2011-11-08

Dîroka Kurdên Qafqasya...

 
  Demê ku mirov bêje Kurdên Suvyetê, yekser divê ku Kurdên Êzîdî tê bîra mirovan. Di nava Kurdên Suvyetê de, hêjmara herî mezin, ji Kurdên ÊzîdÎ ne, Kurdên Êzîdî jî herî zêde di nava welatên başûrê Qafqasya de jiyan dikirin û dikin. Wek Ermenîstan û Gûrcîstan ê. Di salên dawiyê de jî, ji van welatan Kurdên Êzîdî ji ber rewşa aborî û şerên li Qafqasya de, dest bi koçbertiyeke pir mezin berve welatên bakur. (Russiya, Ukraniya, Lenîngirad... hwd). Bê guman, Kurd bi taybetî jî Kurdên Êzîdî, ji sedsalên 16-an de têkiliyên wan bi welatên Suvyeta (Qeyserî,Çarlik) re hebûn, bi taybetî jî bi Ermenîstan û Gurcîstanê. Sedema vêyekê jî ewe ku Êzîdiyên bakurê Kurdistanê, hemû jî di herêma Serhedê de jiyan dikin, di Qers, Îxdir, Mûş, Wan û derdorên çiyayê Aigrî yê mezin. Di dema avabûna dewleta Kurdî ya Şedadiyan de jî, cîhekî Êzîdiyan yên pir mezin di nava vê dewletê de hebû, bi taybetî jî ku vê dewletê di welatên Qafqasya başur de desthilatdarbû. Ku mirov bêje ku dewleta Şedadiyan, dewleteke Êzîdiyan bû, ne şaşe!

Di salên 1914-an û pişt re, zor û zextên pir mezin li ser Kurdan û hemû netewên ku di nava sînorên Dewleta Osmaniyan de bû çêbû. Bi taybetî jî li ser Kurdan (Êzîdî, Misilman û Elewiyan) li ser Ermeniya zor û çewsandin çêbûn. Sedema vê yekê jî, ku Russiya dixwest Ermeniyan bikşîne aliyê xwe di şerê bi Osmaniyan re, Kurdên Êzîdî jî, bi awakî xwezayî xwe nêzî Russiya û Ermeniyan dîdîtin. Êzîdî û Ermenî di cîhekî ceopolîtîk yê pir nazik û girÎng de bûn. Herî zêde jî ku li ser sînorên bi Russiya re bûn. Tirseke Osmaniyan ya pir mezin ji van gelan çêbû, bi taybetî jî ku girêdaneke ruhî û olî di nava Osmanî û van gelan de tûnebû. Ne ji başiya osmaniyan bû ku Kurdên Êzîdî û Ermenî li wan sînoran bimînin, lewra jî bi gelek rê û rêbazan xwest ku wan ji wir derxîne. Em dizanin ku çi bi serê Ermeniyan de hat, bi vê yekê jî, Kurdên Êzîdî jî tirsandin û teşwîqî rivê kirin. Yên ku nedirivîn jî, bi ser serê wan re talan û ferman anînin. Êzîdiyên ser sînor jî, çend rêberî di nava xwe de hilbijartin û çûn bi rayedarên Russan re hevdîtin çêkirin û destura ku derbasÎ aliyên wan bibin standin. Wisa jî bi hezaran kurdên Êzîdî çemê Arasê derbas kirin û ketin nava sînorên dewleta Russiya yê. Bê guman bi hezaran zarokên bêxwedî, ku dê û bavên wan hatibûn kûştin an jî ji hev winda bûbûn jî hebûn. Bi hezaran zarokên sêwî û bêxwedî bûn. Dewletê ev zarokane hemû jî di nava sêwîxaneyên taybet de civandin û perwerde kirin. Piştî gelek salan jî, van zarokan, ala şoreşa wêje û rewşengeriya Kurdên Suvyetê hilgirtin û bûn wek menareyek ji menareyên wêje û hunera Kurdî. Di hemû aliyan de derfet di destê wan de hebû, bi taybetî jî piştî serkeftina şoreşa sosyalîst ya Suvyetê. Êdî Kurdan di dibistanan de perwerde bi zimanê Kurdî, Ermenî û Rusî didîtin, ji xwe re rojname derxisitn (Riya teze. Ku ev bû 74 salin dewam dikê ye), radyoyê beşa Kurdî vekirin, akademya Kurdzaniyên li çar welatên Suvyetê dan vekirin, akademya pedegojiya KurdÎ dan vekirin, yekîtiya rewşenbîran, ykîtiya nivîskaran, yekîtiya mamosteyan saz kirin. Bi hezaran berhemên binirx û giranbiha ji bona Kurdetiyê afirandin.
Di nava wan de gelek kesên bi nav û bang liser asta hemû yekîtiya Suvyetê derketin holê. Mîna: FirÎk Polatuv(Firîkê kurdê Egîd axa) ku skreterê partiya komonîst ya Sîbîriya bû û di şoreşa sosyalîzmê de şehîd bû. Li aliyekî din jî di mijarên wêje, ziman, çand û parastina nirxên netewî de jî, roleke pir mezin hat leystin. Bi taybetî jî profsorên weke “Heciyê Cindî”, “Erebê Şemo”, “Emîn Evdal”, “Qanatê Kurdo” û bi dehan yên din (Cerdoyê Gênco, FirÎkê Usiv, Casimê Celîl) van mohra xwe liser dîroka wêje û rewşenbîriya Kurdî xistin.
 Evna hemû jî Kurdên ÊzîdÎ ne. Ev na hemû jî ji birayên xwe yên pişt çemê Arasê re jî dibûn pişt. Têkiliyên van bi tevgera rewşengeriya Kurdên Suriyê (Bedirxaniyan) û ya Muhabadê re hebû. Lê dewleta Suvyetê êdî ji pêşkeftina van tirsiya, û mêze kir ku têkiliya van ya  bi Kurdên Kurdistanê re, têkiliyên Suvyetê yên dîplomatîk yên bi dagirkerên kurdistanê re dixe nava tengasiyê. Lewra jî êdî dewleta komonîst jî dest bi zor û zextiya li ser Kurdan kir. Xwest ku Kurdan pasîv bike, wan bi derûnî û giyanî jî ji welêt(Kurdistanê )qut bike. Û kesên bi xwe ve girêdayî û ji ruhê netewî dûr pêş bixe Û bilind bike. Ev polîtîkayên qirêj di dema desthilatiya Stalîn de bi awakî eşkere derkek holê. Heman ji salên 1937-an û şûnve, ango heya salên 1951-î, her tim Kurdên welatparêz bi ajantiya Împeryalîzmê dihatin tawambar kirin. Her wiha jî ew biryara damezrandina dewleta LAÇÎNê(Kurdistana sor) hat jibîr kirin. Rêvebirtiya Stalîn, bi dehan rewşenbîrên Kurdan avîtin zindana. Bi sedan jî surgunî Sîbîrya kirin. Li aliyekî din de jî, fermana Kurdên Misilman rakirin û hemû surgunî Sîbîrya, Kazexîstan, Qirxîzya û welatên Asya Navîn kirin. Di wan salan de hêjmara Kurdan li gorî hinek statîkên nefermî dibêjin ku zêdetirî (700 000) hefsed hezar Kurd hebûne. Li gorî yasayên Suvyeta berê jî mafê gelê wisa bi damezrandina dewleteke atonomî heye. Lê dewletê her ev hêjmar kêm dida diyar kirin. Heya ketina Suvyetê ku her miletekî ji xwe re dewletek avakir, lê di dema şer^Qerebax de, Kurd ji Laçînê hatin dûrxisitn û gelek jî di nava lingan de mirin...

Di aliyê bîr û baweriya Kurdên Êzîdî de, çendî ku têkiliyeke wan ya xurt bi navenda ruhanî ya Êzîdîtiyê (LALİŞ) re tûnebû jî, lê dîsa jî wan ola xwe dewam kirin, di nava wan de meteryalîzim jî pêşneket. Rewşenbîrên herî mezin jî bi nirxên xwe yên Êzîdîtiyê re girêdayî man. Lê mirov dikare bêje ku Êzîdîtiya Kurdên Suvyetê, ji rê û resmên olî bêhtir, ew wek sembola çanda Kurdetiyê û parastina nirxên netewî ma bû. Wek rewşenbîr û zanayên Kurd jî, wateyeke wisa didan ola Êzîdîtiyê. Dewleta Suvyetê jî, tam nikarî ku Kurdan entegreyî sîstema xwe bikin. Yanî her tim Kurdên Êzîdî, di heremên taybet de jiyan klirine û pir têkiliyên bi hêz bi hevwelatiyên din re neafirandine. Yanî di nava xwe de teng mane. Ev jî ji hest û ajoyên xwe parastinê dihat. Ji bilî yên rewşenbîr, hêjmara herî mezin ji Êzîdiyan di gundan de jiyan dikirin û bi heywan û çandiniyê re mujûl dibûn. Têkiliyên wan bi bazirganî, karsazî û fabrîqryan re kêm bû. An jî tûnebu.

Di dema Suvyetê de bikarhanîna rê û resmên olî û ayînî heman qedexebûn, em dizanin ku gelek mizgeft hatin giritin, rola dêr û kilîseyan pir pasîv hîştin û nehîştin ku dîn reklaman û propegandaya xwe bike. Lê ji ber ku saziyên diyar û resmî yên ola Êzîdîtiyê tûnebûn, lewra jî dewletê nikaribû qedexe bikiribûya. Ji ber ku saziya olî di kesayeta şêx û pîran de dihat îfade kirin. Em dizanin ku şêx û pîr jî ji 50% ji civaka êzîditiyê bû. Vê yekê jî hîşt ku ola êzîditiyê ji qedexiyan dûr bimîne. Lê dîsa jî ew qutbûna di navbera navenda êzîditiyê û yênQafqasya de, hîşt ku ol lewaz û pêşnekeve.
Pitî salên 1988-an, êdî bi tehrîkkirina hinek hêzan, nexweşî di navbera Kurdên Êzîdî û Kurdên Misilmande hat derxistin, liser vê jî, Kurdên Misilman ji Ermenîstanê reviyan çûn Azerbeycan û Kazixistan û russiyayê. Piştî vê yekê, êdî rewşa Kurdên êzîdî jî kete xerabiyê, bi hezaran ji wan rerviyan Rusiya û Ewropayê. Her wiha jî hemû sazÎ û destkeftinên wan yên berê lewaz û winda bûn, êdî roleke wan nema.
Berê Ermenîstan weke navendeke çand û wêjeya Kurdên Suvyetê bû û hêjmarek pir mezin ji Kurdan tê de jiyan dikirin, lê pştî koçbertiyê niha belkî tinê 60 000 mirov mabe, belkî jî ku hîn kêm bin. Yên mayîne ne jî rewşa wan ya aborî pir xerabe,di aliyên civakî û çandî de jî pir paşkeftine, di nava wan de rewşenbîr û pêşengên civakê heman nemane. Yên hene jî, pasîv û bêrol mane. Di Ermenîstanê de di 3 herêmên bingehîn de Kurd jiyan dikin
1-  Herêma Elegez (axbaran). Ev heremeke Çiyayî ye. Tê de 11 gundên Kurdan hene. Piraniya van gundan de jî tenê Kurd (yên ÊzîdÎ)jiyan dikin. Di hemû gundan de jî, dibistanên zimanê Kurdî hene û her heftê 2 saet dersên Kurdî tên dayîn.
2-  Oktemberyan: Li vê herê mê jî di gelek gundan de Kurd û Ermenî di zik hev de jiyan dikin.
3-   Talîn: Herî zêde jî Kurd di gundên wek ŞAHMÊRAN de jiyan dikin. Şahmêran jî navenda ruhanî ya Êzîdiyên suvyetê ye. Tê de gelek ziyaret û cÎhên pîroz hene. Her wiha jî ziyareta Melekê tawus jî tê de heye. Her sal Êzîdiyên ji hemû aliyan tên vê ziyaretê. Her wiha jî di Şahmêranê de jî, berê ÛSUV BEG hebû, ew jî bi fermî weke berpirsyarê hemû Kurdên Qafqasya dihati dîtin, cîhê xwe di meclîs dewletê de digirt, lê piştî ku sîstemkete destê komonîstan, êdî ew jî ji meclîsê hat derxisitn.
Ji bilî van her sê herêman jî, Kurd di herêmên cuda cuda de li Ermenîstanê dimînin. Wek “Aboviyan”, “Îçmezdî”, “Artaşat” û hêjmarek jî dibajê de dimînin.

 
Piştî salên 1950-î yan de, koçbertiyeke Kurdan ya berev Gurcîstanê destpêkir. Kurdên Gurcîstanê berê di rewşeke baş de jiyan dikirin, bi taybetî jî ku heman heman hemû yan jî di bajar “Tîflîs” de bûn. Piştî hilweşîna Suvyetê, êdî Êzîdiyên Gurcîstanê perîşan bûn. Êdî di rewşeke pir xerab de man, vê jî hîşt ku di hemû karî de cîhê xwe bigrin. Herî zêde jî karên paqijkirina cade û kolana û firotina besteyan. Ji wir jî hêjmareke pir mezin koçberî Russiya û Ewropa bûn. Tiştê herî xerab ewe jî ku gelek jin û bi taybetî jî jinên êzidî yên Gurcîstanê diçin Tirkiyê û canê xwe difroşin!! Heya niha jî biçavekî pir xerab li Kurdan  di Tiflîsê de tê nêrandin. Di paytexet Tiflîs de niha zêdetirî 20 000 Kurd yên êzîdî jiyan dikin, yekîtiya Êzîdiyên Kurd ya Gurcîstanê û komeleya mala Kurdan û çend yekîtiyênwanyên biçûk hene. Çend rojnameyênwan jî derdikevin. Wek “Kaniya SPΔ, “Nêrîna Nû”, “Gilawêj” û çendeke dinê.
 
Di salên dawiyê de ku hêjmara Kurdan li Russiyayê pir bûn, di hinek cîhan de weke mafên atonomiyê bi dest xwe xistin. Wek di Adgıdê û Karasindar ê de komên Kurdan yên pir mezin hene. Kurdên di van herêman de jî pir birêxistinÎne.
Di nava Êzîdîyên Qafqasya de bi taybetî jî di nava yên Ermenîstanê de, gelek lîstok û komplo li ser wan hatin meşandin. Ev yek jî herî zêde di mentiqê ku Kurd dijminên Êzîdiyan yên bingehînin, êzîdÎ netewekî cuda ye, zimanê wan êzîdkîye û eleqeta wan bi netew û zimanê Kurdî re hîç nîne. A bi komplo û mentiqên wisa civak bû du perçe, hinek dibêjin ku em Kurdin û ola me êzîdîtiye û hinek jî dibêjin ku em êzîdîne û ne Kurdin!!
Tiştê herî xerab ewe jî ku ev komployên wisa ji aliyên hinek hêzên dewletê de jî tên destekkirin û pesend kirin, bi taybetî jî piştî ku kesek weke serokê Êzîdiyan hate diyar kirin û ji Wan re Radyoyek bi navê Radoyê Êzîdyan hate vekirin. Niha jî du radyoyê Kurdên Ermenîstanê hene. Yek ew radyoê Êrîvanê yê bina ûbange(xebatkarên vî radoyî jî Kurdên Êzîdîne) û radyoyê din jî(ev radyo liser hesabê qutkirina zemanê radyoyê Êrîvanê hate çêkirin) radyoyê Dengê Êzidiyane. Her du radyo jî bi Kurdî diaxivin, heman muzîk û heman dengbêjan diweşînin lê armanca her duyan jî cuda ye.!!!!!!!!
Di salên dawiyê de, êdî roleke van derdoran ya aktîv nemaye. Ew pêşkeftinên ku di Kurdistanê de çêdibin jî, bandorên erînî li ser zanabûn û şiyarbûna êzîdiyên qafqasya jî dike.
Lê rewşeke din ya pir xerab, ango komployeke din ya ku li ser Êzîditiyê tê meşandin jî, bi nexş û program, ew xiristyankirina êzîdiyane. Di van salên daiwyê de tenê li Gurcîstan û Ermenîstanê bi hezaran kes dînê xwe guhartin û çûn ser dînê xiristyanan. Ev komplo jî bi destê hinek kesên ku ji xwe re dibêjin “Xwedênas” tê kirin û destê dewletên derve di vê komployê de heye. Her diçe û di nava Kurdên êzîdî de hêjmara yên ku dînê xwe guhartine pir dibin. Ev jî xetereke pir mezin li ser Êzîditiyê çêdike. Bi taybetî jî ku rola şêx, pîr û zanayên Êzîdiyan li hemberî vê komployê pir lewaz û pasîve. Ne şêx tiştekî dikin, ne pîr û ne jî rewşenbîr. Ew “xwedênas” jî, di nava Kurdan de nexş û planên xwe bi cîh tînin û civakî hîn bêhtir perçe-perçe dikin. Ji aliyekÎ ve kesên ku dibêjin ku êzîdÎ ne kurdin, di aliyê din de jî yên ku êzîdiyan dikin xiristyan, hemû jî weke komplo tên bi rêve birin û meşandin.
 
Mirov ku bi giştî bixwaze hêjmara Kurdên Êzdî yên li welatên serbixwe yên Russiyayê bêje: wê ji 500 000 kesî bêhtir bin. Bêguman ev hêjmara jî bi stastîkên zanyarî nehatiye pesendkirinê. Her wiha jî ev hêjmar her di guharitnê de ye.

2011-10-28

Bo heftiya 45, kurteprov dê hêt kirin.

Mîrgeha Badînan- Kurtî

-          Ji ber ku ewên li ser kurdan nivîsî pêtir biyanî bûn, lew ra dîroka kurdî li dûv berjewendiyên wan kesan hatiye nivîsan û gelek caran ji rastiyê dûr bûye.
-          Amêdiyê navê xwe ji serkirdê etabekî Îmaduddin Zengî wergirtî ye û li sala  537ê z hatiye avakirin, dîsan boçûnek dî jî heye ku navê wê ji Mîdya paytexta medan hatibit.
-          Mîrgehên kurdan  di navbera salên 921- 1515z peyda bûne.
-          Amêdî li ser kevrekî hatiye avakirin bi bilindiya 300-400 pêya. Du dergih di çinê, li rojhelat deriyê Zêbar û li li rojava deriyê Seqafa. Li ser dergehan wêneyên du çekdar û giyandarên efsaneyî hene.
-          Li Amêdiyê şûnwarên Aşûriyan lê hene ku xuya dike ku bajêr berî zayînê hebûye.
-          Duhok li sala 916 b.z. navenda Dasiniyan bû.
-          Dasinî, hozeka kurdên êzidî bû.
-          Duhok bi mîrgeha Behdînan ve hatiye girêdan û li sala 1486ê yekemîn mîrê Behdînan hukim lê kirye bi navê Mîr Hesen Begê kurê Seyfeddîn Begî bû.
-          Li Duhokê gelek  şûnwarên kevin lê hene wek şkefta Helameta ku dikivit çiyayê Şindoxa li jêriya Duhokê.
-          Zaxo bajêrek keven e û di dema Hesen Begê da li sala 1471 hatiye girêdan bi mîrgeha Amêdiyê ve.
-          Li destpêkê mîrgeha Behdînan ji Amêdiyê û dewrûberên wê pêk dihat.
-          Sinorên wê: Ji layê rojhelat ve mîrgeha Soran, rojava mîrgeha Botan, bakur mîrgeha Hekarî, başûr çiyayê Meqlob û rûbarê Dicle.
-          Ji çiyayên wê yên herî mezin: Metîn, Gare, Xamtûr.
-          Deştên herî mezin: Sindî, silvaneyî
-          Ji rûbaran, Xabûr, Zêyê mezin û Roşîn.
-          Ji kelayên wê yên bi navûdeng: Kela Amêdiyê, şoşê, akrê, kaşê, şabaniyê û Hirorê.
-          Rêveberî: Mîr li Amêdî bû, Qazî ku karê wî derxistina fetwe û fermanan bû.
-          Li her bajêrekê mezin hakimek hebû ku peywendiyên wî yekser bi Mîrî ve hebûn û dîsan berpirsên Bacwergirtinê û zanayek bo çareserkirina arêşeyên huqûqî.
-          Cezaya herî giran ya zinayê bû.
-          Xwendingeha Quban navdartirîn dibastana Mîrgehê bû.
-          Ji jinên navdarên kurd li Behdînan: Zêrîna Amêdî, Mîhreban Xatûna Berwarî, Miryem xana Bêduhî; Margirêt, Gulbihar…

2011-10-18

Bo heftiya 43


Mîrgeha Badîna / Behdînan

1-Aliyê dîrokî :

Wek tê zanîn, dîroka gelê Kurd bi giştî û ya mîrgeha Badînan bi taybetî, bi şêweyekî dirust û baş nehatiye xuya kirin. Ji ber ku Kurd herdem gelekî bindest bûye û dîroka wî bi destê biyaniyan hatiye nivîsîn û rewş hemû bi dirustî ne gihandiye û gelek tiştên girîng wenda kirine. Tiştên li gor nêrînên xwe nivîsandine, lewre ji bo pêdaçûnekê li ser dîroka mîrgeha Badînan, ji hemû aliyan ve, me mifa ji hin çavkaniyan wergirtiye.

Ibin El Esîr dibêje: Di sala 537an de Etabeg Zengî, artêşek şand ser Kela Aşîb û mezintirîn, bihêztirîn û ewletirîn kelahên xweparastinê ya kurdên Hekariyê bû. Hemû mal û xelkên wan têde dijiyan. Ev kela ji aliyê Zengî ve hat dorpêçkirin û tengkirin û hemû girt û biryar da, ku hemû kelahê xerab bike û li şûna wê, kelaha bi nav û deng Amêdî ava bike; ev kelah pir mezin û asê bû. Zengî, Aşîb xirab kir û Amêdî li şûna wê ava kir. Ji ber ku pir mezin bû û parastina wê pir dijwar bû, nav lê kir Amêdî. Navê xwe dayê, ku navê wî Imadedîn Zengî bû. Dîsa dîroknivîsê Kurd Şerefxanê Bedlîsî dibêje; mîrgeha Badînan li destpêka sedsala 7an hatiye ava kirin. Şeş mîrîtî hebûn, li rojhilata mîrgeha Hekarî û başurê rojhilat mîrgeha Soran û li rojava mîrgeha Sedeyan jiyaye. Wek tê zanîn, mîrgehên kurdî, li sala 921- 1515an hatin avakirin. Wek xuyaye, ev mîrgeha beriya du sed sal hebû. Sed sal beriya avakirina dewletê, ev mîrgeh, ji her çar aliyan ve mîrgehên rojhilat û mîrgeha Soran yên Kurdan hebûn û bi hêz bûn. Li rojhilat mîrgeha Hekarî û başurê rojhilat mîrgeha Soran, li rojava mîrgeha Şêxan ya Bayezîdî û ji aliyê bakur ve mîrgeha  Botan,  mîrgeha Badînan, pir eşîrên bi hêz di gel de bûn. Ji wan Mizorî, Doskî, Rêkanî û Berwarî û pir eşîrên din, ku navên wan di gel yên din têkel bûn. Dîsa Bedlîsî dibêje; li serdemê Mîr Hesenê kurê Mîr Seyfedînê kurê Mîr Zeynedîn, bajêrê Dihokê jî xistiye bin destê xwe, ku di wî demî de,  di destê Êzîdiyan de bû. Paşî mîrgeha biçûk ya Zaxo jî xist bin destê xwe, ku di wî demî de vana, di gel eşîrên wan Sindî û Silêvanî, mîrên serbest bûn. Ev hemû bûn girêdayî mîrgehê, sînorê wê gîhaye heya robarê Dîcle. Ji ber ku hemû aliyên mîrgehê, mîrgehên bi hêz bûn, lewre, bi ferz zanî, ku artêşekî bi hêz, ji hemû eşîran pêk bîne û li cihên girîng belav bike. Dîsan eşîra Berwariyan, ji bo parastina wî ji zordariya tiyariyên demê, taybet girêdayî mîr bûn. Dema Mîr diçû havîngehê li serê Amêdiyê, li ser sînoran mîna polîsên ji bo parastina navxweyî, her dem ev leşker amade bûn.
Li mercên herî girîng dibûn girêdayî mîrgehê û her leşkerek ji bo şer û ceng amade bû  .Ji bajarên dîrokî yên herêma Badînan, Amêdî paytexta mîrgeha Badînan bû, bajarekî ji mêj ve ye, pir ciwan e û li ser keviran hatiye avakirin. Bilindiya wî 300- 400 pê ye û ji hemû aliyan ve bax û bostan in. Tenê li aliyê rojhilat bêhtirî 5000 mal têde dijîn. Du deriyên kevin têde hene, ji yê rojhilat re digotin, Deriyê Zêbarê û ji yê rojava re digotin, Deriyê Seqafa. Li ser van deriyan wêneyên du kesan hene. Ev kes çekdar in û di navbera wan de wêneyê giyandarekî efsanewî heye. Dîsa hinek nexşeyên ne îslamî, li ser nexişandî ne. Ev yek diyar dike, ku avakirina vî bajêrî vedigere berî heyama Îslamê. Mamosta Teha Baqir dibêje; Amêdî kevintirîn kelaha Îraqê ye, ku digîhe dema dewleta Aşuriyan, di sedsala nehan de b.z.. Paşî, ji aliyê dewletên biçûk ve, heya dema îslamê hukim lê hat kirin. Dîsa dibêjin; Amêdî – Amatî, di nivîsên Horiyan de hatiye nivîsandin, di sicilên melikê Aşurî Şems Edadê Pêncan de, li sala 823-810 pêş zayînê li paş xwe hîştiye. Nebuxesnesirî ku niha di muzeya Britaniya de ye, li hejmara 110an. Dîsa dibêjin; navê Amêdiyê ji avahiya Mîdiya hatiye yan jî, paytexta Mîdiya bû. Bi vî awayî pir nav li vî bajarî kirine.




Bajarê Dihok:
Ev bajar, beriya z. sala 916an navenda Dasiniyan bûye. Paşî mîrgeha şêxan pêve hate girêdan. Bi vî rengî Dihok jî bi mîrgeha Badînan ve hate girêdan. Yekemîn kesê ku hukim li Dihokê kiriye, li sala 1486 p. z, Mîr Hesen Begê kurê Mîr Seîfedîn Beg bû. Li şikefta Helameta, ku li çiyayê Şindoxan e, pir wêne li ser zinaran hatine resimkirin, ku girêdayî jiyana kevin a Dihokê ne. Dîsa nêzîkî şikefta Bêskê, wêneyê Melîkê Aşurî Edidinrarî heye, ku li ser kevirekî hatiye duristkirin.

Bajarê Zaxo :
Ihsan Nurî dibêje; serok û mêlo dîroknivîsê Yûnanî Ksenefon (Zeînefun), ev nav li Zaxo kiriye. Dîsa dibêjin, gundekî nêzîkî Zaxo, ku Ezyaxw kurê Diryaxw kurê Nuhî, komelek li Zaxo li sala 800 b.z., ev nav lê kiriye. Dîroknivîsê Kurd Şerefxanê Bedlîsî dibêje; Zaxo girêdayî mîrgeha Amêdiyê bû, di dema Hesen Begê de li sala 1471 b.z.. Beriya vê dîrokê, Zaxo gundekî biçûk bû, girêdayî mîrgeha Sindiyan û Silêvaniyan bû.

2- Cografiya Badînan:
Li destpêkê Badînan bi tenê girêdayî Amêdî û derûdorên wê bû. Paşî hêdî hêdî berfireh bû heta mîrgeha Dasin-Şoş-Silêvan, ku Zaxo jî digire nav xwe, (Sindî-Şêrwan) ji rojhilat ve gihaye mîrgeha Soran. Ji rojava ve gihaye mîrgeha Botan û ji aliyê bakur ve mîrgeha Hekarî û ji aliyê başur ve gihaye çiyayê Meqlob û robarê Dicle.

Ev herêm herêmeke çiyayî ye û pir deşt, gelî û newal lê hene. Ji çiyan destpêdike ji rojhilat heta rojava. Çiyayên herî bi nav û deng  ev in; zincîra çiyayê Gare-Metîn-Şaranî. Di rojavayê Badînan de pir deşt û gelî hene, ku ji bo kiştûkal bi kar tên, mîna deşta Nihrî- Sindiyan- Sipne. Ji ber ku ev herêm av û  hewayê wê baş e û pir av lê hene, her ji kevin de xelk hatiyê û lê jiyaye. Ji robarên herî girîng li Badînan robarê Xabûr, li rojavayê Badînan, robarên Zêy Mezin û Royê Şîn jî li rojhilatê Badînan in.
Fêqiyên bi nav û deng li Badînan ev in: gûz- bahîv- xox-tirî- mişmiş- sêv- hinar û hejîr. Hêjayî gotinê ye, ku herêma Berwarî Bala, bi derameta sêvan bi nav û deng bû û pir ji van derametan dişandine welatên cîran. Ji ber xweşiya av û hewayê vê herêmê, pir havîngehên  bi nav û deng lê hatine avakirin, mîna havîngehên Sersink, Solav, Aşewa û Bamernî. Pir kesên gerok ji Ewropa û cîhanê herêma Badînan dîtine. Ew dibêjin, ji aliyê ciwanî, av, hewa, çiya û dîmenên sirûştî ve Badînan mîna Siwîsre ye. Lê cûdahiya Siwîsre, ji Badînan tenê ev e, ku Siwîsre, di destê zanîn û hunerê de pêş ketiye. Di warê pêşketinê de li cîhanê nimûne ye. Lê Badînan, di dîroka xwe de herdem ji dagirkeran zilm û zor û hêrîşên hovane dîtiye û ev yek jî bûye sedemê paşdemayîna wê.
Dîsa ji aliyekî din ve dibêjin; di dema Aşuriyan de, ji aliyê sitratejî û ji aliyê aborî ve girîngiyeke pir mezin ya herêma Badînan hebûye. Ji ber ku karwanên bazirganan tişt ji welatê Urarto û Xaldiyan, bakurê Gola Wanê û ji rojavayê wê, ji welatê Aşuriyan re dianîn. Dîsa leşkerê Aşuriyan ev herêm ji bo rêya şer bi kar dianîn. Wan rêya Geliyê Dihok- Dawidiyê- Amêdî, ji xwe re bi kar dianîn. Dîsa Şilmo Nesrê Siyan, li sala 855 b.z., di rêya Zaxo re hêrîşek leşkerî bir ser welatê Urarto. Li ser Aşuriyan pêwîst bû, ku van rêyan biparêzin û ji bo ewlekarî û aramiya karwanên bazirganî û leşkerî, ku dewleta Aşuriyan herdem rastê hêrîşên çiyayan dihat, bihêz bikin. (Mîna hêrîşên Urartoyan.)

3-Kelayên bi nav û deng li Badînan
:
1- Kela Amêdiyê, 2- Kela Şoşê, 3- Kela Akirê, 4- Kela Kaş û ya Zeferanê (li Silêvaneya li qeza Zaxo), 5- Kela Şabanyî, (li herêma eşîra Goliyan), 6- Kela Hiror û Şixo (li Berwarî Bala), 7- Kela Bişêrî  (li herêma eşîra Rêkanî)
Şerefxanê Bedlîsî dibêje; kelaheke pir bi nav û deng bû, Amêdî û Akirê, ku digotinê kela Nêrwe, kela Imranî, eşîra Mizorî- Kela Baziyan. Ev dever ji aliyê hikumatan ve, mîna Loriyan, Gotiyan, Kaşiyan, Xildiyan, Sobariyan, Mîdiyan û musulmanan hatiye dagirkirin. Dîsa dagirkirina herêma Badînan; di dema Loriyan de li sala 115. zayînê, împaratorê Romanî artêşeke mezin şandiye ser vê herêmê û, piştî şerekî  mezin, ji aliyê wan ve hatiye dagirkirin.

4-Pêkhatinên rêvebirinê yên mîrgeha Badînan:
Pêkhatinên rêvebirinê di dema mîrgeha Badînan de sade bûn. Mîr li paytexta mîrgehê Amêdiyê dijiya. Li gel wî, mirovekî zana û dîndar hebû, ku qazîtî dikir. Karê wî, bi her awayî, di demeke diyarkirî de, derxistina ferman û fituweyan bû. Lê tenê ne yên eşîrî, ji ber ku ev taybet girêdayî Mîr bûn. Yan yekî ji cîgiran, yan yekî zana, navdar û şareza berpirsê van kar û baran bû.
Dîsa her yek ji bajarên Akirê, Dihok, Zaxo, yek ji malbatên hikumdar, ya Mîr û desthilatdar, girêdayî û berpirsên van bajaran bûn. Peywendiya wan yekser bi mîr re bû û her yek ji wan, ji Mîrgehê re, berpirsê berhevkirina bacê bû. Dîsa di gel her yekî ji van berpirsên bajaran de mirovekî zana û dîndar, ji bo çareserkirina arêşên hiquqî û yasayî(şeriî) hebû. Cezayê herî giran, cezayê guneha zînayê bû. Ev ceza jî, tiraşîna serî bû. Porê jinan, ser, rû û simbêlên mêran tev ditiraşîn û rûyê wî kesî bi tenûrûnê reş dikirin. Paşî siwarî kerekî dikirin, lê bi mercekî, ku serê wî li aliyê dûfkê kerê ba û pişta wî li aliyê serê kerê ba. Yekî serê kerî dikêşand û hemû zaroyên bajêr bi hev re gazî dikirin: "hê..hê..! vî kesî ev gunehe kiriye û cezayê wî ev e.." Bi vî awayî li seranserê bajêr digerandin, daku kesekî din wî gunehî dubare neke.


5-Edîbên Badînan yên wê demê:
1- Şêx Mihemed el Mexribî,
2- Heme Kur, 
3- Mela Mensurê Girgaşî, 
4- Bekir Begê Erizî, (helbestvan, resam û peykertiraş bû, ji bo musulmanetiyê kar dikir û nedikarî di karê hunerî de pêşde here),  
5- Şêx Nuredîn Birîfkanî,
6- Mela Xalidê Sernî, 
7- Şêx Tahayê Mayî, 
8- Hacî Qadirê Kovilî, 
9- Husnî Bamernî, 
10- Xeyasedîn Nexşebendî, 
11- Nadirê Kanîsarkî, 
12- Ehmedê Nalbend, 
14- Şêx Memduhê Birîfkanî.
Wek tê zanîn niha jî, li herêma Badînan sal bi sal gula edebiyata kurdî geş dibe û xortên nûxaz berhemên ciwan û hêja diafirînin û roj bi roj pirtûkxaneya kurdî dewlemend dikin û pêşve dibin.

6-Xwendegehên zanîn û zanyarî li Badînan:
Wek tê zanîn, mîrê Badînan pir girîngî daye zanîn û pêşdeçunê; wek avakirina avahiyan û çêkirina rêyan, avakirina xaniyan û xanan ji kesên rêving re. Dîsa ji karên baş; alîkarî ji bo hejar û koçberan bû. Herweha karên herî girîng avakirina dibistanan ji bo zaroyên mîrgehê û pêşdabirina zanînê. Hin ji dibistanên herî bi nav û deng yên mîrgehê ev in, ku dengûbasên wan gihiştîne me;
Dibistana herî girîng û yekem li Badînan, dibistana Qupan, yan jî Qubhan nêzîkî sedûçarê koçî hatiye avakirin. Wek tê zanîn, ev dibistan pir biçûk û ber teng bûye û paşî hêdî hêdî mezin bûye û pênc beşên din lê zêdekirine. Her beşek ji odeyekê pêk dihat. Ji wan beşek ji bo akincîbûna şagirtan û dîsa odeyek yan du ode ji bo mamostayan bûn. Beşekî din ji bo şûştinê û yê din ji bo xwarinê bû. Li hember wê, li aliyê başur mizgefteke pir mezin, ji pênc quban pêk hatibû. Hêjayî gotinê ye, ku avahiya vê dibistanê ji ayetên hunerê mîmarî bûn. Nexş û nîgarên wê balkêş bûn. Endaziyarî, ciwanî û darêtina wê pir balkêş bû. Ev avahî, digel avahiya minara Amêdiyê ya bi nav û deng, bi fermana Siltan Husên Beg hatiye avakirin. Herweha yek ji dibistanên bi nav û deng yên Badînan Dibistana Nû ye, li bajarê Amêdiyê ye û zanayê navdar Îmam Mela Yehyayê Mizorî  têde xwendiye. Dîsa dibistana Sindiyan û Mayê li devera Berwarî Bala û gelekên din .
Maliyakî (Ewqaf) taybet û bi rêk û pêk hebû, li şagirt û dibistanan dihat xerckirin. Wek tê zanîn, ji bo zanayan li cem mîr, serok û hemû kurdan rêzgirtinek taybet hebû. Bi giştî û bi mecbûrî diviyabû şagirtan paşnavê zanayan wergirtana. Ev zanîn, ji 12 zaniyariyan pêk dihat û ew şagirtê ku di her 12 zanyariyan de serketî ba, bi erêkirina zanayên mezin, hêjayî nasnama cîhanî bû.

7-Jina Kurd li Badînan:
Wek tê zanîn, jina Kurd bi giştî xwedî dîrokeke pir bilind û bi rûmet e. Ji hemû aliyan ve, di jiyanê de herdem di civaka kurdî de bûye. Berpirsiyariya mal û netewa xwe, di hemû aliyan de mil kiriye û netewa Kurd pir jinên bi rûmet û navdar afirandîne û bûne sembolên şanaziyê di dîroka mirovayetiyê de. Mînakên wan di hemû parçên Kurdistanê de pir in. Lê me divê tenê navên jinên navdar yên li Badînan bînin ziman. Ji ber ku mijara me li ser herêma Badînan e. Mîn Zêrîny Amêdî, jineke pir zîrek, qahreman û hêja bû, dibêjin beriya zayînê jiyaye. Dîsa Mîhreban Xatûna Berwerî  keçeke zana û helbestvan bû, dibêjin di navbera sedsalên 18- 19an de jiyaye. Dîsa Dayîka Salih Yusivî, jineke zana û dîndar bûye. Sariya helbestvan, xanima dîroknas Mihemed Seîd, kurê mela Yasînê Birîfkî, xwediyê pirtûka Fozela Badînan ya dîrokî bûye. Miryem Xana Bêduhî, li herêma Berwerî Bala, jineke pir zîrek û hêja bû, li sala 1925an  muxtara gundê Bêduhê bû û nêzîkî 500 mal îdare dikirin.
Margirêt, keçeke mesîhî bû, pir zîrek, bi cerg û qahreman bû. Di salên 1960an de bû pêşmerge, ku yekemîn keça Kurd e. Sînorekî weha sext diqetîne û di nava civakeke pir paşkevtî de û ji bo azadiya jina Kurd û netewa Kurd, li berxwe dide. Kesên nezan û paşverû, Margirêt ji xwe re dikin armanc û şehîd dikin û nahêlin baxçê wê çîçekan bide û ji jina Kurd re bibe pêşeng.
Hunermend Gulbihar, yekemîn jina Kurd e li Badînan, rêya stranbêjiyê digire û di sala 1961an de diçe radiyoya kurdî, bi dengê xwe yê nazik, bi peyvên bijarte, ji baxçên Kurdistanê, bi hemû siruştê Kurdistanê û bi ciwaniya welat distire û heya niha jî, berdewam dike. Hunermend Gulbihar, jineke xwedî helwêst bûye û xweragir e .

Çavkanî :
 
1- Amêdî di sedeyên cuda de- Parêzer Abas Alazawî
2- Kurd li Badînan- Enwer Mayî
3- Mîrgeha Badînan- Sedîq Aldemelojî


Mîrgeha Badînan

2011-10-13

Kurtiya babetê " Coreyên nivîsînê"

Bo testa heftiya bêt anku 42.

Roman:
-          Çîrokeka dirêj e.
-          Gelek rûdan û detaliyên hûr têda hene.
-          Bi hûrî behsê rûdanên dewrûber jî dikit wek jîngehê/miljö.
-          Gelek karekter têda cihdigrin.
-          Babetên wê dikarin wek : evînî, civakî, dîrokî û polisî bin.
Kurteçîrok:
-          Wek şêweyê romanê ye lê kurt e.
-          Kêm karekter û rûdan û hûrkatî/detalj  têda hene.
-          Ciwaniya zimanî rolek mezin têda heye.

Pexşan
-          Derbirîn ji hestekî beramber dîmenekî yan rûdanekê.
-          Zmanê wê yê nazik û sivek e.
-          Ne gelek girêda ye bi dem û cih û karektera ve.
Pêkenok:
-          Şêweyekê rexnegirtinê ye/kritik.
-          Bi zimanek sivik û famkirî tê hûnîn/nivîsîn kuniya mirovî bîne.
-          Li ser babetên rojevê/aktuell digerit.
Gotar/artikel:
-          Agehdariyeka/uppmärksamhet  rojnameyî ye.
-          Ronkirineka zanistiyane ye/vetenskapligt li ser arêşeyên/problem rojane/aktuell.
-          Da ku bibit cihê baweriyê divêt bo her boçûnekê delîl/bevis hebin.
Rexne/kritik
-          Coreyekê nîvîsnê ye ji bo diyrakirina aliyên baş û xirab di karekî da.
-          Divêt bi şêweyekê zanistîiyane û dûr ji kerb û tolvekirnê/hämnd bête nivîsîn.
Serpêhatî:
-          Ew şêweyê nivîsînê ye yê ku ew kesên gerok/yên gelek geryana dikin û di wan geryana da dîtinên xwe liser wan cih û kesên balkêş/intressant dinivîsin.
Çîrok:
-          Coreyekê edebî ye/litteratur ku bi devkî/muntligt di nav xelkê da belv bûye.
-          Di van salên dawiyê da ya hatiye çapkirin/tryck di kitêban da.
-          Babetên wê zêdetir di xeyalî bêbingehin.
-          Liser qencî û xirabiyê digerit.
Bîranîn:
-          Tomarkirina rûdanên qonaxekê ne/period.
-          Li ser xwe yan kesek dî tê nivîsîn.
-          Liser bingehek/grund zanistî û kirnolocî ye.
Jînenîgar:
-          Vegotina jiyana xwe yan kesk dî bi hûrkatî/detalj û rawestan liser wan qonaxên giring di jiyanê da.
Name:
-          Veguhaztina/byte hizr û bîr û boçûna ye di navbera du kesan da liser babetên siyasî û edebî û…
Rojane:
-          Tomarkirina/register rûdanên rojene ye wek xwe/som det är, û şriovekirina/analys wan e.
Helbest/hozan/dikt:
-          Şêweyekê nivîsandinê ye bi zimanek sivik tê vehandin.
-          Hemî babetan bi xwe ve digrit.
-          Li ser bingehê kêşe/balans û kîte/stavelse û serwa anku hevdengiya peyva dawiyê di rêzê da.
Dastan:
-          Wek çîrokê ye lê bi şêweyê helbestê tê vehandin yan nivîsîn.

2011-10-12

Navdar

Tekistek li ser navdarekê kurd bi vî şêweyê jorî:

1- sê laper word.doc
2- zimanekê paqij û hevgirtî
3- ji 3 çavkaniya kemtir nebit, diyar bike.
4- kurtejiyan wî/wê, berhem/kar, bi çi bi navûdeng lê hatiye?
5- 10/12

2011-10-10


Heftiya 41

Vê çîroka li jêr bixwene, tê bigehe, peyvên tu ne zanî binvîse.Eger tu ne şiyayî bixwînî bi rêya vî lînkî veguhêze bo latînî  http://www.lexilogos.com/keyboard/kurdish_conversion.htm
OBS! hûn dikarin wek "anonym" bi sanahî şrove/kommentarên xwe binîsin. Belê ji bîr nekin navê xwe binvîsin.


خاتینا سحركه‌ر

قراله‌كی كچه‌كا گه‌له‌ك جوان هه‌بوو و وی گه‌له‌ك ئه‌و دڤیا. وه‌ختێ ئه‌و مه‌زنبوویی بابێ بریار دا وێ بدته‌ شوی. وێ نه‌ڤیا شوی بكت و بریار دا كو به‌س شوی بوی كه‌سی بكت یێ كو بۆ وێ دیار كت كو ئه‌و ژ وێ زیره‌كتر و مه‌ژیتیژتره‌ و بكه‌ڤت دلێ وێ. وێ هه‌می كه‌سێن هاتین خازگینیا وێ زڤراندن. ئه‌و ل ناڤ بیستانێ قه‌سرێ به‌زی و بكه‌یف سترانه‌ك گۆت:

-ئه‌ز نابم یا چ كه‌سه‌كی، ئه‌ز نابم!
وێ ئه‌و كه‌سێن هاتین خازگینیا وێ هه‌می ره‌د كرن ب بهانه‌یا یان ئه‌و قه‌له‌ون یان زێده‌ به‌ژنته‌نكن، یان گه‌له‌ك گرن یان گه‌له‌ك هویرن، یان ره‌نگكه‌تینه‌ یان زێده‌ سۆروسپینه‌.وێ گه‌له‌ك ژ وان تاقی كرن. لێ كه‌س نه‌شیا داخوازێن وێ ب جه بینت.

جاره‌كێ میرێ هێزێ، كو سحركه‌ره‌كێ مه‌زن بوو هات قه‌سرێ. ئه‌و ژ خوه‌ پشتراست بوو كو ئه‌و دێ شێت خاتینێ بۆ خوه‌ رازی كت. وێ ئێكسه‌ر تاقیكرنه‌ك بۆ وی ئاماده‌ كر. ئه‌و ژی ئه‌و بوو كو ئه‌و بۆ وێ ژ پشت ده‌ریایێن دویر گیایێ كو مریان ساخ دكت بینت. ئاگره‌كێ مه‌زن دكه‌فت د رێیا وی گیایی دا و چ ئاڤ نه‌دشیان وی ئاگری بته‌مرینن.

میری خو كر كۆتره‌ك و زوی داخوازا خاتینێ ب جه ئینا. قرال ب هندێ گه‌له‌ك كه‌یفخوه‌ش بوو و چوو ده‌ستێ میری و گازی كچا خوه‌ كر و گۆتێ:
-دڤێت تو شوی بوی بكی! چ چاره‌یه‌كا دی نینه‌.
خاتینێ ل به‌ر بابێ خوه‌ ده‌ست ب گری كر و گۆتێ:
-ئه‌ز دێ خوه‌ حه‌فت جاران ڤه‌شێرم و ئه‌گه‌ر وی ئه‌ز وان هه‌ر حه‌فت جاران دیتم هینگێ ئه‌ز یا وی مه‌.

خاتینێ پشتی وێ سۆزا خوه‌، خوه‌ ل میری ڤه‌شارت. به‌ری هه‌میان خوه‌ كر كۆتره‌ك و چوو دناڤ كۆتران دا. پاشی خوه‌ كر گوله‌ك دناڤ گولان دا. رۆژا دیتر بوو مشكه‌ك و پاشی خوه‌ كر ماسییه‌كا زێرین.

-ئه‌ز دێ خوه‌ كم به‌ره‌ك، وێ گۆت خوه‌. ل به‌ر ئاڤێ، به‌ر گه‌له‌كن و دێ بزه‌حمه‌ت بت ئه‌و من د ناڤ وان هه‌میان دا بناست.
لێ هه‌ر جاره‌كا وێ خوه‌ دگوهۆری میری بسانه‌هی ئه‌و ددیت ڤه‌ و وێ چه‌ندێ ئه‌و تنگژاند.
هه‌ر وه‌سا بوو ده‌ما وێ خوه‌ كری مشك.
-ئه‌ڤه‌ شه‌ش جارا من تو دیتی، میری گۆتێ، دڤێت تو ببی یا من.

ئێدی خاتینێ جاره‌ك بتنێ مابوو كو شانسا خوه‌ تاقی بكت دا كو شوی نه‌كت. خویشك و هه‌ڤال و سحركه‌رێن وێ هاری وێ كر كو كارێ خوه‌ بگوهۆرت و خوه‌ وه‌كی خازخازۆكه‌كا پیر لێبكت. یا ژ خوه‌ پشتراست كو ڤێ جارێ میر وێ نانیاست.
چوو سه‌ر رێكێ راوه‌ستا و ده‌ستێ خوه‌ بۆ خازخازۆكیێ درێژ كر. قرالێ كو دبه‌ر وێ را بۆری كچا خوه‌ نه‌نیاسی. هیڤیا وێ ئه‌و بوو كو میر وێ نه‌نیاست. لێ كو چاڤێ میری بوێ كه‌فتی، وی ئێكسه‌ر ئه‌و نیاسی و وی بالكرێ و ئه‌و ئاڤێت سه‌ر هه‌سپێ خوه‌ و وی د رێیا چوونێ دا بۆ قه‌سرێ گۆتێ:
-نوكه‌ تو یا منی!
كه‌یفا قرالی گه‌له‌ك ب هندێ هات و داوه‌ته‌كا گه‌له‌ك خوه‌ش و مه‌زن بۆ وان كر.


2011-09-28

Dildar bi kurtî - Sammanfattning

Dildar
-         Navê wî Yunis Reûf e
-         Li koye ji dayk bûye.
-         20/2/1918 hatiye dinê.
-         Ji egera êşekê di jiyê 4 saliyê da lal dibit.
-         Di gel jiyana wî ya sext lê herdem yê razî bû û bawerî bi qenaetê hebû.
-         Di 9 saliyê da ew dest bi xwandinê dikit ku xweziya wî  bû ya herî mezin bû.
-         Sal bo salê hseta wî ya neteweyî dijwartir dibû.
-         Ji sala 1933 wî dest bi xwendina pirtûkên edebî û dîrokî kir.
-         Helbestên Hacî qadirê Koyî û Nalî bûn binyat bû helbestên wî yên evînî û niştîmanî.
-         Xwandina amadeyî li Kerkûkê bi domahî înaye.
-         Li sala 1937 di gel hindek hevalên xwe Hizba Hiwa damezrandiye.
-         Helbestên xwe di kovara Gelawêj da belav dikirn.
-         Dirûşma wî ya taybet eve bû ” Madem ez kurdim, divê kurd ji hemû kesî zîrektir û baştir bin”.
-         Dildar bi marşa neteweyî ” Ey Reqîb” tê naskirin û ew nîşan didit ka helbstên wî çewanin.
-         Li sala 1945 kolîja mafperweriyê li Bexda temamkiriye û bûye parêzer.
-         Dema komara Kurdistan li Mehabadê hatiye damezrandin, biryar hate dan ku Ey Rqîb bibe marşa fermî ya Komarê.
-         Li roja 22/11/1948ê Dildarî wexera dawiyê kir.

Ey Reqîb

Ey Reqîb her, mawe qawmî Kurd ziman
Nay
şikênê danerî topî zeman
Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qet nanewê alakeman

Ême roley, rengî sor û
şoreş în
Seyrîke xwênawî ye rabirdûman
Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qet nanewê alakeman

Ême roley, Mîdya û Key Xusrew în
Dîniman, ayînman her nî
ştîman
Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qet nanewê alakeman

Lawî Kurd helsaye ser pê wek dilêr
Ta be xwên nex
şî bika tacî jîyan
Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qet nanewê alakeman

Lawî Kurd her hazir û amade ye
Canfîda ye, canfîda, her canfîda,
Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qet nanewê alakeman