2012-11-28
GR 2
Nûçeyekî ji cihekî peyda bike û bersiva van pirsan bide:
1- Çiye?
2- Li kîve rûda ye?
3- Boçî?
4- Gengî?
5- Kî/kîne?
GR 2
GR 1
Çaxê ez nuke hizra xwe di hindê de dikim ez digehim wê rastiyê ku dibe min lezkiribe. Raste ew bi awayê xwe yê ewrupî hez ji min dike û ez jî weke xwe hez ji wê dikim.
Lê îro di jiyê xwe yê 30 salî de û dibe ev ji kartêkirina Karwanê jî be, ez hest bi hindê dikim ku evînî bi tenê ji min re bes nîne. Ez niha dixwazim ew qîza hez ji min dike min fêm jî bike. Dibe jî ev ji hindê dihêt ku min piraniya jiyê xwe li welatê xwe derbaskiriye û kultura me reh û rîşalên xwe di kûratiyên min de dahêlane û ez nikarim dev jê berdim û nikarim kultureke din bi hemû ve li ser xwe qebûlbikim û weha ruha berxwedanê li hember tiştê biyanî di nava min de xurtdibe. Li vir gotinên Karwanî weke tava geş rastiya xwe tîne pêş çavên min. Çimkî ji bona ku keçik min fêm bike divê kultura min jî nasbike û ji bo ku kultura min baş nasbike divê zimanê min jî bizanibe. Ne bes ev lê carna dûrtir jî diçe û pirsa zarokan û paşeroja wan xuyadibe û ez dibêjim xwe " çilo dibe zaroyên min zimanê min nezanin?!" Her çende gotinên Karawanî dijwar û cergbir bûn lê kêm tişt min di nava xwe de hest bi hindê dikir ku rast bûn.
Carekê bi xurtine kurd bi cirre çû û gote yekî ji wan ku jina wî ewrupî ye:
– Hey pa we gel û welat rizgarkir? Li welatî kes û kar û xizim û niyasên we dibêjin kurên me li derveyî welatî dixwînin û dê piştî timamkirina xwendina xwe bi zanîn û têgehiştinên xwe ve vegerin ve welatê xwe. Belê, ew li benda me ne ku em bi serbilindî biçin ve da ku ew jî bi me serbilind bibin. Ew nizanin ev xurte li vir mijûlî çi ne, nizanin ew mijûlî jiyaneke din in, ne bes xwe bi alkuhol û ketina dû keçan kuşt lê jinên ewrupayî jî anîn û zarok jê çêkirin. Bi hindê jî bes nekir û dev ji armanca hatina xwe bo derve, dev ji xwendina xwe berda. Ma qey hûn fihêt û şerim jî nakin. Hûn ji nav miletê xwe yê hejar û bindest dihên, li vir dibin kadir û şehreza û bo van civakên pêşkeftî û serbixwe ku pêwîstiya wan bi me tuneye kardikin li wî çaxê ku miletê me di taryatiyê de ye û tê tepeserkirin û ji her aliyekî ve dirbên jinavbir û qutbirîker dadiweşinê.
Min bi xwe çi rexneyek li ser gotinên wî nebû, dibe jî ji berku wan rexneyên wî di piraniyê de ji min nedigirt. Ew jî ji ber ku jina min ya ne kurd pîçek zimanê min dizane û hewil dide xwe nêzî kultura min jî bike. We ya rast bivê, di nav me kurdan de, kes nabêje mastê min yê tirşe û ez jî naxwazim xwe di kirasê xeletiyê de bibînim, evca hindî ji min bihêt dê ji xwe re pinîbikim bona ku kêmaniyên min xuya nekin.
Wêneyê dezgirtiya Karawnî bi dîwarî ve li hindav textê wî yê nivistinê di mezelka wî de di xaniyê xwendenkaran de daleqandî bû. Her bêhnekê da mêzekitê û bêjit:
– Lo tênbide rûçikên wê yên sur û sipî, reşçavên wê yên mezin, zeviya pirça wê ya reş... lo baş hizra xwe di dêmê wê yê bêguneh de bike... nexêr keçê te nadim bi sed hezar keçên vî welatî! Li benda bêhinvedana havînê bû ku biçe welatî û li wê derê dezgirtiya xwe biveguhêze û paşî, piştî ku dibin jin û mêrên hevudu, wê bi xwe re bîne vî welatî bona ku ew jî bixwîne û weha dikarin nêzî hevudu û her pevre bin. Ya rast dilê gelek xurtên kurd li vê derê kete wê dîtin û pilana Karwanî. Karwanî wekir ku li cem piraniya gencên kurd, jineke kurd...veger bo welatî bûn peyvên rojane û ketin di hizirkirin û bizavê de ji bo bicîanîna wan. Lê hemû jî man li benda Karwanî ku ew pêngava yekem bavêje.
Havîn hat û Karwan çû welat û li berbû du mehan li wir bimîne, şahiya xwe bike û paşî bi wê re bivegere ve vî welatî bo berdewmbûnê li ser xwendina xwe. Wî di hizra xwe de weha danîbû ku pizîşkiyê bixwîne û paşî weku pizîşkekî li her parçeyeke Kurdistanê be akincîbibe û xizmeta xelkê xwe yê bindest û perîşan bike.
Agirê Karwanî kete bin piyên xurtine din jî û wan jî xwest wekî wî bikin. Hineka ji wan, her li ser babetê jinanînê ji welatî, kaxez ji malbatên xwe re şandin, xwestin dîtin û pêşniyazên wan bizanibin û hinek jî man li benda encamên hewildana Karwanî.
Hê mehek li ser çûna wî derbas nebibû li dema me ji nişkave dîtî ku Karwan vegeriya ve. Çirîseyê serên me girtin û em mendehoşkirin û têkşilqandin. Ne bes ji ber ku zû hat ve lê bêtir ji ber ku bi tena serê xwe, bê jin û navçav mon û dilşikestî zivrî ve. Ne ew Karawnê caran e, ne girnijîn û axiftin û peyivîna caran e. Belê, gelek tiştên ciwan û bi jiyan di dêm û reftar û kerekterê wî de weke xwe nemabûn geş û çirmisî bûn.
Pirsiyarên xwendekarên kurd yên ku ew nasdikir ji her aliyekî ve gihaştine wî:
– Çima tu bi tenê hatiye ve? – Boçî tu weha xemgîn û bêdengî? – Jiber çi tu ho zû vegeryaye ve? – Dê rastiyê ji me re bibêje nê te bi vê bêdengiya xwe dil li me şewitand! Piştî heyamekî xweş ji xwevederkirinê ji hevalan û bêdengiyê Karawanî rastî ji me re got "Di partiya ku ez tê de endam jihevqetiyanek çêbû. Babê keçikê jî ku di eynî partiyê de bû bi kurên xwe ve çû digel aliyê cudabûyî û ez mam digel yên kevin. Dibe hûn bawernekin lê her ji ber wê egerê bi tenê ku ez bi terefê wan re nînim xwe bi dijminê min dizane û her ji ber hindê jî wenekir keça wî şû bi min bike. Dostîniya xwe jî digel mala me qutkir. Belê, wisa bi hêsanî li cem me dibin dijminên hevudu. Ma ezê xwelî pêwer çi bikim? Keç revandin ne ji sexleta min e û ez wê nakim.
Keçik jî naxwaze bide sergotina babê xwe. Wilo û bi gotineke babê kiçê viyana me giha riyeke girtî.
Karwan pir li ber xwe ketibû û dema ev digot diyardibû ku di hundurê xwe de pir diêşiya. Îro dostê wî yê pir nêzîk bitlê vodkayê ye, kêf û kenî û laqirdî û dembûrandine bi keçên vî welatî û wî dil jî nemaye li ser xwendinê û bo zanîna we wî dev ji partiya xwe jî berdaye û dibêje "Ez neketibûm di partiyê de bona ku dijminatiyê xelkê xwe bikim lê ji bona ku xizmeta wan bikim û heke ew partî wê xizmetê neke û heke ji dest min neyê ez di riya wê partiyê de, di nav wê de wê xizmetê ji xelkê xwe re bikim ma boçi ye ez tê de dimînim."
2012-11-21
2012-10-19
Cînav
Dersa Kurdî-3
Danasîn
Elî: merheba heval, Navê te çi ye?
Dîlan: merheba, navê min Dîlan ê. Navê te çi ye?
Elî: navê min Elî ye. tu çawa yî Dîlan?
Dîlan: ez baş im. Spas. lê tu?
Elî: ez jî baş im gelek spas.
Dîlan: tu ji ku derê yî Elî?
Elî: ez jî Mêrdînê me. Tu ji ku derê yî?
Dîlan: ez jî ji Wanê me.
Elî: serçavan Dîlan. Tu çand salî yî?
Dîlan: ez bîst û du salî me. Lê tu?
Elî: ez bîst û pênc salî me.
Dîlan: Tu çi karî dikî?
Elî: ez parêzer im. Tu çi karî dikî?
Dîlan: ez xwendekar im.
Elî: Bi rastî? Beşa te çi ye?
Dîlan: beş a min endezyariya makîneyê ye.
Elî: Beşa te gelek baş e. Serkeftin.
Dîlan: gelek spas.
Cînavên kesane: Ev Cînav in ên di nav hevokê de cihê kesan digirin. Mîrov dikare Cînavên kesane bike du bir; Cînavên kesane yên xwerû û Cînavên kesane yên tewandî.
Cînavên kesane yên xwerû: Cînavên xwerû di hevokê de cihê navdêrên xwerû digirin û li ser lêkerê badora wan rasterast e. lêker li gorî wan Cînavan tê kesandin.
Cînavên Kesane yên xwerû | Qertafên Kesane/ lêkera bûnê |
Koma yekem | Koma duyem | ||
Ez ——————> Tu ——————> Ew ——————> Em ——————> Hûn ——————> Ew ——————> | im î e in in in | me yî ye ne ne ne | |
Ez dirêj im
Tu dirêj î
Ew dirêj e
Em dirêj in
Hûn dirêj in
Ew dirêj in
Ez zana me
Tu zana yî
Ew zana ye
Em zana ne
Hûn zana ne
Ew zana ne
Cînavên kesane yên tewandî: Cînavên tewandî jî di hevokê de cihê navdêrên tewandî digire.
min | e / ye |
te | |
Wê(mê)/wî(nêr) | |
me | |
we | |
wan |
Bavê min bijîşk e. Apê me zana ye.
Birayê te xwendekar e. Roja we tarî ye.
Bapîrê wê kal e. Hevalên wan jîr in.
Qertafên nebinavkirî
-ek | -in |
Yekjimar: kerek, malek, sêvek, gulek, netewe(y)ek, zarokek,
Pirjimar: mirovin, malin, sêvin, gulin, neteweyin, zarokin
Li ser banî sêvek heye.
Li malê zarokin hene.
Veqetandek
Veqetandekên binavkirî
Di zimanê kurmancî de du peyv bi alîkariya hin qertafan bi hev ve têne girêdan, ji wan qertafan re veqetandek tê gotin. Bi alîkariya veqetandekê mirov dikare tiştekê ji yên din ji aliyê zayend û mêjerê cuda bike. Ji bo mînak;
Ev pênûsê kê ye?
Ê min e.
Di vê mînakê de veqetandek(ê) cihê pênûsî digire û mirov fehm dike ku ew yekjimar e û ji aliyê zayendê de jî nêr e.
Veqetandekên binavkîrî
/-ê/ yekjimar û nêr /-a/ yekjimar û mê
Xaniyê wan çarqatî ye. Hevala min hat.
Birayê min te baş nas dike. Ava kaniyê cemidî ye.
Deriyê me ji mêvanan re her tim vekirî ye. Meta min çil û pênc salî ye.
/-ên/ pirjimar
Hevalên min hatin.
Pirtûkên min pir in.
Guhên kalikê wî ker bûne.
Veqetandekên ne binavkirî
/-eke/ mê û yekjimar /-ekî/ nêr û yekjimar /-ine/ pirjimar
Hevaleke min hat. Xanîyekî biçûk hebû. Hevaline min
Guleke sor da min. Ji deriyekî fireh de derket. Darine bexçeyê me
Çenteyeke vala dît. Darekî stûr dibire. Saline dirêj
Tewang
Di zimanê kurdî de armanca tewangê nîşandana navdêran e. Bi du awayan pêk tê;
1) Bêjeyên ku ditewin hin qertafan digirin. Bi vê yekê zayend û mêjera wan diyar dibe.
Qertafên tewangê:
/-e/ :Bi vê qertafê, navdêr, Cînav û veqetandekên mê têne nîşandan.
Elî sêvê dixwe. Darê nebire dapîra zînê.
Deryayê şîv amade kir. Kîjanê wisa got. Bapîrê gulê
/-î/: Bi vê qertafê jî navdêr, Cînav û veqetandekên nêr têne nîşandan.
Kerîmî dev ji zanîngehê berda.
Ez nanî dixwim.
Ez hevalî dibînim.
Kîjanî got?
/-an/ Bi alîkariya vê qertafê jî navdêr, Cînav û veqetandekên pirjimar têne nîşandan.
Gundiyan cejna newrozê pîroz kir.
Çandan nan nexwariye.
Kîjanan wisa got?
2) Ger di bêjeyan de dengên "e" û "a" hebin, ji wan her du dendan "a", "e"ya kîteya dawîn a bêjeyê bi dengê "ê" tê guhêrîn. Lê ev rêbaz tenê ji bo bêjeyen nêr tê bikaranîn.
Bavê min çû welêt.
Şivan çû ber pêz.
Apê min ji bajêr hat.