Hewar e li kurdîniyê
Ew li kafetêriya zankoya Bexdayê rûniştibû û kola vedixar. Ji nişka ve xortekê bejinbilind û lêkhatî silav lê kir û jê re got: “Ez dikarim li vêre rûnim?
Serê xwe bilind kir û temaşayî qelafet û rûyê wî yê geş kir. Çirkên ji dilê wê hat û êsker biryar da û bersiva da:”Fermo, li ser çavan.”
Xortê ereb ji fonetîka wê zanî ku ew ne ereb e. Ji xwe ew demek bû ku zêrevanî lê dikir û li delîvekê digeriya ku di gel rûne û hin zanyariyan li ser bizane. Dîsan dest bi axiftinê kir:
- Bibore her weku tu ne ereb î û ne ji vî bajêrî yî?.”
- Ne xem nake. Ez kurd im û ji jûra Îraqê me. Eve sala êkê ye ez li zankoyê.
- Ma li jûra Îraqê, zanko nînin?
- Belê, li Mûsilê heye, ew jî, nêzîkî me ye. Lê babê min li vêrê karmendê dewletê ye û mala me jî, li vêrê ye.

Rengê kurkî geş bû. Xweşî û hîvî, di serûçavên wî ra xuya bûn. Girnijî û di dilê xwe de, gelek awaz gotin. Dîsan bi girnijînekê, awirek lê da û dest bi gotinê kir:
- Li min bibore, lê hema ji bo zanîn û hevaltiya zankoyê, ez pirsan ji te dikim. Xelet fam nekey. Ma we malek ji xwe re kiriye û hûn li kî derê dijîn?
- Ya rast min xwîşk û bira jî hene. Babê min bi tenê kar dike û bi zorê em îdara xwe dikin. Havînan birayên min kar dikin û alîkariya me dikin. Çinku ew jî li zankoyê dixwînin. Lê em jî, dê di paşeroja nêzîk de, xanî ji xwe re kirin.
- Belê rast e. Piraniya xelkê hêdî hêdî, xwe berhev dikin û pilanan ji bo paşeroja xwe dadinin. Hene jî, ji kevin de û ji babkalkên xwe, mal û milk hene. Niha bi hêsanî dijîn.
- Ma tu ji kîjan miletî yî û xelkê kîrê yî?
- Ez ereb im û ji kevin de, xelkê Bexda me. Babê min jî karmendê dewletê ye.
- Başe, bes çi kar dike.

Ya rast xortê ereb, ji malbateka dewlemend bû. Lê nediviya li xwe diyar bike û bi rûyekê geş, bersiva wê da.
- Babê min, rêveberê beşekê wezareta Bazirganiyê ye. Lê ew jî, mîna babê te û xelkê dî, karmend e.

Keçikê temaşayî cilkên wî kir ku yê bi serûber e û ji sîmayê wî yê geş jî, xuya dikir ku di jiyaneka baş de dijît. Kola xwe vexar û bi girnijînekê ve, daxwaza lêborînê jê kir û rabû. Lê li qulaçeka dilê xwe, cihek bo xemland.
Hema her roj, xortê ereb, bi bihaneyekê xwe digehandê û silav lê dikir. Wê jî çi asteng çênedikirin. Lê mîna piraniya keçkan, xwe giran dikir û naz bi ser de dibarandin. Wê çendê jî, êkcar xort pê ve kire şema…Carekê ber bi êvarê ve, keçik ji zankoyê derket û xortê ereb jî, li ber dergehî xwe gehandê. Silav lê kir û jê re got:
- Ma hûn li kîjan taxê dijîn? Ji xwe tirumbêla min heye û ez bi dilxweşî dikarim te bigehînim. Niho qerebalix e û çûn ya bi zehmet e.

Wê jî bi girnijîneka nazikane, temaşa kir û jê re da xuya kirin:
- Em li taxa Bab Elmuezem dijîn. Tinê bi basekê ez nêzîkî malê dibim. Min nevê zehmetê ji te re çê kim.
Vê çendê wekir ku dilê wî bi lez xwe lêbide û hîvî tê de bêne çandin. Delîve neda hêşta bipeyive û êsker bersiva wê da:
- Zehmeta çi! Em hevalên hev in û ji xwe ew tax li ser rêya mine.

Keçikê dizanî ku di wî demî de, heke maleka dewlemend nebe, her kes nikare bibe xwedan tirumbêlên taybet, nemaze eger hêj xwendkar be. Her wesa piraniya caran jî, bi pîlan û carna bêyî dilê wê jî, wî parên kola û çayê didan. Bo keçikê bawerî çêbû ku ew ji malbateke dewlemend û jêhatî ye. Çinku di jiyana xwe ya rojane de jî, ew gelek hêja, ruhsivik û têr bû. Êdî gelek caran wî keçik digehande mal û carekê, livîneka kirêt nekir. Ji ber hindê, her roj li ber çavên keçikê, mezin û xweştivî dibû. Pir caran harîkariya wê dikir û carna jî, cilik jê re dikirîn. Carekê dema çayvexarinê, xortî jê re got:
- Ya rast min gelek caran, behsî te ji bo malê kiriye. Helbet bi başî, çinku bi rastî tu hêja û baş î. Sube em dê zû xilas bin. Vêca eger te pê xweş be, ez te mêvanî xarinê dikim û dê bi wê rê, malbata min jî niyasî.
- Te çi behis kiriye! Ma hûn çend kes in û tu dikarî behsê wan bikî?
- Mala me ji şeş kesan pêkhatiye. Deybab, sê xwîşk û ez.
- Xuya ye tu bi tinê kur î. Lewre tu carna nazdariya li ser min jî dikî. Serûber û cilkên te, rêkûpêk in. Qey deyk û her sê xwîşkên te, bes xizmeta te dikin!
- Nexêr. Em bi hev re xizmeta malê dikin. Têkeliyên me gelek di xweş in û em wek hevalan e. Em pir rêzê li hevdu digirin. Pê nevê pesnê malbata xwe bidim, eger tu hatî, hîngê dê wan bînî û rastiya peyvên min zanî.

Wê rojê hemiyê, keçkê hest bi xweşiyeka mezin dikir. Dorûberên xwe ciwan û xemlandî didît. Hest dikir ku ya ji Mahirî nêzîk dibe. Astengên ku ew kurd e û yê dî ereb e, ew jiyaneka normal dijî û yê dî dewlemend, dişkên û namînin. Ya rast, Mahir xortekê ciwan û lêhatî ye. Gelek keçik xewna pê ve dibînin û xwe nêzîkî wî dikin. Lê xuya ye, dilê wî yê ketiye keçika kurd. Wê jî, hêdî hêdî, ew dilê mezin himbêz dikir û ji êş û xeman diparast.
Roja paştir, piştî dersên wan bi dawî hatin, nêzîkî nîvro, herduka qesta mala Mahirî kir. Xaniyê wan dikete devereka xweş. Erdê xanî, nêzîkî hezar metrî bû. Xaniyekê du nihomî ku ji darên pirteqal û lêmonan mişt bû. Dema ji dergehê hewşê çûne ber deriyê malê, Mahirî zengil lê da. Hind dît dergeh ji aliyê jineka rûgeş û ciwan vebû. Kêfxweşî li wan kir û keçik da ber maçan. Dema li salonê rûniştin, sê keçên ciwan, mîna periyan hatin û wan jî, mîna deyka xwe, ew himbêz kir û dane ber maçan. Paşî bab jî hate mal û kêfxweşî li keçikê û teva kir.
Ji reng û sîmayên wan diyar bû ku hemî ciwan û rûgeş in. Mal biserûber û mişt e ji kelûpelên bihagiran. Dilê keçikê bi wê çendê xweş bû, dema ewqas rêz û hurmet jê re hatiye girtin.

Bi dilên geş û xêrhatineke germ, li ser mêza xarina ku ji gelek curên cihêreng pêkhatî rûniştin. Keçikê bi şerm dest bi xarinê kir. Lê her yekê ji aliyê xwe ve, parçên goştî û mirîşkan dadidane ser sênîka wê. Vê rêzgirtinê bawerî bo wê çê kir ku Mahirî bi başî pesnê wê daye.
Piştî firavînê, çay vexarin û paşî fêqî jî bi ser de kirin. Babê Mahirî, ji keçkê re got:
- Mahir gelek pesnê te dide. Ji aqil û exlaqê te, ji zîrekî û jîriya te jî razî ye.
- Ji camêriya wî ye. Ew jî li zankoyê zîrek e. Xwedan exlaqekê bilind e û ruha alîkariyê jî li def heye. Supas ji bo vê mêvandariya we jî.
- Me xwe pê ve westandiye û em dixwazîn zarokên me, di nav civatê de, serbilind û serferaz bin.
- Ya rast ew karekê baş e. Babê min jî, du karan dike da ku me bi serbilindî mezin bike û bigehîne armanc û paşerojeka geş.
- Ma qey hûn di malê de, gelek in? Ma birayên te jî xwendkar in?
- Em sê bira û du xwîşk în. Ez û du bira li zankoyê dixwînîn û yên dî jî, li berheviyê ne.
- Hûn her bijîn û mirov bi xwendinê serbilind e û dê di wê rê de, paşerojeka geş û xweş bo xwe peyda bike.
- Bawer bike, babê min jî her we dibêje. Ji ber hindê jî, xwe diwestîne da em bi serbilindî bijîn. Bi taybet em xerîb in û kesê me li vêre nîne.
- Hûn ne xerîb in û eve welatê we ye jî. Ez jî mamê te me û çi giriftarî yan astengek hebe, em dê ji we re çareser bikin. Min pê xweş e, di delîvekê de, malbaba te jî binasim.
Êdî bû êvar û keçkê destûra çûnê xast. Wan jî, ew dîsan bi maç û himbêzan bi rê kir. Mahirî jî, ew bi tirumbêla xwe gehande nêzîk malê.

Roja paştir li zankoyê, hevdu dîtin û dîsan keçikê supasiyên xwe ji bo wan û wê mêvandariyê dubare kir ve. Mahirî jî, destê xwe li pişta wê da û mêvan kire çayekê. Ew cara êkê bû ku destê xwe nêzîkî wê bike.Wê çendê agirek berda leşê wê û ji dil viya xwe bavêje himbêza wî. Lê şerm û fihêtiyê rê nedayê. Piştî vexarina çayê, Mahirî cihê xwe xweş kir û daxaz jê kir ku babetekê di gel veke. Evîn ji çavên herdukan difirî. Mahirî jê re got:
- Xelet di min negehe. Tu dizanî her êk li gor şiyanên xwe dijîtin. Lê dema mirov li xerîbiyê be, hîngê mirovî pêwîstî bi alîkariya hevalan heye. Hûn kirêdar in û birayên te jî, li zankoyê dixwînin. Babê te du karan dike. Em dizanîn jiyan sext û dijwar e. ji ber hindê, duhî min û mala me, gotubêj li ser rewşa we kir û em gehiştîne wê baweriyê, ku alîkariya we bikîn. Ez dê pêşniyara me ji te re bêjim.
- Alîkarî û pêşniyara çi?
- Rewşa me gelek baş e. Me du xanî û çendîn dikan jî hene. Berî heyvekê xaniyek vala bûye û me kar pê nîne. Ew mezin e û têra we heye. Eger we pê xweş be, dê bi kirêyeka erzan deyne we.
Xaniyê ew tê ve hate ber çavan. Yekê kevn, bêserûber û hewş vekirî. Ji sê jûrên teng û aşxaneka biçûk pêk dihê. Destav jî, li derve ye û zivistanan, deyka wê bi çêkirina xarnê ve rezîl dibe. Çinku bi kotekî germ dibe û havînan jî, dibe dozex.
- Gelek supas. Lê divê ez di gel malbaba xwe bipeyivim. Ez dê paşî bersivê dime te.

Wê şevê, keçikê mesele ji babê xwe re got. Piştî gotubêjeka berfireh, pêşniyar erê kirin. Êdî herdu malbatan jî, li ser kirêyeka erzan li hev kir. Wan berdewam hevdu didît û têkeliyên wan bihêz bûn. Di wan salan de, Mahirî û malbata xwe, bi dehan caran, alîkariya wan kir û ji giriftariyan rizgar kirin.
Salên zankoyê, zû çûn û evîniya wan gerimtir bû. Wî li sala dawiyê, keçik ji xwe re xast û nîşanî çê kir. Havînê jî, daweta xwe kir. Serên xwe dane êk û jiyaneka bextiyar borand.

Dema şerê Îraq û Îranê dest pê kirî, navê wî ji bo leşkeriyê hat. Lê ji tirsa kuştinê, bi pare xwe gehande Ewropayê. Hîngê jî, li ser bingehê rêz û têgehiştinê dijiyan û çi kêmasî li wan nebû. Têkeliyên wan û herdu malbatan jî berdewam bûn. Dema serhildan û azadiya kurdistanê, gelek xelkê kurd hewla derketina Ewropayê da, lê ew jî zehmet bû û pêwîstî bi pareyekê mezin hebû. Hîngê herdu birayên wê, bi alîkariya Mahirî, xwe gehandine Ewropayê.
Êdî ji nû, hin pirsên kurdîniyê hatine meydanê. Ew cara êkî bû ku yek ji wan, behsî giriftariyên ereb û kurdan bike. Êvarekê li mala Mahirî, birayê wê yê biçûk, xwe xeyidand û hêriş kire ser ereban:
- Ereb miletekî hov û dirinde ye. Dîroka wan jî reş e. Ew hemî faşîn e û berdewam zulm û sitem li kurdan û gelên dî kiriye…

Xwîşka wî, xwe bêdeng kir. Mahirî jî, bêyî ku xwe têk bide û bersivaka wek ya wî bide, bi nermî jê re got:
- Bira em jî ereb in. Sedam û beisî faşî bûn û wan sitem li hemî gelên Îraqê kiriye. Ma em jî, ne ji ber zulma wî revîn û hatine vê xerîbiyê.
- Belê; lê ji hizara êkê baş di nav de nîne. Min nevêt têkeliya wan bikim.
- Eve çendîn sal in em wek birayên hev û dema em li Bexda jî, me çi giriftarî nebûne. Ma qey tu hez ji me jî nakî!
- Ya rast hemî ereb li ber çavên min reş bûne. Li vêrê jî, hemî dijî kurdan e.
- Pa tu li ber çavên me şirîn î. Tu xalê zarokên min î û her wesa birayekê ezîz î.
- Ez ne birayekê ezîz im! Eger zarokên te xwe bi ereb bizanin, min ew jî nevên…

Ew rabû ser xwe û ji mala wan derket. Wê çendê, dilê zarokan jî êşand. Lê xwîşka wî, çi helwêst wernegirtin û rûyê xwe tirş kir. Ji lewre Mahirî, ji wê re got:
- Erê tu bêdeng bûy! Te çi negot. Her wek te jî piştevaniya boçûna wî dikir!?
- Ne, lê bi rastî jî, ereban gelek zulm li kurdan kiriye.
- Ezîza min, ne ereban kiriye, belku Sedamê dirinde.
- Rast e Sedamê hov, ew karesat anîne serê gelê kurd. Lê her çi hikûmetên hatine Îraqê, kurd kuştine û welatê me wêran kiriye.
- Pa wek me hevdu naskirî û paşî te şû bi min kirî, hîngê kesê ji we ev dergehe venedikir. Ji nû em bûne dijminê hev!
- Hîngê rewş ne hosa bû. Paşî ev hemî karesat û bobelateyan rû nedabû. Bi hezaran kes di bajêrê Helebceyê de, bi çekên kîmyawî kuştin û sotin. Dewleteka erebî jî, berevanî ji kurdan nekir û negotin ew jî musilman û guneh e…
- Ezîza min, tu dizanî ku zulm li fileh, tirkuman û ereban jî hatiye kirin. Ma Sedamî û leşkerê wî, ava golên ehwaran ne hişik kir û êk milyon ereb, li ser sinûrên Îraq û Îranê nekuştin û derbeder kirin! Ma bi sedan kadirên parta komunist û Ayetulahên şîa nekuştin û bi qinarê ve nekirin… Ma ew jî kurd bûn!? Ew deshelateka faşî ye û çi yê li dij be, dê ji nav be.

Mahir ji helwêsta jinka xwe xeyidî bû. Kizgiryok ketibû hefkê û rabû çû jûra xwe ya karî. Ew cara êkî bû ku dilê wan ji hevdu bimîne. Ya rast gelek caran, kurdîniyê xwe li serê birayên wê dida û li def wê, li dijî ereban helwêst werdigirtin. Her çend wê ew kerb û kîn xuya nedikir, lê dilê wê jî tijî bibû. Wê şevê herdu li du cihên cida razan. Spêdê zû, berî hemûyan, Mahir ji mal derket. Direngî şevê jî, sergerm vegeriya û êsker çû nivist. Ew destpêka herifandina malê bû. Êdî birayên wê jî, helwêstên tundtir wergirtin û kurdîniyê xwe li serê wan dabû…
Xelîl Duhokî
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar