Masîgir û masiya zêrîn
Masîgirekê pîr û hejar digel jina xwe di xanîkekê biçûk da li ber lêva deryayekê dijiyan. Masîgirî êdî hêza nêçîrên mezin nemabû. jina wî jî ya şeroke û nebaş gelek ḧez ji şolî nedkr.
Rojekê ji rojan masîgirî masîyeka biçûk û zêrîn girt. Masîya biçûk wekî mirovan digel wî axft û hîvî jê kir ku ew wê berbidt.
Masîgir mirovekê dilnerm bû. dilê wî ma bi masya biçûk û zêrîn û cwan ve û biryar da wê berbidt û bizvrînit bo nav avê.
Masya genc soz da wî ku ew beramber berdana wî bo wê, sê daxwazên wî bi cih bînt.
Dema wê rojê masîgir bê nêçîr zivrî malê, jina wî ya şeroke pitpita xwe bi serê wî da kir. Masîgirî viya wê têbigehînt ka çi bi serê wî hatiye û çû ser beḧsê masiya zêrîn û soza wê bo wî. Her çende jina wî gelek bawer ji çîroka wî nekir, lê ji masîgirî xwest ku biçit beravê û daxwaza xwe ya êkê bêjit masyê.
Masîgirê pîr çû ber lêva deryayê û gazî masyê kir. Dema masyê xwe diyar kir, wî daxwaza jina xwe avêt ber wê. Jina wî daxwaza kolkekê nû yê balavan kirbû. masyê soz da ku demildest wê daxwaza wî bi cih bînt.
Dema masîgir vegerya mal dît ku kolkekê nû û xweşîmanik yê balavan li nav ḧewşa mala wî ye. li wêrê jna wî ya mendehoşbûyî rawestiyabû û serê xwe ji ḧêbetibûnê dihejand. Jina wî êdî ji hindê pşit rast bû ku masya zêrîn xudan hêzeka siḧrî ye û ew dişêt her daxwazekê bi cih bînit.
Jina masîgirî ya qels bihebûna kolkê nû tinê razî nebû û mêrê xwe neçar kir ku biçit ve bo ber lêva deryayê û daxwaza duyê bêjit masiyê. Vê carê daxwaza xaniyekê nû û mezn kir ku li şûna wî xanîkê wan yê kevin û biçûk bit.
Masîgirê pîr çû ber lêva avê. Wî gelek şerm ji xwe û wê reftara jna xwe kir. Lê ji neçarî gazî masiyê kir û daxwaza jina xwe gotê. Masiyê soz dayê ku her nuke dê li cihê kevnexanîkê wî xaniyekê ciwan û xweş çêbit.
Ku masîgir zivrî mal wî dît ku xaniyekê nû li şûna xaniyê wî yê kevine û jina wî li ber derê wî ye û qerqeşa wê ye û ya ji xanî ne razî ye. Xanî bidîtina wê yê biçûk bû û ne bidilê wê bû. Wê xwest ku masî daxwaza wê ya sêyê bi cih bînt û ew jî qesreka mîna ya qrala bit. Masiyê jî daxwaza jna masîgirî bi cih îna.
Wextê masîgir zivrî, jinê qesira xwe hebû û wê ew gazî kir nav dîwana xwe. Ew li ser kursîka qraliyê rûnişitîbû û bi rex wê ve xizmetkarên wê rawestabûn. Wê got masîgirî ku cihê wî di qesirê da nîne û ferman dayê ku demildest ji nik wê derbikevt.
Bi girî û dilekê şkestî ve masîgir ji qesirê derkeft. Jinê heta kerekê nanî jî bo rêkê nedayê. Li ber derê qesrî, dergehvanan yariyên xwe pê kirin û lê ḧeytîn bo ku zû derbikevit û êdî pên wî bi ser derazînka qesrê nekevin.
Masîgirê perîşan û pîr çû bo ber lêva deryayê û gazî masiyê kir. Gotê ku ew dewlemendiya wê daye jina wî qencî û çakî tê da nebû. Ji masiya zêrîn xwest ku hêşta daxwazeka dî bo wî bi cih bînt. Ku ew qesra mezin nemînt û ew careka dî digel jna xwe di kevine xanîkê xwe da bijîn.
Masiya ku ji reftara jina masîgirî mendehoşbûyî daxwaza masîgirî ya dûmahiyê bi cih îna û careka dî hertşit wekî xwe bû. Her roj spêdê zû masîgir diçû ber avê bo masîgiriyê û jina wî jî bi karûbarên navmalê di xanîkê xwe yê kevin da radbû.
§ Çîrokê bixwîne û têbigehe.
§ Peyvê nû nîşan bike û wateyekê bo binvîse.
§ Li ser baxive kanê ev çîroke çi peyam digehînit.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar