2011-11-08

Dîroka Kurdên Qafqasya...

 
  Demê ku mirov bêje Kurdên Suvyetê, yekser divê ku Kurdên Êzîdî tê bîra mirovan. Di nava Kurdên Suvyetê de, hêjmara herî mezin, ji Kurdên ÊzîdÎ ne, Kurdên Êzîdî jî herî zêde di nava welatên başûrê Qafqasya de jiyan dikirin û dikin. Wek Ermenîstan û Gûrcîstan ê. Di salên dawiyê de jî, ji van welatan Kurdên Êzîdî ji ber rewşa aborî û şerên li Qafqasya de, dest bi koçbertiyeke pir mezin berve welatên bakur. (Russiya, Ukraniya, Lenîngirad... hwd). Bê guman, Kurd bi taybetî jî Kurdên Êzîdî, ji sedsalên 16-an de têkiliyên wan bi welatên Suvyeta (Qeyserî,Çarlik) re hebûn, bi taybetî jî bi Ermenîstan û Gurcîstanê. Sedema vêyekê jî ewe ku Êzîdiyên bakurê Kurdistanê, hemû jî di herêma Serhedê de jiyan dikin, di Qers, Îxdir, Mûş, Wan û derdorên çiyayê Aigrî yê mezin. Di dema avabûna dewleta Kurdî ya Şedadiyan de jî, cîhekî Êzîdiyan yên pir mezin di nava vê dewletê de hebû, bi taybetî jî ku vê dewletê di welatên Qafqasya başur de desthilatdarbû. Ku mirov bêje ku dewleta Şedadiyan, dewleteke Êzîdiyan bû, ne şaşe!

Di salên 1914-an û pişt re, zor û zextên pir mezin li ser Kurdan û hemû netewên ku di nava sînorên Dewleta Osmaniyan de bû çêbû. Bi taybetî jî li ser Kurdan (Êzîdî, Misilman û Elewiyan) li ser Ermeniya zor û çewsandin çêbûn. Sedema vê yekê jî, ku Russiya dixwest Ermeniyan bikşîne aliyê xwe di şerê bi Osmaniyan re, Kurdên Êzîdî jî, bi awakî xwezayî xwe nêzî Russiya û Ermeniyan dîdîtin. Êzîdî û Ermenî di cîhekî ceopolîtîk yê pir nazik û girÎng de bûn. Herî zêde jî ku li ser sînorên bi Russiya re bûn. Tirseke Osmaniyan ya pir mezin ji van gelan çêbû, bi taybetî jî ku girêdaneke ruhî û olî di nava Osmanî û van gelan de tûnebû. Ne ji başiya osmaniyan bû ku Kurdên Êzîdî û Ermenî li wan sînoran bimînin, lewra jî bi gelek rê û rêbazan xwest ku wan ji wir derxîne. Em dizanin ku çi bi serê Ermeniyan de hat, bi vê yekê jî, Kurdên Êzîdî jî tirsandin û teşwîqî rivê kirin. Yên ku nedirivîn jî, bi ser serê wan re talan û ferman anînin. Êzîdiyên ser sînor jî, çend rêberî di nava xwe de hilbijartin û çûn bi rayedarên Russan re hevdîtin çêkirin û destura ku derbasÎ aliyên wan bibin standin. Wisa jî bi hezaran kurdên Êzîdî çemê Arasê derbas kirin û ketin nava sînorên dewleta Russiya yê. Bê guman bi hezaran zarokên bêxwedî, ku dê û bavên wan hatibûn kûştin an jî ji hev winda bûbûn jî hebûn. Bi hezaran zarokên sêwî û bêxwedî bûn. Dewletê ev zarokane hemû jî di nava sêwîxaneyên taybet de civandin û perwerde kirin. Piştî gelek salan jî, van zarokan, ala şoreşa wêje û rewşengeriya Kurdên Suvyetê hilgirtin û bûn wek menareyek ji menareyên wêje û hunera Kurdî. Di hemû aliyan de derfet di destê wan de hebû, bi taybetî jî piştî serkeftina şoreşa sosyalîst ya Suvyetê. Êdî Kurdan di dibistanan de perwerde bi zimanê Kurdî, Ermenî û Rusî didîtin, ji xwe re rojname derxisitn (Riya teze. Ku ev bû 74 salin dewam dikê ye), radyoyê beşa Kurdî vekirin, akademya Kurdzaniyên li çar welatên Suvyetê dan vekirin, akademya pedegojiya KurdÎ dan vekirin, yekîtiya rewşenbîran, ykîtiya nivîskaran, yekîtiya mamosteyan saz kirin. Bi hezaran berhemên binirx û giranbiha ji bona Kurdetiyê afirandin.
Di nava wan de gelek kesên bi nav û bang liser asta hemû yekîtiya Suvyetê derketin holê. Mîna: FirÎk Polatuv(Firîkê kurdê Egîd axa) ku skreterê partiya komonîst ya Sîbîriya bû û di şoreşa sosyalîzmê de şehîd bû. Li aliyekî din jî di mijarên wêje, ziman, çand û parastina nirxên netewî de jî, roleke pir mezin hat leystin. Bi taybetî jî profsorên weke “Heciyê Cindî”, “Erebê Şemo”, “Emîn Evdal”, “Qanatê Kurdo” û bi dehan yên din (Cerdoyê Gênco, FirÎkê Usiv, Casimê Celîl) van mohra xwe liser dîroka wêje û rewşenbîriya Kurdî xistin.
 Evna hemû jî Kurdên ÊzîdÎ ne. Ev na hemû jî ji birayên xwe yên pişt çemê Arasê re jî dibûn pişt. Têkiliyên van bi tevgera rewşengeriya Kurdên Suriyê (Bedirxaniyan) û ya Muhabadê re hebû. Lê dewleta Suvyetê êdî ji pêşkeftina van tirsiya, û mêze kir ku têkiliya van ya  bi Kurdên Kurdistanê re, têkiliyên Suvyetê yên dîplomatîk yên bi dagirkerên kurdistanê re dixe nava tengasiyê. Lewra jî êdî dewleta komonîst jî dest bi zor û zextiya li ser Kurdan kir. Xwest ku Kurdan pasîv bike, wan bi derûnî û giyanî jî ji welêt(Kurdistanê )qut bike. Û kesên bi xwe ve girêdayî û ji ruhê netewî dûr pêş bixe Û bilind bike. Ev polîtîkayên qirêj di dema desthilatiya Stalîn de bi awakî eşkere derkek holê. Heman ji salên 1937-an û şûnve, ango heya salên 1951-î, her tim Kurdên welatparêz bi ajantiya Împeryalîzmê dihatin tawambar kirin. Her wiha jî ew biryara damezrandina dewleta LAÇÎNê(Kurdistana sor) hat jibîr kirin. Rêvebirtiya Stalîn, bi dehan rewşenbîrên Kurdan avîtin zindana. Bi sedan jî surgunî Sîbîrya kirin. Li aliyekî din de jî, fermana Kurdên Misilman rakirin û hemû surgunî Sîbîrya, Kazexîstan, Qirxîzya û welatên Asya Navîn kirin. Di wan salan de hêjmara Kurdan li gorî hinek statîkên nefermî dibêjin ku zêdetirî (700 000) hefsed hezar Kurd hebûne. Li gorî yasayên Suvyeta berê jî mafê gelê wisa bi damezrandina dewleteke atonomî heye. Lê dewletê her ev hêjmar kêm dida diyar kirin. Heya ketina Suvyetê ku her miletekî ji xwe re dewletek avakir, lê di dema şer^Qerebax de, Kurd ji Laçînê hatin dûrxisitn û gelek jî di nava lingan de mirin...

Di aliyê bîr û baweriya Kurdên Êzîdî de, çendî ku têkiliyeke wan ya xurt bi navenda ruhanî ya Êzîdîtiyê (LALİŞ) re tûnebû jî, lê dîsa jî wan ola xwe dewam kirin, di nava wan de meteryalîzim jî pêşneket. Rewşenbîrên herî mezin jî bi nirxên xwe yên Êzîdîtiyê re girêdayî man. Lê mirov dikare bêje ku Êzîdîtiya Kurdên Suvyetê, ji rê û resmên olî bêhtir, ew wek sembola çanda Kurdetiyê û parastina nirxên netewî ma bû. Wek rewşenbîr û zanayên Kurd jî, wateyeke wisa didan ola Êzîdîtiyê. Dewleta Suvyetê jî, tam nikarî ku Kurdan entegreyî sîstema xwe bikin. Yanî her tim Kurdên Êzîdî, di heremên taybet de jiyan klirine û pir têkiliyên bi hêz bi hevwelatiyên din re neafirandine. Yanî di nava xwe de teng mane. Ev jî ji hest û ajoyên xwe parastinê dihat. Ji bilî yên rewşenbîr, hêjmara herî mezin ji Êzîdiyan di gundan de jiyan dikirin û bi heywan û çandiniyê re mujûl dibûn. Têkiliyên wan bi bazirganî, karsazî û fabrîqryan re kêm bû. An jî tûnebu.

Di dema Suvyetê de bikarhanîna rê û resmên olî û ayînî heman qedexebûn, em dizanin ku gelek mizgeft hatin giritin, rola dêr û kilîseyan pir pasîv hîştin û nehîştin ku dîn reklaman û propegandaya xwe bike. Lê ji ber ku saziyên diyar û resmî yên ola Êzîdîtiyê tûnebûn, lewra jî dewletê nikaribû qedexe bikiribûya. Ji ber ku saziya olî di kesayeta şêx û pîran de dihat îfade kirin. Em dizanin ku şêx û pîr jî ji 50% ji civaka êzîditiyê bû. Vê yekê jî hîşt ku ola êzîditiyê ji qedexiyan dûr bimîne. Lê dîsa jî ew qutbûna di navbera navenda êzîditiyê û yênQafqasya de, hîşt ku ol lewaz û pêşnekeve.
Pitî salên 1988-an, êdî bi tehrîkkirina hinek hêzan, nexweşî di navbera Kurdên Êzîdî û Kurdên Misilmande hat derxistin, liser vê jî, Kurdên Misilman ji Ermenîstanê reviyan çûn Azerbeycan û Kazixistan û russiyayê. Piştî vê yekê, êdî rewşa Kurdên êzîdî jî kete xerabiyê, bi hezaran ji wan rerviyan Rusiya û Ewropayê. Her wiha jî hemû sazÎ û destkeftinên wan yên berê lewaz û winda bûn, êdî roleke wan nema.
Berê Ermenîstan weke navendeke çand û wêjeya Kurdên Suvyetê bû û hêjmarek pir mezin ji Kurdan tê de jiyan dikirin, lê pştî koçbertiyê niha belkî tinê 60 000 mirov mabe, belkî jî ku hîn kêm bin. Yên mayîne ne jî rewşa wan ya aborî pir xerabe,di aliyên civakî û çandî de jî pir paşkeftine, di nava wan de rewşenbîr û pêşengên civakê heman nemane. Yên hene jî, pasîv û bêrol mane. Di Ermenîstanê de di 3 herêmên bingehîn de Kurd jiyan dikin
1-  Herêma Elegez (axbaran). Ev heremeke Çiyayî ye. Tê de 11 gundên Kurdan hene. Piraniya van gundan de jî tenê Kurd (yên ÊzîdÎ)jiyan dikin. Di hemû gundan de jî, dibistanên zimanê Kurdî hene û her heftê 2 saet dersên Kurdî tên dayîn.
2-  Oktemberyan: Li vê herê mê jî di gelek gundan de Kurd û Ermenî di zik hev de jiyan dikin.
3-   Talîn: Herî zêde jî Kurd di gundên wek ŞAHMÊRAN de jiyan dikin. Şahmêran jî navenda ruhanî ya Êzîdiyên suvyetê ye. Tê de gelek ziyaret û cÎhên pîroz hene. Her wiha jî ziyareta Melekê tawus jî tê de heye. Her sal Êzîdiyên ji hemû aliyan tên vê ziyaretê. Her wiha jî di Şahmêranê de jî, berê ÛSUV BEG hebû, ew jî bi fermî weke berpirsyarê hemû Kurdên Qafqasya dihati dîtin, cîhê xwe di meclîs dewletê de digirt, lê piştî ku sîstemkete destê komonîstan, êdî ew jî ji meclîsê hat derxisitn.
Ji bilî van her sê herêman jî, Kurd di herêmên cuda cuda de li Ermenîstanê dimînin. Wek “Aboviyan”, “Îçmezdî”, “Artaşat” û hêjmarek jî dibajê de dimînin.

 
Piştî salên 1950-î yan de, koçbertiyeke Kurdan ya berev Gurcîstanê destpêkir. Kurdên Gurcîstanê berê di rewşeke baş de jiyan dikirin, bi taybetî jî ku heman heman hemû yan jî di bajar “Tîflîs” de bûn. Piştî hilweşîna Suvyetê, êdî Êzîdiyên Gurcîstanê perîşan bûn. Êdî di rewşeke pir xerab de man, vê jî hîşt ku di hemû karî de cîhê xwe bigrin. Herî zêde jî karên paqijkirina cade û kolana û firotina besteyan. Ji wir jî hêjmareke pir mezin koçberî Russiya û Ewropa bûn. Tiştê herî xerab ewe jî ku gelek jin û bi taybetî jî jinên êzidî yên Gurcîstanê diçin Tirkiyê û canê xwe difroşin!! Heya niha jî biçavekî pir xerab li Kurdan  di Tiflîsê de tê nêrandin. Di paytexet Tiflîs de niha zêdetirî 20 000 Kurd yên êzîdî jiyan dikin, yekîtiya Êzîdiyên Kurd ya Gurcîstanê û komeleya mala Kurdan û çend yekîtiyênwanyên biçûk hene. Çend rojnameyênwan jî derdikevin. Wek “Kaniya SPΔ, “Nêrîna Nû”, “Gilawêj” û çendeke dinê.
 
Di salên dawiyê de ku hêjmara Kurdan li Russiyayê pir bûn, di hinek cîhan de weke mafên atonomiyê bi dest xwe xistin. Wek di Adgıdê û Karasindar ê de komên Kurdan yên pir mezin hene. Kurdên di van herêman de jî pir birêxistinÎne.
Di nava Êzîdîyên Qafqasya de bi taybetî jî di nava yên Ermenîstanê de, gelek lîstok û komplo li ser wan hatin meşandin. Ev yek jî herî zêde di mentiqê ku Kurd dijminên Êzîdiyan yên bingehînin, êzîdÎ netewekî cuda ye, zimanê wan êzîdkîye û eleqeta wan bi netew û zimanê Kurdî re hîç nîne. A bi komplo û mentiqên wisa civak bû du perçe, hinek dibêjin ku em Kurdin û ola me êzîdîtiye û hinek jî dibêjin ku em êzîdîne û ne Kurdin!!
Tiştê herî xerab ewe jî ku ev komployên wisa ji aliyên hinek hêzên dewletê de jî tên destekkirin û pesend kirin, bi taybetî jî piştî ku kesek weke serokê Êzîdiyan hate diyar kirin û ji Wan re Radyoyek bi navê Radoyê Êzîdyan hate vekirin. Niha jî du radyoyê Kurdên Ermenîstanê hene. Yek ew radyoê Êrîvanê yê bina ûbange(xebatkarên vî radoyî jî Kurdên Êzîdîne) û radyoyê din jî(ev radyo liser hesabê qutkirina zemanê radyoyê Êrîvanê hate çêkirin) radyoyê Dengê Êzidiyane. Her du radyo jî bi Kurdî diaxivin, heman muzîk û heman dengbêjan diweşînin lê armanca her duyan jî cuda ye.!!!!!!!!
Di salên dawiyê de, êdî roleke van derdoran ya aktîv nemaye. Ew pêşkeftinên ku di Kurdistanê de çêdibin jî, bandorên erînî li ser zanabûn û şiyarbûna êzîdiyên qafqasya jî dike.
Lê rewşeke din ya pir xerab, ango komployeke din ya ku li ser Êzîditiyê tê meşandin jî, bi nexş û program, ew xiristyankirina êzîdiyane. Di van salên daiwyê de tenê li Gurcîstan û Ermenîstanê bi hezaran kes dînê xwe guhartin û çûn ser dînê xiristyanan. Ev komplo jî bi destê hinek kesên ku ji xwe re dibêjin “Xwedênas” tê kirin û destê dewletên derve di vê komployê de heye. Her diçe û di nava Kurdên êzîdî de hêjmara yên ku dînê xwe guhartine pir dibin. Ev jî xetereke pir mezin li ser Êzîditiyê çêdike. Bi taybetî jî ku rola şêx, pîr û zanayên Êzîdiyan li hemberî vê komployê pir lewaz û pasîve. Ne şêx tiştekî dikin, ne pîr û ne jî rewşenbîr. Ew “xwedênas” jî, di nava Kurdan de nexş û planên xwe bi cîh tînin û civakî hîn bêhtir perçe-perçe dikin. Ji aliyekÎ ve kesên ku dibêjin ku êzîdÎ ne kurdin, di aliyê din de jî yên ku êzîdiyan dikin xiristyan, hemû jî weke komplo tên bi rêve birin û meşandin.
 
Mirov ku bi giştî bixwaze hêjmara Kurdên Êzdî yên li welatên serbixwe yên Russiyayê bêje: wê ji 500 000 kesî bêhtir bin. Bêguman ev hêjmara jî bi stastîkên zanyarî nehatiye pesendkirinê. Her wiha jî ev hêjmar her di guharitnê de ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar