û Husênî jî dixwendin û tev ezber dikirin. Piştre helbestên Wefayî, Kurdî, Bêkes, Zîwer û Pîremêrd jî bi hûrbînî xwendin û piraniya wan jî ezber dikirin.
Herwiha Diladar li ser dîroka şoreşa Firnsê, dîroka Yûnan, „Kurd û Kurdistan“a Emîn Zekî Beg, „Dîroka Mîrekdarên Soran, Baban û Mûkriyan“ ya Seyîd Husên Hûzinî ku bi zimanê Kurdî hatibû nivîsandin, dest bi lêkolîn û xwîndinê kir.
Dema ku Dildar bi hûrbînî dîwana Nalî jî dixwîne êdî şêir û edebiyat di mejiyê wî de cihekî taybetî ji xwe re peyda dikin.
Bi vî rengî Hacî Qadirê Koyî ew ber bi cîhana nîştiman perweriyê û Nalî jî cîhana evîn û dildariyê li pêş berî wî vekirin
Rojekê wî xwe îmtihan kir ka dikare helbestekê binivîse an ne? Wî destpêkir. Gelek westiya lê di dawiyê da helbesta yekê li ser dayika xwe danî ku qesîdeyek 15 beytî bû. Bi vî rengî ew jî ket nava cîhana helbestvanên ciwan yên wê serdemê.
Aliyekî din yê jiyana Dildar hez û çalakiyên wî yên ji bo gûherandinên siysaî û civkî ne. Wî gundî li dijî axayên mişexwer vedixwendin dijberiyê. Lê feqîr û cotiyar jî bi xwe bawer nebûn. Ev karê wan Dildar gelek êşandiye. Dildar li ser vê taybetimendiya gundiyan wiha dibêje:“ Ev bêbaweriya han taybetmendiyeke di nava gelê cahêl û nezan da, taybetiya ku mezintirîn mîkrobe di laşê mirovan da, di nava xwîna vî laşî da dijî“.
Dildar baş çînên civaka xwe nas dike. Ji bona wê jî di derbarê çîna hejar û gundiyan da wiha dibêje:“ Ger bi hûrbînî li kesayetiya feqîr û gundiyan binêrî, gelek tiştan yê jê bistînî. Berî her tiştekî divê pêre rast bî, ji xeynî tiştên ku dibîne û dibihîse, tiştekî din di jiyanê de nizane. Çimkî nexwende û nezanin. Di jiyanê de hê jî di serdema çandinê da dijîn û bi zevî, kevneşopî û zikê xwe ve pir girêdayîne. Hîviya nûkariyê ji wan nayê kirin û ew bi çavê berjewendiyên giştî li ti tiştekî nanêrin... ev sedem bese ku tebîeta çarpîyan bi wan re hebe....“(2).
Yunis Dildar hebûna xasiyet û taybetmendiyên wiha di nava Kurdan de bi wê sedemê ve girê dide ku ji mêjda cîranên Kurdan text û tacê wan yê kiyanî û serbestiyê ji holê rakirine û bi rêya serok eşîretên Kurd, xweşî û hevgirtina di navbera wan de ji holê rakirine.
Dildar ji zarokatiyê heya roja ku wefat kir, hertim bi delîl û mentiq li pey bersiva pirsên xwe yên bêdawî bû. Carna diçû mizgeftan û di nava feqîyan da li ser nivêj û ola Îslamê bi wan re diaxivî û pirs ji wan dikirin. Ji wan re digot:“ Êwe îbadetî ewham deken, werin têmbigeyînin ke dîn çiye“.(3)
Ji ber van munaqişe û pirsyarên bêdawî bû ku mele û feqîyan tûhmeta kafiryê didan pal wî û ew bi cehnemê tehdîd dikirin.
 
Dildar û Îdeyên Wî
Dildar bihayekî giran dida xwîndin û zanistê. Wî dixwest navê bajarê Koyê(bajarê edeb û hunerê) hertim di nava navan de zindî bimîne.
Wî hertim li ser bihayê jiyana vê cîhanê wiha digot:“ Jiyan derfetek pir bihagiran û bi qîmete. Divê em bi xem û mejî mijûlkirinê wê ji dest nedîn, çimkî ev jiyan careke din ji mere venagere...“
Dildar xwîndina xwe ya dibistan û navîn li bajarên Raniye û Koyê bi dawî anîn. Piştre xwîndina xwe ya lîseyê jî li bajarê Kerkûkê bidawî anî. Sê sal xwîndina li Kerkûkê jiyan û ramanên wî digûherîne. Li Kerkûkê digehije serê gopkê çiyayê xemilandina hizr û bîrên xwe. Êdî ew di salên ciwaniyê da jî xortekî xwîn germ û bi armanc e. Dildar ti rojek nebû ku li ser evîna welatê xwe yê bindest neçe nava deriya fikr û ramanên kûr û dûr. Şahkarên xwe yên bêmirin di wan salan de afirandin.
Sala 1937an dema ku Dildar hê xortekî 19 salî bû bi komek ji xwîndevanan re komela bi navê (Darker) damezirandin. Armancên danîna komelê siyasî bûn. Ji ber wê jî piştre navê komelê kirin “Hizbî Hîwa” ku nemir Refîq Hilmî serokê wê yê giştî û Dildar jî mîna sekreterê giştiyê partiyê hate hilbijartin. Hizba Hîwa nekarî zêde kar û xebatên xwe bidomîne û ji salên 40an û pêda hilweşî. Dildarê ciwan vê carê berê xwe da ramanên Marksîzimê û mîna mirovekî çeprew dest bi çalakîyên xwe yên siyasî û civakî kir. Herçend ew xwediyê bîr û rayên sosyalîstî bû lê endamê ti partî an jî rêxistineke siyasî nebû. Kovara „Gelawêj“ yek ji wan kovaran bû ku helbestên Dildar bi berdewamî têde dihatin weşandin.
Dildar di wan salan de yek ji wan helbestvanên ciwan bû ku xwe ji Kilasîzimê dûr dixist û rêbaza Romansîzimê di helbestên xwe de peyrew dikir.
Mirov dikare bêje ku Dildar helbestvanê vegûhastinê bû an jî di helbesta Kurdî ya nû de helbestvan Herdî mîna destê rastê yê Goran û Dildar jî bi destê wî yê çepê tên hesibandin(tên dayîn).
 

Dirûşma Dildar ya Taybetî

Dildar di rêbaza jiyana xwe de xwedî dirûşmek taybetî bû. Wî hertim wiha digot:“ Mademkî ez Kurdim, divê Kurd ji hemû kesekî zîrektir û baştir bin.“  
Gotineke wiha hesreteke mezine ku xweiyên xortekîne ji bo pêşkeftin û serkeftina gelekî bindest.
Helbestên Dildar pirin, lê di nava hemû helbestên wî de şêira bi navê „Ey Reqîb” ji tevan naskirîtir e. Li rex hemû berhemên wî yên hêja helbesta „Ey Reqîb“ bi tena serê xwe bese ji bo nasandin û zindîmayîna nav û xizmeta mamosta Dildarê ku evîndarê serfiraziya netewa xwe bû. Ew li dijî çewsandina hemû netewan bû.
Ger “Ûjîn Botê” bi marşa xwe ya “Intirnational” bê naskirin, Dildar jî bi helbesta xwe ya bi nave “Ey Reqîb” tên naskirin.
Herçend helbestên Dildar yên din jî pirin û piraniya wan jî ji aliyê hunerî û şêwazê ve ji wê helbestê dewlemendtir û pêştirin, lê ji ber ku naveroka wê helbestê li ser çewsandina netewî û berxwedana Kurda ya li hemberî dujiminan e û Dildar li ser vê raya xwe pir bi îsrare, riheke nemirî daye vê helbestê. Dildar tenê dikare bi vê helbesta xwe bibe bi “Marslîz”ê netewa Kurd. Çimkî Dildar karî mîna nûnerê nivşekî genc rolekî bi kêr û fer bilîze û helbestên wî mîna çirayekî rêyên tarî ron dikin.
 
Dildarê Parêzvan
Dildar di jiyana xwe ya kurt da zû di nava dilê xelkê reş û rût da cihekî taybet ji xwe re vekir. Çimkî wî hertim xwe di çeperê çîna hejar û çewsandiyên civakê da didît û piştgîriya wan dikir. Sala 1940an li bajarê Bexda çû kulêca hiqûqê û di sala 1945an de bû parêzvan. Dildar mirovekî merd, cesûr û malê dinê li ba wî bêqîmet bû. Mîna parêzvanekî bi şev û rojan ji bo çareserkirina pirsgirêjên xelkê di nava liv û lebatê da bû bêy ku ji xelkê dawa pere an jî mafekî bike. Ew mîna parêzer kesekî lêhatî û bi hêz bû. Yasanas bû û zagûnên hiqûqî baş fêm û şirove dikirin.
Ew bi reş û taziyên civakê re bû û heya dawiyê di parastina mafên wan de bi îsrar û li kêleka wan nelivî.
Diladr hê nezewicîbû lê li gor gotina mamosta Mesûd Mihemed ew evîndarê keçekê ya bi navê “Behiye Ferecellah Kurdî” bû. Lê li cem kesî behsa vê evîna xwe nekiriye!!.
Dildar him di qada şiyarkirina gelê Kurd û him jî mina sekreterê partiya Hîwa xwedî rolekî siyasî ye jî. Wî hertim digot:” Gel mîna trimbêlekêye ku bêlêxûr(şofêr) nabizive”.
Ji aliyekî din jî Yunis Dildar mîna helbestvanekî pêşkevtinxwaz ji her sê qûnaxên şêirê derbas bûye. Yanî di destpêka helbestvaniyê da bi helbesta kilasîk destpêkiriye, piştre kete nava cîhana romansîyetê û di helbestên xwe de çi tiştên xweşik û şefaf ku hebûn, bikar anîne. Ev bedewî di helbestên( Lawî Kurdan, Tûtnewan, Ey Kurd, Xendekey Bayî, Gulî Sor, Mindalî Hîwa û Kurdistan) û yên din de tên dîtin. Piştre jî dest bi gotina helbestên çînayetî kir û têde li ser çewsandina gundî û cotyaran diaxive ka çawa ji aliyê axa û begên Kurd ve tên çewsandin. Di helbesta bi navê” Tûtinwan” de behsa tûtinvanekî dike ku çawa bi zehmetek mezin tûtinê diçîne, pêre diweste û di dawiyê da jî berê ked û xebata xwe ya çend mehan pêşkêşî bazirganên belaşxûr dike.
Di wê serdemê de karekî wiha ji aliyê Dildarê ciwan û nûgehiştî ve xebatek pir girîng e.
Ger ecela mirinê derfet bida, Dildar yê di cîhana helbesta Kurdî de xwe bigehenda sere çiyayê herî bilind.
Bihara sala 1948an rayedarên dewleta wê demê ji Dildar dawa kirin ku bibe bi mûdîrê herêma Sengeser. Herçend hingî pejirandina karekî wiha destkevtek mezin jî bû, lê Dildar daxwaza dewletê nepejirand. Piştre parêzvaniya fermandariya Raniyê jî red kir. Sedem jî ew bû ku Dildar ji xwe re nedijî, belkî hemû wext û heta canê xwe jî ji bo berjewendiyên nivşên paşerojê danîbûn.
Dildar li Kerkûkê xwîndevan bû. Sala pêncemîna amadeyî bû ku ku bi nêrînên xwe yên niştiman perweriyê helbesta „Ey Reqîb“ afirand. Ev helbesta wî jî mîna helbestên din heya radeyekê bênav û nîşan bû, lê piştî ku di sala 1946an da komara Kurdistan hat damezirandin bi tewsiya Pêşewa Qazî Mihemed û birêveberên Komara Kurdistanê awazek jêre hat danîn û bi awayekî fêrmî mîna “Marşa Netewî” di helkeftên millî da hatiye gotin. Dildar hê sax bû ku ev helbesta wî mîna “Marşa Netewîya Kurd” hat bi nav kirin.
Dildar bi helbesta xwe ya navdar (Ey Reqîb) de mîna wênekêşekî wijdana civaka serdema jiyana xwe ye. Hissên wî yên netewî jî di cewherê vê helbestê da nasnameya Kurdpeweriya wî didin xuyanîkirin.
Belê helbesta wî ya herî xweşik û xweş di Kerkûkê de ji dayik bû û li Mehabadê bû marşa netewîya hemû gelê Kurdistanê.
 
Helbestên Dildar (ku destnivîsa wî bixwe bûn û niha jî li cem birazîyên wî mane), piştî salên dûr û dirêj bi hevkariya birayê wî Mecîd Reûf û nivîskarê hêja Ebdulxaliq Ellaedîn li sala 1983an hatin weşandin. Beriya wê dîwana wî carekê li sala 1961an û carekê jî li sala 1971an li çapxaneya Kurdistanê li Hewlêr hatiye weşandin.
Yunis Dildar ji temenê 20 saliyê û pêde bîranînên xwe nivîsandine ku tenê para yekê ji fewtînê rizgar bûne û du parên din dema ku ew hê sax bû, wenda bûne. Mirov dikare bêje ew yekemîn kese ku dest bi karekî wiha girîng kiriye. Belê xweziya hemû nivîskar, hunermend û rewşenbîrên Kurd bi girîngiya karekî wiha bizanin û ew jî mîna Dildar bîranînên xwe ji bo nivşên piştî xwe binivîsin.
 
Mirineke Xemgîn
Demeke dirêj bû ku Dildar ji ber êşên Romatîzim û dil nerihet bû, lê li rex hemû nerihetiyan dîsan jî karê xwe yê wekaletê didomand û ji paşerojê re pir bi hîvî bû.
Di rewşeke wiha de barekî din li ser milên wî zêde bû: Dema Asefê birayê wî jî di temenê 42 saliyê da wefat kir, êdî berpirsyartiya zarokên mala birê wî jî ketin ser stoyê wî.
Roja 12ê Mijdara sala 1948an Dildar dema ku li sînemaya Hemra(li bajarê Hewlêr) mijûlî temaşekirina filma “Selahedînê Eyyûbî” bû, ji ber êşa dilê xwe ji sînemê derket, lê berî ku bigehije nexweşxanê li nava kulanên bajar bêhiş ket. Herkesî texmîn dikir ku ew ji ber vexwarinên elkolîk bêhiş ketiye. Ji bona wê jî ew dereng gehandin cem doxtor. Dema ku çend kesan ew gehandin wira jî doxtorê nûbedar amade nebû.
Bi vî awayî Dildar ku di nava civata rewşenbîr û siyastmedarên Kurda da kesekî naskirî bû, bêy ku kes wî nas bikin bêkes û xwedî çû ber dilovaniya Xwedê.
Yunis Dildar hemû hêza mêşk, dil û zimanê xwe di rêya azadî û bexteweriya Kurdan de derbas kir. Çira pirşenga helbestvanê me yê millî di temenê wî yê herî ciwaniyê da vemirî.
Dildar di demsalekê da ku mîna dareke bi ber bû, gulên wê dibişkûvîn, jiyanê têde ji nûve pel didan, mixabin gula wî ya ciwaniyê hilwerî û çira jiyana wî vemirî.
Roja 12ê. 11 sala 1948an li bajarê Hewlêrê axa mûqedesa Kurdistanê laşê wî yê paqij ji xwe re kiribû mêvan. Mêvanê ku xweziyên wî pir bûn, lê hesreta wî ya herî mezin çêbûna dewleteke Kurdî û bexteweriya gelê Kurd bû.
Cihê daxbariyê di vir daye ku di hemen salê da ji xeynî Dildarê canemerg edîb û dîroknivîsê navdar Emîn Zekî Beg di 10.07.1948, Zîwer helbestvanê behredarê Kurd di 10.11.1948an û Fayêq Bêkes jî di 18.12.1948an de koça dawiyê dikin.  


Ey Reqîb

Ey Reqîb her, mawe qawmî Kurd ziman
Nay
şêkênê danerî topî zeman
Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qatt nanewê alakeman

Ême roley, rengî sor û
şoreş în
Seyrîke xwênawî ye rabirdûman
Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qatt nanewê alakeman

Ême roley, Mïdya û Key Xusrew în
Dîn îman, ayînman her nî
ştîman
Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qet nanewê alakeman

Lawî Kurd helsaye ser pê wek dilêr
Ta be xwên nex
şî bika tacî jîyan
Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qatt nanewê alakeman

Lawî Kurd her hazir û amade ye
Canfîda ye, canfîda, her canfîda,
Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qatt nanewê alakeman




2011-09-12

Pirs li ser çîroka Heware li kurdîniyê

Ji çîroka Hewar e li kurdîniyê

Zanko:  Universitet
Ji nişka ve: plötsligt
Qelafet: Stor kropp
Çirkên: slag; ljud
Fonetîk: brytning
Delîve: tillfälle
Zanyariyan: information
Jûr => Jûrî , jorî: norr
Karmend: anställd
xuya bûn: dyker upp
Girnijîn: leende
Awaz: melodi
Awir: bilck
Xelet fam nekey: uppfattar
bi zorê: tvinga
alîkari: hjälp, harîkarî
paşeroj: framtid
berhev: redo
dewlemend: rik, zengîn
beşek: en del
Bazirganî: handel
temaşayî cilkên wî kir: tittade
sîmayê: drag "ansiktets"
qulaçek: hörna
bihaneyek: ursäkt
mîna: som
şema: vax
pesn: beskrivning, skryta
nihomî: våning
periyan: sjöungsfru
mişt: fullt av, mycket
kelûpelên: grejer, "möbler"
cihêreng: olika
jîriya: smart
civat: råd, styrelse
giriftarî: problem
destûr, destûrî: lov, tillåtelse
himbêz, hembêz: kram, famn
sext: tuff, hård
pêşniyar: förslag
aşxaneka: kök
Destav: toa
Kotekî: tvång
Dozex: helvitte
erê kirin: tcka ja
leşkeriyê: miltär
xwe xeyidand: va ledsen
hov û dirinde: vild
faşîn e: rasist
zulm û sitem: förtryck
helwêst: attytid
boçûn: synpunkt
golên: sjö
bi qinarê ve nekirin: avrättningsstång
tundtir: hård

Pirs:
1. Kengî bûyerên çîrokê rûdayne?
2. Çend başe yan şaşe evîna zengînekî û hejarekî?
3. Boçî wan biryar da biçin Europa?
4. Boçî herdu jêk sil bûn?
5. Kîj j wan yê heq bû?
6. Te dixwest dawiya çîrokê çewa ba?

2011-09-09

Lînk

- Kîbordê kurdî latînî/erebî                                                 - Rojnameya WAR

- Ferhenga kurdî <---> swêdî                                            - Kurd Avesta

- Guhorîna herfên: latînî bo erebî                                          - Nefel 

- Guhartina alfabeya latînî <---> Erebî                                - Rojnameya Evro

- Keybordê herfên Erebî                                                    - Dibistana kurdî

- Keybordê herfên Latînî

Çîrok: Heware li kurdîniyê .. Bo heftiya 37

Hewar e li kurdîniyê


Ew li kafetêriya zankoya Bexdayê rûniştibû û kola vedixar. Ji nişka ve xortekê bejinbilind û lêkhatî silav lê kir û jê re got: “Ez dikarim li vêre rûnim?
Serê xwe bilind kir û temaşayî qelafet û rûyê wî yê geş kir. Çirkên ji dilê wê hat û êsker biryar da û bersiva da:”Fermo, li ser çavan.”
Xortê ereb ji fonetîka wê zanî ku ew ne ereb e. Ji xwe ew demek bû ku zêrevanî lê dikir û li delîvekê digeriya ku di gel rûne û hin zanyariyan li ser bizane. Dîsan dest bi axiftinê kir:
- Bibore her weku tu ne ereb î û ne ji vî bajêrî yî?.”
- Ne xem nake. Ez kurd im û ji jûra Îraqê me. Eve sala êkê ye ez li zankoyê.
- Ma li jûra Îraqê, zanko nînin?
- Belê, li Mûsilê heye, ew jî, nêzîkî me ye. Lê babê min li vêrê karmendê dewletê ye û mala me jî, li vêrê ye.
Rengê kurkî geş bû. Xweşî û hîvî, di serûçavên wî ra xuya bûn. Girnijî û di dilê xwe de, gelek awaz gotin. Dîsan bi girnijînekê, awirek lê da û dest bi gotinê kir:
- Li min bibore, lê hema ji bo zanîn û hevaltiya zankoyê, ez pirsan ji te dikim. Xelet fam nekey. Ma we malek ji xwe re kiriye û hûn li kî derê dijîn?­
- Ya rast min xwîşk û bira jî hene. Babê min bi tenê kar dike û bi zorê em îdara xwe dikin. Havînan birayên min kar dikin û alîkariya me dikin. Çinku ew jî li zankoyê dixwînin. Lê em jî, dê di paşeroja nêzîk de, xanî ji xwe re kirin.
- Belê rast e. Piraniya xelkê hêdî hêdî, xwe berhev dikin û pilanan ji bo paşeroja xwe dadinin. Hene jî, ji kevin de û ji babkalkên xwe, mal û milk hene. Niha bi hêsanî dijîn.
- Ma tu ji kîjan miletî yî û xelkê kîrê yî?
- Ez ereb im û ji kevin de, xelkê Bexda me. Babê min jî karmendê dewletê ye.
- Başe, bes çi kar dike.
Ya rast xortê ereb, ji malbateka dewlemend bû. Lê nediviya li xwe diyar bike û bi rûyekê geş, bersiva wê da.
- Babê min, rêveberê beşekê wezareta Bazirganiyê ye. Lê ew jî, mîna babê te û xelkê dî, karmend e.
Keçikê temaşayî cilkên wî kir ku yê bi serûber e û ji sîmayê wî yê geş jî, xuya dikir ku di jiyaneka baş de dijît. Kola xwe vexar û bi girnijînekê ve, daxwaza lêborînê jê kir û rabû. Lê li qulaçeka dilê xwe, cihek bo xemland.
Hema her roj, xortê ereb, bi bihaneyekê xwe digehandê û silav lê dikir. Wê jî çi asteng çênedikirin. Lê mîna piraniya keçkan, xwe giran dikir û naz bi ser de dibarandin. Wê çendê jî, êkcar xort pê ve kire şema…Carekê ber bi êvarê ve, keçik ji zankoyê derket û xortê ereb jî, li ber dergehî xwe gehandê. Silav lê kir û jê re got:
- Ma hûn li kîjan taxê dijîn? Ji xwe tirumbêla min heye û ez bi dilxweşî dikarim te bigehînim. Niho qerebalix e û çûn ya bi zehmet e.
Wê jî bi girnijîneka nazikane, temaşa kir û jê re da xuya kirin:
- Em li taxa Bab Elmuezem dijîn. Tinê bi basekê ez nêzîkî malê dibim. Min nevê zehmetê ji te re çê kim.
Vê çendê wekir ku dilê wî bi lez xwe lêbide û hîvî tê de bêne çandin. Delîve neda hêşta bipeyive û êsker bersiva wê da:
- Zehmeta çi! Em hevalên hev in û ji xwe ew tax li ser rêya mine.
Keçikê dizanî ku di wî demî de, heke maleka dewlemend nebe, her kes nikare bibe xwedan tirumbêlên taybet, nemaze eger hêj xwendkar be. Her wesa piraniya caran jî, bi pîlan û carna bêyî dilê wê jî, wî parên kola û çayê didan. Bo keçikê bawerî çêbû ku ew ji malbateke dewlemend û jêhatî ye. Çinku di jiyana xwe ya rojane de jî, ew gelek hêja, ruhsivik û têr bû. Êdî gelek caran wî keçik digehande mal û carekê, livîneka kirêt nekir. Ji ber hindê, her roj li ber çavên keçikê, mezin û xweştivî dibû. Pir caran harîkariya wê dikir û carna jî, cilik jê re dikirîn. Carekê dema çayvexarinê, xortî jê re got:
- Ya rast min gelek caran, behsî te ji bo malê kiriye. Helbet bi başî, çinku bi rastî tu hêja û baş î. Sube em dê zû xilas bin. Vêca eger te pê xweş be, ez te mêvanî xarinê dikim û dê bi wê rê, malbata min jî niyasî.
- Te çi behis kiriye! Ma hûn çend kes in û tu dikarî behsê wan bikî?
- Mala me ji şeş kesan pêkhatiye. Deybab, sê xwîşk û ez.
- Xuya ye tu bi tinê kur î. Lewre tu carna nazdariya li ser min jî dikî. Serûber û cilkên te, rêkûpêk in. Qey deyk û her sê xwîşkên te, bes xizmeta te dikin!
- Nexêr. Em bi hev re xizmeta malê dikin. Têkeliyên me gelek di xweş in û em wek hevalan e. Em pir rêzê li hevdu digirin. Pê nevê pesnê malbata xwe bidim, eger tu hatî, hîngê dê wan bînî û rastiya peyvên min zanî.
Wê rojê hemiyê, keçkê hest bi xweşiyeka mezin dikir. Dorûberên xwe ciwan û xemlandî didît. Hest dikir ku ya ji Mahirî nêzîk dibe. Astengên ku ew kurd e û yê dî ereb e, ew jiyaneka normal dijî û yê dî dewlemend, dişkên û namînin. Ya rast, Mahir xortekê ciwan û lêhatî ye. Gelek keçik xewna pê ve dibînin û xwe nêzîkî wî dikin. Lê xuya ye, dilê wî yê ketiye keçika kurd. Wê jî, hêdî hêdî, ew dilê mezin himbêz dikir û ji êş û xeman diparast.
Roja paştir, piştî dersên wan bi dawî hatin, nêzîkî nîvro, herduka qesta mala Mahirî kir. Xaniyê wan dikete devereka xweş. Erdê xanî, nêzîkî hezar metrî bû. Xaniyekê du nihomî ku ji darên pirteqal û lêmonan mişt bû. Dema ji dergehê hewşê çûne ber deriyê malê, Mahirî zengil lê da. Hind dît dergeh ji aliyê jineka rûgeş û ciwan vebû.  Kêfxweşî li wan kir û keçik da ber maçan. Dema li salonê rûniştin, sê keçên ciwan, mîna periyan hatin û wan jî, mîna deyka xwe, ew himbêz kir û dane ber maçan. Paşî bab jî hate mal û kêfxweşî li keçikê û teva kir.
Ji reng û sîmayên wan diyar bû ku hemî ciwan û rûgeş in. Mal biserûber û mişt e ji kelûpelên bihagiran. Dilê keçikê bi wê çendê xweş bû, dema ewqas rêz û hurmet jê re hatiye girtin.
Bi dilên geş û xêrhatineke germ, li ser mêza xarina ku ji gelek curên cihêreng pêkhatî rûniştin. Keçikê bi şerm dest bi xarinê kir. Lê her yekê ji aliyê xwe ve, parçên goştî û mirîşkan dadidane ser sênîka wê. Vê rêzgirtinê bawerî bo wê çê kir ku Mahirî bi başî pesnê wê daye.
Piştî firavînê, çay vexarin û paşî fêqî jî bi ser de kirin. Babê Mahirî, ji keçkê re got:
- Mahir gelek pesnê te dide. Ji aqil û exlaqê te, ji zîrekî û jîriya te jî razî ye.
-  Ji camêriya wî ye. Ew jî li zankoyê zîrek e. Xwedan exlaqekê bilind e û ruha alîkariyê jî li def heye. Supas ji bo vê mêvandariya we jî.
- Me xwe pê ve westandiye û em dixwazîn zarokên me, di nav civatê de, serbilind û serferaz bin.
- Ya rast ew karekê baş e. Babê min jî, du karan dike da ku me bi serbilindî mezin bike û bigehîne armanc û paşerojeka geş.
- Ma qey hûn di malê de, gelek in? Ma birayên te jî xwendkar in?
- Em sê bira û du xwîşk în. Ez û du bira li zankoyê dixwînîn û yên dî jî, li berheviyê ne.
- Hûn her bijîn û mirov bi xwendinê serbilind e û dê di wê rê de, paşerojeka geş û xweş bo xwe peyda bike.
- Bawer bike, babê min jî her we dibêje. Ji ber hindê jî, xwe diwestîne da em bi serbilindî bijîn. Bi taybet em xerîb in û kesê me li vêre nîne.
- Hûn ne xerîb in û eve welatê we ye jî. Ez jî mamê te me û çi giriftarî yan astengek hebe, em dê ji we re çareser bikin. Min pê xweş e, di delîvekê de, malbaba te jî binasim.
Êdî bû êvar û keçkê destûra çûnê xast. Wan jî, ew dîsan bi maç û himbêzan bi rê kir. Mahirî jî, ew bi tirumbêla xwe gehande nêzîk malê.
Roja paştir li zankoyê, hevdu dîtin û dîsan keçikê supasiyên xwe ji bo wan û wê mêvandariyê dubare kir ve. Mahirî jî, destê xwe li pişta wê da û mêvan kire çayekê. Ew cara êkê bû ku destê xwe nêzîkî wê bike.Wê çendê agirek berda leşê wê û ji dil viya xwe bavêje himbêza wî. Lê şerm û fihêtiyê rê nedayê. Piştî vexarina çayê, Mahirî cihê xwe xweş kir û daxaz jê kir ku babetekê di gel veke. Evîn ji çavên herdukan difirî. Mahirî jê re got:
- Xelet di min negehe. Tu dizanî her êk li gor şiyanên xwe dijîtin. Lê dema mirov li xerîbiyê be, hîngê mirovî pêwîstî bi alîkariya hevalan heye. Hûn kirêdar in û birayên te jî, li zankoyê dixwînin. Babê te du karan dike. Em dizanîn jiyan sext û dijwar e. ji ber hindê, duhî min û mala me, gotubêj li ser rewşa we kir û em gehiştîne wê baweriyê, ku alîkariya we bikîn. Ez dê pêşniyara me ji te re bêjim.
- Alîkarî û pêşniyara çi?
- Rewşa me gelek baş e. Me du xanî û çendîn dikan jî hene. Berî heyvekê xaniyek vala bûye û me kar pê nîne. Ew mezin e û têra we heye. Eger we pê xweş be, dê bi kirêyeka erzan deyne we.
Xaniyê ew tê ve hate ber çavan. Yekê kevn, bêserûber û hewş vekirî. Ji sê jûrên teng û  aşxaneka biçûk pêk dihê. Destav jî, li derve ye û zivistanan, deyka wê bi çêkirina xarnê ve rezîl dibe. Çinku bi kotekî germ dibe û havînan jî, dibe dozex.
- Gelek supas. Lê divê ez di gel malbaba xwe bipeyivim. Ez dê paşî bersivê dime te.
Wê şevê, keçikê mesele ji babê xwe re got. Piştî gotubêjeka berfireh, pêşniyar erê kirin. Êdî  herdu malbatan jî, li ser kirêyeka erzan li hev kir. Wan berdewam hevdu didît û têkeliyên wan bihêz bûn. Di wan salan de, Mahirî û malbata xwe, bi dehan caran, alîkariya wan kir û ji giriftariyan rizgar kirin.
Salên zankoyê, zû çûn û evîniya wan gerimtir bû. Wî li sala dawiyê, keçik ji xwe re xast û nîşanî çê kir. Havînê jî, daweta xwe kir. Serên xwe dane êk û jiyaneka bextiyar borand.
Dema şerê Îraq û Îranê dest pê kirî, navê wî ji bo leşkeriyê hat. Lê ji tirsa kuştinê, bi pare xwe gehande Ewropayê. Hîngê jî, li ser bingehê rêz û têgehiştinê dijiyan û çi kêmasî li wan nebû. Têkeliyên wan û herdu malbatan jî berdewam bûn. Dema serhildan û azadiya kurdistanê, gelek xelkê kurd hewla derketina Ewropayê da, lê ew jî  zehmet bû û pêwîstî bi pareyekê mezin hebû. Hîngê herdu birayên wê, bi alîkariya Mahirî, xwe gehandine Ewropayê.
Êdî ji nû, hin pirsên kurdîniyê hatine meydanê. Ew cara êkî bû ku yek ji wan, behsî giriftariyên ereb û kurdan bike. Êvarekê li mala Mahirî, birayê wê yê biçûk, xwe xeyidand û hêriş kire ser ereban:
- Ereb miletekî hov û dirinde ye. Dîroka wan jî reş e. Ew hemî faşîn e û berdewam zulm û sitem li kurdan û gelên dî kiriye…
Xwîşka wî, xwe bêdeng kir. Mahirî jî, bêyî ku xwe têk bide û bersivaka wek ya wî bide, bi nermî jê re got:
- Bira em jî ereb in. Sedam û beisî faşî bûn û wan sitem li hemî gelên Îraqê kiriye. Ma em jî, ne ji ber zulma wî revîn û hatine vê xerîbiyê.
- Belê; lê ji hizara êkê baş di nav de nîne. Min nevêt têkeliya wan bikim.
- Eve çendîn sal in em wek birayên hev û dema em li Bexda jî, me çi giriftarî nebûne. Ma qey tu hez ji me jî nakî!
- Ya rast hemî ereb li ber çavên min reş bûne. Li vêrê jî, hemî dijî kurdan e.
- Pa tu li ber çavên me şirîn î. Tu xalê zarokên min î û her wesa birayekê ezîz î.
- Ez ne birayekê ezîz im! Eger zarokên te xwe bi ereb bizanin, min ew jî nevên…
Ew rabû ser xwe û ji mala wan derket. Wê çendê, dilê zarokan jî êşand. Lê xwîşka wî, çi helwêst wernegirtin û rûyê xwe tirş kir. Ji lewre Mahirî, ji wê re got:
- Erê tu bêdeng bûy! Te çi negot. Her wek te jî piştevaniya boçûna wî dikir!?
- Ne, lê bi rastî jî, ereban gelek zulm li kurdan kiriye.
- Ezîza min, ne ereban kiriye, belku Sedamê dirinde.
- Rast e Sedamê hov, ew karesat anîne serê gelê kurd. Lê her çi hikûmetên hatine Îraqê, kurd kuştine û welatê me wêran kiriye.
- Pa wek me hevdu naskirî û paşî te şû bi min kirî, hîngê kesê ji we ev dergehe venedikir. Ji nû em bûne dijminê hev!
- Hîngê rewş ne hosa bû. Paşî ev hemî karesat û bobelateyan rû nedabû. Bi hezaran kes di bajêrê Helebceyê de, bi çekên kîmyawî kuştin û sotin. Dewleteka erebî jî, berevanî ji kurdan nekir û negotin ew jî musilman û guneh e…
- Ezîza min, tu dizanî ku zulm li fileh, tirkuman û ereban jî hatiye kirin. Ma Sedamî û leşkerê wî, ava golên ehwaran ne hişik kir û êk milyon ereb, li ser sinûrên Îraq û Îranê nekuştin û derbeder kirin! Ma bi sedan kadirên parta komunist û Ayetulahên şîa nekuştin û bi qinarê ve nekirin… Ma ew jî kurd bûn!? Ew deshelateka faşî ye û çi yê li dij be, dê ji nav be.
Mahir ji helwêsta jinka xwe xeyidî bû. Kizgiryok ketibû hefkê û rabû çû jûra xwe ya karî. Ew cara êkî bû ku dilê wan ji hevdu bimîne. Ya rast gelek caran, kurdîniyê xwe li serê birayên wê dida û li def wê, li dijî ereban helwêst werdigirtin. Her çend wê ew kerb û kîn xuya nedikir, lê dilê wê jî tijî bibû. Wê şevê herdu li du cihên cida razan. Spêdê zû, berî hemûyan, Mahir ji mal derket. Direngî şevê jî, sergerm vegeriya û êsker çû nivist. Ew destpêka herifandina malê bû. Êdî birayên wê jî, helwêstên tundtir wergirtin û kurdîniyê xwe li serê wan dabû…

Xelîl Duhokî