Mîrgeha Badînan- Kurtî
- Ji ber ku ewên li ser kurdan nivîsî pêtir biyanî bûn, lew ra dîroka kurdî li dûv berjewendiyên wan kesan hatiye nivîsan û gelek caran ji rastiyê dûr bûye.
- Amêdiyê navê xwe ji serkirdê etabekî Îmaduddin Zengî wergirtî ye û li sala 537ê z hatiye avakirin, dîsan boçûnek dî jî heye ku navê wê ji Mîdya paytexta medan hatibit.
- Mîrgehên kurdan di navbera salên 921- 1515z peyda bûne.
- Amêdî li ser kevrekî hatiye avakirin bi bilindiya 300-400 pêya. Du dergih di çinê, li rojhelat deriyê Zêbar û li li rojava deriyê Seqafa. Li ser dergehan wêneyên du çekdar û giyandarên efsaneyî hene.
- Li Amêdiyê şûnwarên Aşûriyan lê hene ku xuya dike ku bajêr berî zayînê hebûye.
- Duhok li sala 916 b.z. navenda Dasiniyan bû.
- Dasinî, hozeka kurdên êzidî bû.
- Duhok bi mîrgeha Behdînan ve hatiye girêdan û li sala 1486ê yekemîn mîrê Behdînan hukim lê kirye bi navê Mîr Hesen Begê kurê Seyfeddîn Begî bû.
- Li Duhokê gelek şûnwarên kevin lê hene wek şkefta Helameta ku dikivit çiyayê Şindoxa li jêriya Duhokê.
- Zaxo bajêrek keven e û di dema Hesen Begê da li sala 1471 hatiye girêdan bi mîrgeha Amêdiyê ve.
- Li destpêkê mîrgeha Behdînan ji Amêdiyê û dewrûberên wê pêk dihat.
- Sinorên wê: Ji layê rojhelat ve mîrgeha Soran, rojava mîrgeha Botan, bakur mîrgeha Hekarî, başûr çiyayê Meqlob û rûbarê Dicle.
- Ji çiyayên wê yên herî mezin: Metîn, Gare, Xamtûr.
- Deştên herî mezin: Sindî, silvaneyî
- Ji rûbaran, Xabûr, Zêyê mezin û Roşîn.
- Ji kelayên wê yên bi navûdeng: Kela Amêdiyê, şoşê, akrê, kaşê, şabaniyê û Hirorê.
- Rêveberî: Mîr li Amêdî bû, Qazî ku karê wî derxistina fetwe û fermanan bû.
- Li her bajêrekê mezin hakimek hebû ku peywendiyên wî yekser bi Mîrî ve hebûn û dîsan berpirsên Bacwergirtinê û zanayek bo çareserkirina arêşeyên huqûqî.
- Cezaya herî giran ya zinayê bû.
- Xwendingeha Quban navdartirîn dibastana Mîrgehê bû.
- Ji jinên navdarên kurd li Behdînan: Zêrîna Amêdî, Mîhreban Xatûna Berwarî, Miryem xana Bêduhî; Margirêt, Gulbihar…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar