2012-03-26

Siyabend û Xecê

Bo vê heftiyê 28/3                                                                                                                 


 
Li ser çiyayê Sîpanê Xelatê xortekê nêçirvan digeriya. Navê vî xortî Siyabend bû. Siyabend ji gundê Silîvê bû. Loma jê re digotin Siyabendê Silîvî. Siyabend xortekê çeleng û bedew bû. Dilê wî ketibû Xecê. Xecê jî keçeke pir bedew bû. Wisan bedew bû, ku çavê kê lê ketba hiş û aqil ji serê wî diçû. Siyabend pir xizan bû. Nikaribû ku qelenê Xecê bide û ji xwe re bîne.

Dilê Xecê jî ketibû Siyabendî. Bavê Xecê kurdekê dewlemend bû. Wî dizanî, ku dilê Xecê û Siyabend di hev de heye. Wî jî Siyabend qebûl dikir, lê ji temahiya dinê, dixwest keça xwe bide yekî, ku qelenekê pir bistîne. Mirov ji mêranî, mêrxasî û bedewiya Siyabend têr nedibû. Siyabend û Xecê herdu jî dengbêj bûn. Dema ku wan bi dizî hevûdu didîtin, dilê wan geş dibû, kêfa wan dihat, bi hev re henek dikirin û dikeniyan. Lê dema ku qala qelen dibû, Xec digiriya. Siyabend li ber dilê wê dida û nedihişt ku ew bigirî. Wî digot,"bi çi awayî dibe bila bibe, dixwaze bila bi rindiyê be, dixwaze bila bi xirabiyê be; hetta dixwaze bila kuştin jî tê de hebe, ez ê dîsa Xecê ji xwe re bînim".

Rojekê qîz, bûk û xortên êla Zîlan kom bûn û çûn bindarûkê. Paşî, Siyabend û Xecê jî çûn. Gava ku Siyabend û Xeca zer tên wê derê, hemû ecêbmayî dimînin, devê wan xwar dibe û li wan dinêrin. Li ser çiyayê Sîpanê Xelatê ewqas qîz, bûk û xort civîyabûn, ku nedihatin hejmartin. Lê gava ku dibû govend û dengbêjî, kes qasî Siyabend û Xecê nedibû.

Gelek kurên axayan, began û dewlemendan dihatin, ku Xecê ji xwe re bixwazin, lê Xecê ew qebûl nedikirin.
Çend sal ketin navberê, rojekê Siyabend
î Xec revand û bir ser çiyayê Sîpanê Xelatê. Siyabend û Xecê sê roj û sê şevan li wir bi hev şa bûn. Ew pir bextewer bûn, ku mirada wan bi hev bûbû. Roja çaran, ber bi nîvroyê bû. Herdu di nav kulîlkan de rûniştibûn. Xewa Siyabênd hat. Serê xwe danî ser çoka Xecê û di xew de çû. Dema ku Siyabend di xewa şêrîn de bû û Xec bi porê wî şa dibû; bi carekê de dengek hat. Xecê nihêrî, ku di besta biniya wan de nêriyê kûvî direve û sê pezkûviyan jî daye dû wê. Ji wan yekî, ew pezkûviya delal ji yên din veqetandiye û daye ber xwe dibe. Lê yên din nawêrin herin cem.
Dema ku Xecê ev yeka dît, girîya. Hêsirên wê ji ser sûretê wê yê sor dilop dilop gêr bûn hatin xwarê. Hêsirek hat kete ser rûyê Siyabend. Siyabend, ji xewê rabû ser xwe. Wî bala xwe dayê, ku Xec digirî, pirs kir:
- Xecê, tu çima digirî, ma tu poşman bûyî? Bila li ber destê Xwedê be, bila bi qewlê mêrê berê be; me heta niha mîna xwîşk û bira bi hev re derbas kiriye. Ku tu poşman î ez te dibim mala bavê te...
Xecê got:
- Siyabend, tu çima wisan dibêjî? Na, ez ne poşman im. Ez heta roja mirinê ji te dûr nakevim.
Siyabend:
- Ku wisan e, tu çima digirî?
Gavek berê nêriyekî, pezkûviyeka rind dabû ber xwe û dibir. Du-sê heb jî ji dûr ve li pey wan diçûn û newêrîbûn xwe bidana ser. Ew nêrî mêrxasekê mîna te bû. Ji şabûnê û ji eşqa dil giriyê min hat.
Siyabend:
- Ka, bi kîjan alî ve çûn?
Xecê destê xwe dirêj kir û got:
- A bi vî aliyê han de çûn.
Siyabend, rabû ser xwe, şûr û mertalê xwe girêdan. Tîr û kevanê xwe hildan û got:
- Li ser vî çiyayê Sîpanê Xelatê ji min mêrtir kesek tune. Ez nêçirvan im. Çawan pezkûvî werin di cem min re derbas bin.
Siyabend li pey pezkûviyan ket û çû.
Nêzîkî pezkûvî bû. Tîrkevanê xwe kişand, dirêjî wî kir, ku lêxe; nêriyekî xwe wek mirovekê çeng kir û hat cem Siyabend. Şaxê xwe li Siyabend xist û ew avêt binê gelî.
Xecê her ma, Siyabend nehat. Te digot qey dilê wê zanibû, ku tiştek bi serê wî de hatiye. Xec, lezekê şûnde li pey Siyabend çû. Li vî alî û wî alî geriya, Siyabend tunebû. Xec gelek geriya şunde, hat binê gelî. Çawan ku giheşt binê gelî, wê dît ku Siyabend li wir e û dinale. Çû hindav Siyabend, ku çi bibîne! Darek di pişta wî re çûye û di sîngê re kiriye der. Xecê li ser derd û kulan re got:

Serê çiyayê Sîpanê Xelatê bi mij e
Binê çiyayê Sîpanê Xelatê bi mij e.
Kê dîtiye, kê bînaye,
Ku nêçir, nêçirvan bikuje.
Gakûviyo, te studirêjo weke bejna mino,
Çawan te ji hev kir destê jin û mêro,
Studirêjo weke dara sûkê,
Çawan te xirab kir bextê xort û bûkê.
Siyabend li Xecê vegerand:
Xecê, Xeca min a delal,
Çawan nebû mirazê min û te,
Me ê ji xwe ra li serê Sîpanê Xelatê,
Çêkira kûnekî rind û delal.
Xecê meke, melûrîne,
Hêstiran di ser sûretê sor de nebarîne...

Siyabend û Xecê gelek stranan li ser hev dibêjin. Xecê jî li wir xwe ji zinar diavêje jêr.
PIRS
-         Wateyên peyvên xîç li jêr bizane.

1. Çiyayê Sîpanê Xelatê li ku ye?
2. Çima ji Siyabend re dibêjin Siyabendê Silîvî?
3. Xec, keçeke çawan bû?
4. Siyabend, xortekî çawan bû?
5. Çima Siyabend nikaribû qelenê Xecê bide?
6. Çima bavê Xecê, Xec nedida Siyabênd?
7. Mirov çawan dizane, ku dengê Siyabend û Xecê xweş bû?
8. Dema ku wan bi dizî hevûdu didît, çi dikirin?
9. Dema ku qala qelen dibû Xecê çi dikir?
10. Siyabend, Xec revand bir ku?
11. Çima Siyabend û Xec li ser çiyayê Sîpanê Xelatê bextewar bûn?
12. Kengê xewa Siyabend hat û çawan raket?
13. Dema ku Siyabend di xewê de bû, Xecê li besta jêrîn çi dît?
14. Çi Siyabend siyar kir?
15. Gelo ma Xec poşman bûbû, ku digirîya?
16. Dema ku Xecê got, " a bi vî alî han de çûn", Siyabend çi kir?
17. Dema ku Siyabend kir ku li pezkûvî xe, pezkûvî çi kir?
18. Dema ku Siyabend paş de nehat Xecê çi kir?
19. Xecê di binê gelî de çi dît?
20. Çi bi serê Siyabend de hatibû?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar