Mîrgeha Badîna / Behdînan
1-Aliyê dîrokî :
Wek tê zanîn, dîroka gelê Kurd bi giştî û ya mîrgeha Badînan bi taybetî, bi şêweyekî dirust û baş nehatiye xuya kirin. Ji ber ku Kurd herdem gelekî bindest bûye û dîroka wî bi destê biyaniyan hatiye nivîsîn û rewş hemû bi dirustî ne gihandiye û gelek tiştên girîng wenda kirine. Tiştên li gor nêrînên xwe nivîsandine, lewre ji bo pêdaçûnekê li ser dîroka mîrgeha Badînan, ji hemû aliyan ve, me mifa ji hin çavkaniyan wergirtiye.
Ibin El Esîr dibêje: Di sala 537an de Etabeg Zengî, artêşek şand ser Kela Aşîb û mezintirîn, bihêztirîn û ewletirîn kelahên xweparastinê ya kurdên Hekariyê bû. Hemû mal û xelkên wan têde dijiyan. Ev kela ji aliyê Zengî ve hat dorpêçkirin û tengkirin û hemû girt û biryar da, ku hemû kelahê xerab bike û li şûna wê, kelaha bi nav û deng Amêdî ava bike; ev kelah pir mezin û asê bû. Zengî, Aşîb xirab kir û Amêdî li şûna wê ava kir. Ji ber ku pir mezin bû û parastina wê pir dijwar bû, nav lê kir Amêdî. Navê xwe dayê, ku navê wî Imadedîn Zengî bû. Dîsa dîroknivîsê Kurd Şerefxanê Bedlîsî dibêje; mîrgeha Badînan li destpêka sedsala 7an hatiye ava kirin. Şeş mîrîtî hebûn, li rojhilata mîrgeha Hekarî û başurê rojhilat mîrgeha Soran û li rojava mîrgeha Sedeyan jiyaye. Wek tê zanîn, mîrgehên kurdî, li sala 921- 1515an hatin avakirin. Wek xuyaye, ev mîrgeha beriya du sed sal hebû. Sed sal beriya avakirina dewletê, ev mîrgeh, ji her çar aliyan ve mîrgehên rojhilat û mîrgeha Soran yên Kurdan hebûn û bi hêz bûn. Li rojhilat mîrgeha Hekarî û başurê rojhilat mîrgeha Soran, li rojava mîrgeha Şêxan ya Bayezîdî û ji aliyê bakur ve mîrgeha Botan, mîrgeha Badînan, pir eşîrên bi hêz di gel de bûn. Ji wan Mizorî, Doskî, Rêkanî û Berwarî û pir eşîrên din, ku navên wan di gel yên din têkel bûn. Dîsa Bedlîsî dibêje; li serdemê Mîr Hesenê kurê Mîr Seyfedînê kurê Mîr Zeynedîn, bajêrê Dihokê jî xistiye bin destê xwe, ku di wî demî de, di destê Êzîdiyan de bû. Paşî mîrgeha biçûk ya Zaxo jî xist bin destê xwe, ku di wî demî de vana, di gel eşîrên wan Sindî û Silêvanî, mîrên serbest bûn. Ev hemû bûn girêdayî mîrgehê, sînorê wê gîhaye heya robarê Dîcle. Ji ber ku hemû aliyên mîrgehê, mîrgehên bi hêz bûn, lewre, bi ferz zanî, ku artêşekî bi hêz, ji hemû eşîran pêk bîne û li cihên girîng belav bike. Dîsan eşîra Berwariyan, ji bo parastina wî ji zordariya tiyariyên demê, taybet girêdayî mîr bûn. Dema Mîr diçû havîngehê li serê Amêdiyê, li ser sînoran mîna polîsên ji bo parastina navxweyî, her dem ev leşker amade bûn.
Li mercên herî girîng dibûn girêdayî mîrgehê û her leşkerek ji bo şer û ceng amade bû .Ji bajarên dîrokî yên herêma Badînan, Amêdî paytexta mîrgeha Badînan bû, bajarekî ji mêj ve ye, pir ciwan e û li ser keviran hatiye avakirin. Bilindiya wî 300- 400 pê ye û ji hemû aliyan ve bax û bostan in. Tenê li aliyê rojhilat bêhtirî 5000 mal têde dijîn. Du deriyên kevin têde hene, ji yê rojhilat re digotin, Deriyê Zêbarê û ji yê rojava re digotin, Deriyê Seqafa. Li ser van deriyan wêneyên du kesan hene. Ev kes çekdar in û di navbera wan de wêneyê giyandarekî efsanewî heye. Dîsa hinek nexşeyên ne îslamî, li ser nexişandî ne. Ev yek diyar dike, ku avakirina vî bajêrî vedigere berî heyama Îslamê. Mamosta Teha Baqir dibêje; Amêdî kevintirîn kelaha Îraqê ye, ku digîhe dema dewleta Aşuriyan, di sedsala nehan de b.z.. Paşî, ji aliyê dewletên biçûk ve, heya dema îslamê hukim lê hat kirin. Dîsa dibêjin; Amêdî – Amatî, di nivîsên Horiyan de hatiye nivîsandin, di sicilên melikê Aşurî Şems Edadê Pêncan de, li sala 823-810 pêş zayînê li paş xwe hîştiye. Nebuxesnesirî ku niha di muzeya Britaniya de ye, li hejmara 110an. Dîsa dibêjin; navê Amêdiyê ji avahiya Mîdiya hatiye yan jî, paytexta Mîdiya bû. Bi vî awayî pir nav li vî bajarî kirine.
Bajarê Dihok:
Ev bajar, beriya z. sala 916an navenda Dasiniyan bûye. Paşî mîrgeha şêxan pêve hate girêdan. Bi vî rengî Dihok jî bi mîrgeha Badînan ve hate girêdan. Yekemîn kesê ku hukim li Dihokê kiriye, li sala 1486 p. z, Mîr Hesen Begê kurê Mîr Seîfedîn Beg bû. Li şikefta Helameta, ku li çiyayê Şindoxan e, pir wêne li ser zinaran hatine resimkirin, ku girêdayî jiyana kevin a Dihokê ne. Dîsa nêzîkî şikefta Bêskê, wêneyê Melîkê Aşurî Edidinrarî heye, ku li ser kevirekî hatiye duristkirin.
Bajarê Zaxo :
Ihsan Nurî dibêje; serok û mêlo dîroknivîsê Yûnanî Ksenefon (Zeînefun), ev nav li Zaxo kiriye. Dîsa dibêjin, gundekî nêzîkî Zaxo, ku Ezyaxw kurê Diryaxw kurê Nuhî, komelek li Zaxo li sala 800 b.z., ev nav lê kiriye. Dîroknivîsê Kurd Şerefxanê Bedlîsî dibêje; Zaxo girêdayî mîrgeha Amêdiyê bû, di dema Hesen Begê de li sala 1471 b.z.. Beriya vê dîrokê, Zaxo gundekî biçûk bû, girêdayî mîrgeha Sindiyan û Silêvaniyan bû.
2- Cografiya Badînan:
Li destpêkê Badînan bi tenê girêdayî Amêdî û derûdorên wê bû. Paşî hêdî hêdî berfireh bû heta mîrgeha Dasin-Şoş-Silêvan, ku Zaxo jî digire nav xwe, (Sindî-Şêrwan) ji rojhilat ve gihaye mîrgeha Soran. Ji rojava ve gihaye mîrgeha Botan û ji aliyê bakur ve mîrgeha Hekarî û ji aliyê başur ve gihaye çiyayê Meqlob û robarê Dicle.
Ev herêm herêmeke çiyayî ye û pir deşt, gelî û newal lê hene. Ji çiyan destpêdike ji rojhilat heta rojava. Çiyayên herî bi nav û deng ev in; zincîra çiyayê Gare-Metîn-Şaranî. Di rojavayê Badînan de pir deşt û gelî hene, ku ji bo kiştûkal bi kar tên, mîna deşta Nihrî- Sindiyan- Sipne. Ji ber ku ev herêm av û hewayê wê baş e û pir av lê hene, her ji kevin de xelk hatiyê û lê jiyaye. Ji robarên herî girîng li Badînan robarê Xabûr, li rojavayê Badînan, robarên Zêy Mezin û Royê Şîn jî li rojhilatê Badînan in.
Fêqiyên bi nav û deng li Badînan ev in: gûz- bahîv- xox-tirî- mişmiş- sêv- hinar û hejîr. Hêjayî gotinê ye, ku herêma Berwarî Bala, bi derameta sêvan bi nav û deng bû û pir ji van derametan dişandine welatên cîran. Ji ber xweşiya av û hewayê vê herêmê, pir havîngehên bi nav û deng lê hatine avakirin, mîna havîngehên Sersink, Solav, Aşewa û Bamernî. Pir kesên gerok ji Ewropa û cîhanê herêma Badînan dîtine. Ew dibêjin, ji aliyê ciwanî, av, hewa, çiya û dîmenên sirûştî ve Badînan mîna Siwîsre ye. Lê cûdahiya Siwîsre, ji Badînan tenê ev e, ku Siwîsre, di destê zanîn û hunerê de pêş ketiye. Di warê pêşketinê de li cîhanê nimûne ye. Lê Badînan, di dîroka xwe de herdem ji dagirkeran zilm û zor û hêrîşên hovane dîtiye û ev yek jî bûye sedemê paşdemayîna wê.
Dîsa ji aliyekî din ve dibêjin; di dema Aşuriyan de, ji aliyê sitratejî û ji aliyê aborî ve girîngiyeke pir mezin ya herêma Badînan hebûye. Ji ber ku karwanên bazirganan tişt ji welatê Urarto û Xaldiyan, bakurê Gola Wanê û ji rojavayê wê, ji welatê Aşuriyan re dianîn. Dîsa leşkerê Aşuriyan ev herêm ji bo rêya şer bi kar dianîn. Wan rêya Geliyê Dihok- Dawidiyê- Amêdî, ji xwe re bi kar dianîn. Dîsa Şilmo Nesrê Siyan, li sala 855 b.z., di rêya Zaxo re hêrîşek leşkerî bir ser welatê Urarto. Li ser Aşuriyan pêwîst bû, ku van rêyan biparêzin û ji bo ewlekarî û aramiya karwanên bazirganî û leşkerî, ku dewleta Aşuriyan herdem rastê hêrîşên çiyayan dihat, bihêz bikin. (Mîna hêrîşên Urartoyan.)
3-Kelayên bi nav û deng li Badînan:
1- Kela Amêdiyê, 2- Kela Şoşê, 3- Kela Akirê, 4- Kela Kaş û ya Zeferanê (li Silêvaneya li qeza Zaxo), 5- Kela Şabanyî, (li herêma eşîra Goliyan), 6- Kela Hiror û Şixo (li Berwarî Bala), 7- Kela Bişêrî (li herêma eşîra Rêkanî)
Şerefxanê Bedlîsî dibêje; kelaheke pir bi nav û deng bû, Amêdî û Akirê, ku digotinê kela Nêrwe, kela Imranî, eşîra Mizorî- Kela Baziyan. Ev dever ji aliyê hikumatan ve, mîna Loriyan, Gotiyan, Kaşiyan, Xildiyan, Sobariyan, Mîdiyan û musulmanan hatiye dagirkirin. Dîsa dagirkirina herêma Badînan; di dema Loriyan de li sala 115. zayînê, împaratorê Romanî artêşeke mezin şandiye ser vê herêmê û, piştî şerekî mezin, ji aliyê wan ve hatiye dagirkirin.
4-Pêkhatinên rêvebirinê yên mîrgeha Badînan:
4-Pêkhatinên rêvebirinê yên mîrgeha Badînan:
Pêkhatinên rêvebirinê di dema mîrgeha Badînan de sade bûn. Mîr li paytexta mîrgehê Amêdiyê dijiya. Li gel wî, mirovekî zana û dîndar hebû, ku qazîtî dikir. Karê wî, bi her awayî, di demeke diyarkirî de, derxistina ferman û fituweyan bû. Lê tenê ne yên eşîrî, ji ber ku ev taybet girêdayî Mîr bûn. Yan yekî ji cîgiran, yan yekî zana, navdar û şareza berpirsê van kar û baran bû.
Dîsa her yek ji bajarên Akirê, Dihok, Zaxo, yek ji malbatên hikumdar, ya Mîr û desthilatdar, girêdayî û berpirsên van bajaran bûn. Peywendiya wan yekser bi mîr re bû û her yek ji wan, ji Mîrgehê re, berpirsê berhevkirina bacê bû. Dîsa di gel her yekî ji van berpirsên bajaran de mirovekî zana û dîndar, ji bo çareserkirina arêşên hiquqî û yasayî(şeriî) hebû. Cezayê herî giran, cezayê guneha zînayê bû. Ev ceza jî, tiraşîna serî bû. Porê jinan, ser, rû û simbêlên mêran tev ditiraşîn û rûyê wî kesî bi tenûrûnê reş dikirin. Paşî siwarî kerekî dikirin, lê bi mercekî, ku serê wî li aliyê dûfkê kerê ba û pişta wî li aliyê serê kerê ba. Yekî serê kerî dikêşand û hemû zaroyên bajêr bi hev re gazî dikirin: "hê..hê..! vî kesî ev gunehe kiriye û cezayê wî ev e.." Bi vî awayî li seranserê bajêr digerandin, daku kesekî din wî gunehî dubare neke.
5-Edîbên Badînan yên wê demê:
1- Şêx Mihemed el Mexribî,
2- Heme Kur,
3- Mela Mensurê Girgaşî,
4- Bekir Begê Erizî, (helbestvan, resam û peykertiraş bû, ji bo musulmanetiyê kar dikir û nedikarî di karê hunerî de pêşde here),
5- Şêx Nuredîn Birîfkanî,
6- Mela Xalidê Sernî,
7- Şêx Tahayê Mayî,
8- Hacî Qadirê Kovilî,
9- Husnî Bamernî,
10- Xeyasedîn Nexşebendî,
11- Nadirê Kanîsarkî,
12- Ehmedê Nalbend,
14- Şêx Memduhê Birîfkanî.
Wek tê zanîn niha jî, li herêma Badînan sal bi sal gula edebiyata kurdî geş dibe û xortên nûxaz berhemên ciwan û hêja diafirînin û roj bi roj pirtûkxaneya kurdî dewlemend dikin û pêşve dibin.
6-Xwendegehên zanîn û zanyarî li Badînan:
Wek tê zanîn, mîrê Badînan pir girîngî daye zanîn û pêşdeçunê; wek avakirina avahiyan û çêkirina rêyan, avakirina xaniyan û xanan ji kesên rêving re. Dîsa ji karên baş; alîkarî ji bo hejar û koçberan bû. Herweha karên herî girîng avakirina dibistanan ji bo zaroyên mîrgehê û pêşdabirina zanînê. Hin ji dibistanên herî bi nav û deng yên mîrgehê ev in, ku dengûbasên wan gihiştîne me;
Dibistana herî girîng û yekem li Badînan, dibistana Qupan, yan jî Qubhan nêzîkî sedûçarê koçî hatiye avakirin. Wek tê zanîn, ev dibistan pir biçûk û ber teng bûye û paşî hêdî hêdî mezin bûye û pênc beşên din lê zêdekirine. Her beşek ji odeyekê pêk dihat. Ji wan beşek ji bo akincîbûna şagirtan û dîsa odeyek yan du ode ji bo mamostayan bûn. Beşekî din ji bo şûştinê û yê din ji bo xwarinê bû. Li hember wê, li aliyê başur mizgefteke pir mezin, ji pênc quban pêk hatibû. Hêjayî gotinê ye, ku avahiya vê dibistanê ji ayetên hunerê mîmarî bûn. Nexş û nîgarên wê balkêş bûn. Endaziyarî, ciwanî û darêtina wê pir balkêş bû. Ev avahî, digel avahiya minara Amêdiyê ya bi nav û deng, bi fermana Siltan Husên Beg hatiye avakirin. Herweha yek ji dibistanên bi nav û deng yên Badînan Dibistana Nû ye, li bajarê Amêdiyê ye û zanayê navdar Îmam Mela Yehyayê Mizorî têde xwendiye. Dîsa dibistana Sindiyan û Mayê li devera Berwarî Bala û gelekên din .
Maliyakî (Ewqaf) taybet û bi rêk û pêk hebû, li şagirt û dibistanan dihat xerckirin. Wek tê zanîn, ji bo zanayan li cem mîr, serok û hemû kurdan rêzgirtinek taybet hebû. Bi giştî û bi mecbûrî diviyabû şagirtan paşnavê zanayan wergirtana. Ev zanîn, ji 12 zaniyariyan pêk dihat û ew şagirtê ku di her 12 zanyariyan de serketî ba, bi erêkirina zanayên mezin, hêjayî nasnama cîhanî bû.
7-Jina Kurd li Badînan:
Wek tê zanîn, jina Kurd bi giştî xwedî dîrokeke pir bilind û bi rûmet e. Ji hemû aliyan ve, di jiyanê de herdem di civaka kurdî de bûye. Berpirsiyariya mal û netewa xwe, di hemû aliyan de mil kiriye û netewa Kurd pir jinên bi rûmet û navdar afirandîne û bûne sembolên şanaziyê di dîroka mirovayetiyê de. Mînakên wan di hemû parçên Kurdistanê de pir in. Lê me divê tenê navên jinên navdar yên li Badînan bînin ziman. Ji ber ku mijara me li ser herêma Badînan e. Mîn Zêrîny Amêdî, jineke pir zîrek, qahreman û hêja bû, dibêjin beriya zayînê jiyaye. Dîsa Mîhreban Xatûna Berwerî keçeke zana û helbestvan bû, dibêjin di navbera sedsalên 18- 19an de jiyaye. Dîsa Dayîka Salih Yusivî, jineke zana û dîndar bûye. Sariya helbestvan, xanima dîroknas Mihemed Seîd, kurê mela Yasînê Birîfkî, xwediyê pirtûka Fozela Badînan ya dîrokî bûye. Miryem Xana Bêduhî, li herêma Berwerî Bala, jineke pir zîrek û hêja bû, li sala 1925an muxtara gundê Bêduhê bû û nêzîkî 500 mal îdare dikirin.
Margirêt, keçeke mesîhî bû, pir zîrek, bi cerg û qahreman bû. Di salên 1960an de bû pêşmerge, ku yekemîn keça Kurd e. Sînorekî weha sext diqetîne û di nava civakeke pir paşkevtî de û ji bo azadiya jina Kurd û netewa Kurd, li berxwe dide. Kesên nezan û paşverû, Margirêt ji xwe re dikin armanc û şehîd dikin û nahêlin baxçê wê çîçekan bide û ji jina Kurd re bibe pêşeng.
Hunermend Gulbihar, yekemîn jina Kurd e li Badînan, rêya stranbêjiyê digire û di sala 1961an de diçe radiyoya kurdî, bi dengê xwe yê nazik, bi peyvên bijarte, ji baxçên Kurdistanê, bi hemû siruştê Kurdistanê û bi ciwaniya welat distire û heya niha jî, berdewam dike. Hunermend Gulbihar, jineke xwedî helwêst bûye û xweragir e .
Çavkanî :
1- Amêdî di sedeyên cuda de- Parêzer Abas Alazawî
2- Kurd li Badînan- Enwer Mayî
3- Mîrgeha Badînan- Sedîq Aldemelojî
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar