2011-09-26

Bo heftiya 40
- Coreyekê nivîsînê jêbigre û roja 5/10 liser baxive. yekem kesê babetî di helbijêrit, tinê wî maf heye liser baxivit û yên dî divêt bo xwe babetek dî jêbigrit.

Coreyên nivîsînê

ROMAN

Roman ji nivîsên dirêj pêk tên. Di naveroka xwe de bûyerên bûyî yan jî nêzîkê bûyînê cihdigire. Lê belê li dewrûberê bûyereke diyar diçe û tê û bûyerên ku di romanê de diqewimin bi berfirehî têne vegotin. Her wiha di romanê de raxistina kitekitan heye. Ji ber vê çendê jî takekesên ku di nav romanê de cih digirin gelek in û di derbarê wan de vegotinên navîn ên nasandinê têne dîtin. Bi gotineke dîtir, xwendevan bi qasî ku wan takekesan hetanî xalên zirav ên jiyana wî binasin, kitekit û berfirehiya wan tê vegotin. Li ba vê yekê vegotina xwezayê jî di romanê de cih digire. Ev jî şêwazek e ku dihêle xwendevan xwe di atmosfera wê bûyer û wan kesan de hîs bike. Her wiha hinek roman hene, kitekitên nasandina xwezayê bi berfirehî di xwe de dihewînin, hinek jî hene kêm dihewînin. Ev xal bi nivîskar ve girêdayî ye. Lê belê dayîn û nedayîna vê xalê ji bo romanekê nabe kêmasî, lê bi heman şêweyê dikare bibe xala dewlemendtirîn.

Li ser esasê rêbazê romanên weke romantîk, natûralîst, realîst, sûrrealîst hene. Dîsa bi gora mijara xwe jî romanên weke evîn, civakî, dîrokî, serûwen û polîsiye hene.


Kurteçîrok

Kurteçîrok ji aliyê vegotinê ve dişibe romanê. Lê belê ji romanê kurtir e û di hinek xalên sereke de ji romanê vediqete. Weke xaleke girîng li kêlek romanê kurteçîrok seranser e. Yanî berfirehiya vegotina takekesan an jî bûyeran nîn e. Carna demeke kurt a jiyana mirov dibe mijara kurteçîrokê, carna jî xewnek an jî xeyalek. Vegotina kurteçîrokê girêdayî nivîskar e. Di kurteçîrokê de armanc dayîna ramanekê ye an jî heke hûnandin li ser takekesekî be, aliyekî wî tê destnîşankirin. Ev di heman demê de taybetmendiyê kurteçîroka klasîk e.

Kurteçîroka nûjen ne weke klasîk e. Kurtir e û kitekitên ew taybetmendiyê takekes bi hendazetî tê hûnandin. Weke mînak di kurteçîrokên Marqûez de ew aliyê takekes pir tê nepixandin, heta nivîskar wisa lê dike ku dilêr dertê raserî rastînê. Li hember vê di kurteçîrokên Çehov de takekesekî diyar tune, di ser de jî carna bûyer jî tun in.

Di kurteçîrokê de hûnandina ziman û şêwaz pir girîng e. Ji ber vê çendê gelek nivîskar hene, şêwaza hûnandina zimanê kurteçîroka xwe li ser bingehê helbestê datînin. Helbet ev sînorekî pir zor e û ji bo vê yekê hostayî divê.




 Pexşan

Pexşan, bi gotineke giştî nivîsên sivik in. Helbet ev sivikbûn ne di hunera nivîsê de, di şêwaz û bîçimê wê de ye. Mirov dikare bibêje ku her tişt dikare bibe mijara pexşanê. Di pexşanê de dîtina li ser tiştekî heye. Lê vê bîçimê dîtinê, nabe ku mirov bi zorê yan jî bi gotinên misoger bi xwendevan bide pejirandin. Dîsa nivîskarê pexşanê, nakeve hewldana îspatkirina tiştekî. Bi zimanê xwe yê xweşik, wisa dike ku xwendevan bêyî ku bertekekê bi xwe re rabihîse, xwe berdide herîkîna wê nivîsê. Ji ber vê çendê hûnandina zimanê pexşanê gelek çetîn e. Serweriya ziman dixwaze. Hêza şiroveyê dixwaze. Dîsa li ba van herduyan, pênaseyên balkêş dixwaze. Ger di pexşanê de pênaseyên nedîtî nebînayî tunebin, zehmet e ku ew pexşan bala mirovan bikişîne.
Di pexşanê de nivîskarê weke Montaigne ku firensiz e û Bacon ku ew jî îngilîz e, sereke ne. Lê belê di roja îroyîn de ev beşê nivîsê gelek pêş ketiye û di aliyê mijarê de jî dewlemend bûye.


 Pêkenok

Pêkenok bûyerên rojane, bi şêweyekî ku mirovan dikenîne tê hûnandin. Di pêkenokê de xweşkirina dilê mirovan esas tê girtin. Bi piranî di pêkenokê de ramanek heye û armanc tê kirin ku ew raman bi rengekî rexneyî bê dayîn.

Zimanê pêkenokê bi rengekî sivik û henekî tê hûnandin. Ger ziman giran were rêstin, hinge dibe ku ew pêkenok ji armanca xwe derbikeve.

Weke cureyekê nivîsên rojnameyê jî pêkenok têne nivîsandin. Ew zêdetir bûyerên rojane ji aliyê rexneyê ve hildidin dest û bi awayekî ramana rast nîşan didin. Di van nivîsan de ziman weke ku bi yekê/î re sohbet tê kirin têne hûnandin.


Gotar

Ev nivîsên rojaneyî ne. Di van nivîsan de aliyê agahî dayînê li pêş e. Lê belê divê di van nivîsan de nivîskar ew raman, bûyer an jî kirûya ku hildide dest, bi rengekî zanistî ispata wan deyne holê. Ji bo vê yekê jî delîl, îspat û dane divên. Ger di hundirê meqaleyekê de ev hersê xal bi têrayî hebin, wê gavê xwendevan bi rengekî hêsanî dikare bawerî bi wê nivîsê bîne. Çima ku armanca meqaleyê dana bawerkirina xwendevanan e.

Mijara meqaleyê ne bisînor e. Dîsa di aliyê şêwaza nivîsê de pîvanên diyarkirî nîn in. Dikare bi rengekî rojaneyî û di heman demê de jî, bi awayê felsefîk, ramyarî, hunerî, çandî, zanistî û dîrokî bê hûnandin. Di meqaleyê de xala sereke ne mijar e, şêwazê dana wê ramanê ye ku di hundirê nivîsê de peyda dibe.


Rexne

Rexne ew nivîs in ku di derbarê berhem, afirandin, bûyer an jî ramanekê de têne nivîsandin. Bingehîn armanca van nivîsan rexnekirin e. Lê belê di vir de xala herî girîng ew e ku rexneyên bê kirin divê li ser bingehê zanistî bin. Bi gotineke dîtir, rexne divê xwe bide rûniştandin li ser esasê rastînan. Çima ku hedefa rexneyê çewtî û şaşiyan danîna holê ye. Ji ber vê çendê bi alîkariya rexneyê em dikarin çonayetiya berhem, afirandin, bûyer an jî ramanê fam bikin. Ger tiştek bi aliyên baş û xirab muhasebeya wê bê kirin, dikare baştirîn bê fêmkirin. Rexne vê yekê pêk tîne.


Di rexneyê de bêalîbûn esas e. Nabe ku nivîskarê rexneyê alîgir be. Ger aligirî û terefgirî di xwediyê nivîsê de hebe, gengaz e ku xwendevan bi awayekî çewt were bizanebûnkirin.

Di nivîsên rexneyî de divê mirov baldarê van xalan be. Di nivîsên rexneyî de heqaret nabe, êrîşkarî û gotinên derveyî ehlaqa civakê nabe. Dîsa divê li hember jiyana mirovan rêzdarî hebe di nivîsê de. Nabe ku mirov berê nivîsê ji hedefê wê bizivirîne ser kesayeta xwedî. Her wiha ger bê xwestin çewtiya tiştekî bê nîşandan, divê ev yek bi delîl û îspatan, an jî bi divêtiyên ku dikarin mirov qane bikin were kirin. Heke di rexneyê de darezên subjektîf hebin, çonayetiya wê nivîsê dikeve. Em tiştekî bi ecibînin, ne ecibînin, gava ku em lê rexneyê bikin divê em xwe ji şayişên takekesî dûr bigirin. Hetanî di destê me bê divê em bi rengekî zanistî dane, delîl, ispat û divêtiyên xwe deynin holê.


Serpêhatî

Ev nivîs ji hêla wan kesan ve tê nivîsandin, ku li der û deveran digerin û di derbarê wan deran de agahiyê didin xwendevanan. Di van cure nivîsan de piranî ew cihên xweşik û bedew bi rengekî balkêş têne danîn û di derbarê wan de penase têne çêkirin.


Çîrok

Çîrok, cureyê wêjeya devkî ye. Di nav gel de ava bûne û bi vegotina devkî ji nifşan derbasî nifşan bûye. Çîrokên kurdî yên gelêrî ji bo vê yekê mînak in. Ew çîrok di vê sedsala dawî de bi saya nivîskarên kurd derbasî ser nivîsê bûne.

Di çîrokan de xalên balkêş sê lib in. A yekê bûyerên di çîrokê de peyda dibin, afirandinên xeyalî ne, girêdana wan yekser bi rastînê ve tune ye. A diduyê dilêrên çîrokê bi temamî ew kesên şayese ne, xwedî hêzeke derveyî-mirovî ne. A sisêyan jî cih û dema wan ne diyar e. Weke taybetiyekê di çîrokê de yên qenc hene û li hember wan jî yên xirab. Timî jî di dawiya çîrokê de serkeftin dikeve destê qencan. Ên xirab têne cezakirin. Helbet ev hilbijartineke bizanebûn e. Çima ku di çîrokê de esas e ku bi mijarê ramaneke giştî bê dayîn. Ev jî li ser navê qencî û başiya mirovan tê kirin. Ji ber vê çendê jî çîrokên her gelî bi gor jiyan û çanda wî gelî mijaran hildane dest û ew ramana ku xwestine bidin destnîşan kirine. Lewma mijarên ku di yekûna wan de hiltê jor, ew mijarên gerdûnî ne, ku bûne malê temamê cîhanê.
Bîranîn

Bîranîn vegotin û şiroveyên qonaxekê dihewînin. Buyerên wê qonaxê bi şêweyekê balkêş tê derbirandin. Dibe ku nivîskarê bîranînê bûyerên jiyana xwe vebêje û dîsa dibe ku yên jiyana yekî din. Lê belê çendî ku ev nivîs qonaxekê diderbirînin jî, ne nivîsên zanistî ne. Tenê ji bo qonaxekê dikarin bibin belgeyên dîrokî.


Jînenîgar

Ev nivîs vegotina jiyana kesekî dihewînin. Di nivîsên jînenîgar de ji destpêkê hetanî wê rojê kitekitên jiyana wî kesê ku bûye mijara gotinê tê vegotên. Ji ber ku di nivîsê de qala kesekî tê kirin, ji ber vê çendê jiyana wî kesî bi gelek aliyan ve tê hilkolandin. Armanc danasîna wî kesî ye. Di nivîsên wisa de kronolojî cihekî girîng digire.

Dibe ku jînenîgar ji hêla xwedî ve û di heman demê de ji hêla yekî din jî bê nivîsandin.


Name

Name ji bo kesekî tê nivîsandin. Di van nivîsan de bûyer, xwestek, helwest, xweşikahî û tiştên hestî cih digirin. Vegotineke hêsan di xwe de dihewînin. Di nameyê de dibe ku qala tiştekî an jî gelek tiştan bê kirin. Ji van nameyan re tê gotin nameyên wêjeyî. Ji ber vê çendê şêwazê nivîsandina wan nabe ku weke nameyên takekesî, kar û taybet be. Çima ku di rojname an jî pirtûkan de dertê pêşberî xwendevanan, aliyên wêjeyî di hundirê xwe de dihewînin. Çendî ku hîtab ji bo kesekî be jî, armanc raderbirîna xwe gihandina gelek kesan e.


 Rojane

Di hundirê rojê de çi qewimî be, ew tê nivîsandin di rojaneyê de. Di rojaneyê de ji bo ku bê zanîn ka kengê hatiye nivîsandin, li qismê jor dîroka wê rojê tê nivîsandin. Ev nivîs di nav cureyên nivîsê de nivîsa herî serbest e. Dibe ku ew roj çi qewimîbin bi rengekî yekser û dîsa dibe ku bi rengekî şirove bêne nivîsandin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar